NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst-Kurdistan (PMLK-Kurdistan) di salvegera 3’emîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya MLKP’ê de wiha hate gotin;
“Em 3’emîn salvegera dagirbûnê li paş xwe dihêlin. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a mêtinger û çeteyên wê bi piştgiriya hêzên emperyalîst ên navneteweyî beşek ji welat û axên me dagir kirin û ev dagirkerî îro hîna berdewam e.
Di 9’ê Cotmehê de dewleta Tirk a faşîst û dagirker berê bi balafirên şer, moşek û obusan êrîş kir. Di berdewamiyê de dest bi dagirkeriya erdê kir. Tabûra Şehîd Serkan a MLKP’ê bû yekemîn hedefa van êrîşan. Şervanê MLKP’ê Demhat Gûnebakan û 5 şervanên FOC’a Elîşêr Denîz di çepera xeta sînor a li dijî şerê dagirkeriyê li ser erkên xwe bûn, hîna di êrîşa dijmin a yekemîn de şehîd ketin. Li dijî êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê û Girê Spî gelê Rojava, artêşa gel QSD’ê, YPG, YPJ, komûnîst û enternasyonalîstan bi rojan şer kirin. Berxwedaneke canfeda derxistin holê. Em gelê Serêkaniyê, Girê Spî, şervanên QSD, MLKP, FOC’a Elîşêr Denîz careke din bi bîr tînin. Heta ku em xeyal û têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin û axên ku di bin dagirkeriyê de rizgar bikin, wê şerê me berdewam bike.
Ji ber kemasiyên rêxistinbûn û amadekariyê ya pêşeng, gel û artêşa me û newekhevbûna hêzê ya di navbera aliyên şer de, di wê demê de me nikarîbû dagirkeriyê bidin sekinandin. Berpirsiyartiyeke mezin a hêzên koalîsyonê di vê dagirkeriyê de heye. Rasterast piştgirî dan dewleta Tirk û çeteyên wê. Ligel ku şertên heyberî û kirdarî li dijî hêzên şoreşê bû, li dijî ev şerê dagirkeriyê berxwedaneke mezin hat dayin. Heta kêliya dawî hat şerkirin û sê sal e ev berxwedan û şer berdewam dike. Gelê me bi bêriya azadkirina axên ku hatine dagirkirin dijî.
Ji bo dagirkeriyê bijartina dîroka 9’ê Cotmehê bi zanebûn e. 9’ê Cotmehê destpêka dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi serkêşiya Emerîka ji aliyê hêzên emperyalîst ve hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin. Hêzên navneteweyî vê carê bi hevkariya dewleta Tirk di heman dîrokê de ji bo têkbirina şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê û radestgirtina wê êrîş kirin.
Gelê Serêkaniyê û Girê Spî bi sedema ev dagiriya hov mecbûr ma ku axên xwe biterikînin. Gelê ku li axên di bin dagirkeriyê de mane jiyana xwe di bin zext û tundiyeke mezin de bi awayekî dijwar berdewam dike. Tundiya aborî, polîtîk, zayendî, çandî û neteweyî ya dewleta Tirk û çeteyên wê weke birêkûpêk berdewam dike. Bi tecawizkirina jinan tundiyeke mezin li ser beden û rihê wan tê sepandin.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo gav bi gav guhertina demografiya herêmên ku di bin dagirkeriya xwe de pêk bîne, bi zanebûn siyaseta zext û koçberkirinê berdewam dike. Ji gelên ku di axên dagirkirî de jiyan dikin û ji yên ku dixwazin bizivirin li beramberî vê pereyên mezin tên standin û sîxurtî û hevkartî li wan tê ferzkirin. Li dijî kesên ku vê qebûl nakin her cure zext û tundî tê sepandin. Bi zorê dest tê danîn ser ax û malên gel. Çeteyên ku ji derve tên anîn di van deran de tên bi cih kirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo têkbirina şoreşa Rojava hem di hundir de, hem jî di axên ku dagirkirî de, hem jî di tevahî xeta sînor de êrîşên xwe birêkûpêk berdewam dikin. Ji bo dagirkirina cihên nû li derfetan digerin. Li dijî şoreş û hêzên şoreşê yên pêşeng bi gelek rêbazan êrîşan pêk tînin. Bi piştgirî û erêkirina emperyalîstan li dijî kadroyên pêşeng ên şoreşê sûîqestan pêk tînin. Emperyalîst û hevkarên wan şirîkê herî mezin ên van êrîşan in.
Bi rêbazên şerê taybet gel û kadroyên şoreşê yên pêşeng û rêber tên hedefgirtin. Ji bo xirakirina baweriya hundir, ji bo ku di nav gel û pêşengê wê de xem û tirsê belav bike xebateke pir bizanebûn dide meşandin. Di ev şerê taybet û qirêj de sîxur û hevkar roleke girîng dilîzin. Sîxurtî û hevkartiya dijmin yek ji karên sereke ku mirovatî ji destpêka dîrokê de heta niha tu carî qebûl nake tê. Mirovatî sîxurtî û hevkariya dijmin tu carî weke exlaqeke civakî qebûl nake. Ev dijminê azadî, rûmet, bawerî û wekheviyê ne. Li beramberî pere û derketina Ewropayê ev helwesta cîhanê ya herî bêbandor tew nayê qebûlkirin. Berpirsiyarê her cure tundî, mêtingerî û xizantiyê pergala kapîtalîst û emperyalîst e. Di herêmên Rêveberiya Xweser de berpirsiyarên destpêkê yên tevahî pirsgêrêk û xirabiyan dewleta Tirk a mêtingehkar, çeteyên wê, kapîtalîstên Emerîka, Rûsya û Ewropayê ne. Li dijî dagirkeriyê, bêparî û xizankirinê helwesta birûmet a yekane rêxistinbûn, têkoşînkirin û şerkirina li dijî hêzên kapîtalîst û emperyalîstan e. Ev bêrûmetiya ku li mirovatiyê tê ferzkirin tew nayê qebûlkirin. Gelê me û pêşeng wê ev kesên ku vî karî dikin wê ji axên me derxin û bavêjin. Wê hesap pirsîna ji wan berdewam bike.
Li herêma me û cîhanê dagirkerî û şer leza xwe kêm nake. Berpirsiyarên wê hêzên emperyalîst û kapîtalîst û bûrjûwazî ye. Ew dixwazin cîhanê ji nû ve parve bikin û şer amûrê vê yê herî mezin e. Gel li dijî şerên emperyalîst, mêtînger û dagirker dengê xwe bilind dike. Gel li dijî pergalên bûrjûwazî, emperyalîst, dagirker û serdestiya zilamperest dixwaze çarenûsa xwe bigire destê xwe. Ji bona vê têdikoşe, derdikeve kolanan û li berxwe dide.
Gerîla li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yê hevkar berxwedaneke mezin dide. Li di jî dagirkerî û hevkariyê li çiya û bajaran şerê azadî û rûmetê bilind dike. Rêheval Sara û Rûken bi çalakiya xwe ya fedayî ya li Mêrsînê bûn sembola rewatiya her cure tundiya bindestan.
Serhildana ku di pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de destpê kiriye, her ku diçe mezin dibe û belavî herêm û cîhanê dibe. Jin û bindest li derdora dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” her roj derdikevin kolanan. Guhertin û azadî dixwazin. Êdî şoreş çarenivîs in. Wê tu hêzên faşîst ên paşverû nikaribe li ber hêrsê bindestan ku mezin dibe û dikeve tevgerê bisekine.
Serhildan bi pêşengiya jinan destpê dike û mezin dibe. Em êdî di demên ku ev agirê serhildanê bi şoreşê tacîdar bikin de ne.”