Ev pergala desthilatdar ji bo ku ew nirxên civakî yên maddî û yên manewî jî bi carekê de bikaribe ji holê rabike, ji xwe pêdiviya xwe ya perçekirina civakê dibîne. Jiber ku ew hebûyîna civak ya kolektîf, ya jiyana wekhev, ya îradî ku xwe dispêre pîvanên exlaqî û polîtîk jibo xwe weke xeteriyekî dibîne û ji bo firehkirina sînorên xwe yê desthilatdariyê weke astengiyêkê dibîne.
Civakeke dema ku xwe bi hêz dike, di hêlê jiyanê de li gorî zihniyeteke kolektîf û çandeke azad xwe bi rêxistin dike, ew dem pergala desthilatdar nikare xwe li ser wê civakê ferz bike û li gorî ku dixwaze nikare tevbigere. Jibo ku pergala desthilatdar bigihîje armanca xwe pêdiviya xwe bi perçiqandina wê civakê dibîne. Ji bo ku biperçiqîne gelek pîlan datîne, bi hemû hêza xwe û derfetên xwe êrîşî wê civakê dike. Tişta ku destpêkê êrîş dibe ser, nirxên wê ya civakê ku xwe pê ava kiriye û mezin kiriye. Jibo tinekirina wan nirxan jî rêka ku destpêkê dişopîne rêka komploye, ji xwe dîroka komplo jî bi vê pergala desthilatdar ya pênc hezar sal re destpê kiriye.
Komplo rastiyeke pir qirêje di dîroka mirovatiyê de, mirov dikare bêje tevahî qirêjî û xirabî jî bi komployan re destpêkiriye. Komplo bi pîlanên veşartî tên çêkirin, di hindirê xwe de rêbazên pir zirav dide bikaranîn, bê ku haya mirov ji mirov hebe dikşîne nava xefkan, bi rêbazên ku mirov di şoqê de dihêle mirovan tengav dike. Xapandin, fêlbazî, durûtî, derew û h.w.d ev taybetmendiyên komplo yên esasîne.
Bi giştî mirov dikare bibêje pergaleke dema bixwaze pala xwe bide taybetmendiya tehkumkirinê, jibo ku hegemontiya xwe li ser civakekê an gelekî bi hêz bide avakirin, berê xwe dide komployê. Ciheke ku komplo hebe li wir siyaseta înkar û ya îmhayê jî mirov dikare bêje heye, yan li ciheke ger ku ev siyaseta înkar û îmhayê tê şopandin, di heman demê de rêbazên komplowarî jî tênepêşxistin. Piraniya komployên ku heya niha di dîrokê de pêşketine, çi komployên ku li hemberî çand û pergala civakên xwezayî ku xwe dispêre çanda dayikê, çi jî komployên ku li hemberî şoreşgerên ku xwe ji civakên xwe re kirine pêşeng û jiyanên xwe fedayî wan kirine, li ser esasê rakirina îradeya azad û ferzkirina bê îradî li ser civakan bûye.
Sedemek ji sedemên ku Rojhilata Navîn bi salane ne gihiştiye îstîkrarek û jiyaneke aram di nava gelan de pêşnakeve, ew rêbazên veşartî yên ku bi komployan têne pêşxistine. Di herêma Rojhilata Navîn de, komplo bi tevgera hin hêzan tê pêşxistin, ev hêzana kîne, kesên ku ji derve de xwe wekî ku nêzîkî te dibin didine nîşandan, lê di heman demê de li pişt te bi hin hêzên ku dijberîtiya te dikin re dibe yek û pêre di nava îtîfaqan de ye. Nimûneyên vê jî çi di dîroka Kurdistanê debe, çi jî di dîroka Rojhilata Navîn debe pir hatiye jiyan kirin.
Rêbertî di parêznameyên xwe de li ser rastiya komployên ku di Rojava de, di rastiya Romiyan, Grekiyan de hatine pêşxistin di pir ciyan de nirxandiye. Dostên hindirîn yên liRojhilata Navînde ku bi wan dijberan re bûye yek di dîrokê de gelek caran xwe daye nîşandan. Ev jî yan li hemberî şexsekî hatiye sazkirin, yan li hemberî komekê, yan partiyekê, yan hêza civakekê ye û xwe li ser van bi rêxistinî dike û bi tevger dike. Dixwaze bi riya xefikan wê hêzê bide hilweşandin.
Çima li hemberî şexsan jî komplo pêş dikeve, ger ku şexsek dikin hedef ew dem çi taybetmendiyên ew şexs hene ku ji xwe re weke xeteriyekê dibînin. Di ew şexs de yan fikreke ku dixwaze têxe xizmeta civakî de ji xwe re bi xeterî dibînin, yan jî vîna ku temsîl dike weke riskeke ku li hember xwe dibînin û dixwazin wê vînê biperçiqînin. Yan jî keseke ku xwedî daxwaza aşîtî û demokrasiyê tevdigere û bi van daxwazan civakê bi ronî dike, kesên wiha ev pergal ji xwe re weke riskan dibîne. Ji ber vê yekê pergal dest bi xefika xwe ya qirêj dibe, wê/ wî kes ber bi tinebûnê ve dibe. Ev tinebûn çi fîzîkî be çi fikrî be dema ku dixwaze pêkbîne, armanc ewe ku xwe li ser wê civakê ferz bike, feraset jî ewe ku ev pergal tu fikreke ji xwe bi hêztir, tu fikreke ku weke elternatîf li hemberî xwe dibîne nikare qebûl bike.
Ji bo komeke ku dixwaze xwe li hemberî pergala heyî bi rêxistin bike, bi heman rastiya komployê re dibe ku rû bi rû were. Di heman demê de ji bo partiyekê jî mirov dikare wiha binirxîne. Ji xwe ev yek jî heye, pergal li hemberî her keseke ku cuda difikire, an partiyek an civakek pêdiviya pêşxistina komployê nabîne. Herî zêde li ser kesên ku li hemberî vê sistemê derdikevin re komployan saz dikin. Niha em li Rojhilata Navîn dema meyze bikin, gelek partiyên cûda hene, çi partiyên demokrat hebin, çi yên çep, çi partiyên nijadperest hebin, lê ji ber ku ev partiyana di xeteke dijberî pergalê de nînin, pergal zêde pêwîstî bi êrîşkirina ser van partiyan nabîne. Ji ber ku ev tevgerana xwedî fikreke civakî nînin, xwedî lêgerên azadiya civak nînin. Lewma pergala vana ji bo xwe weke xeterî nabîne. Heya pir tevgerên wiha di bin siya pergalê de tevdigerin, çarçoveya ku ev pergal ji bo wan dide diyar kirin wê ji xwe re esas digrin, yanî mirov dikare bêje ku bi pergalê re di nava îtîfaqan de ne.
Sistema desthilatdar bi giştî, ya modernîteya kepîtalîzmê bi taybetî her dem komplo li hember kesimên ku weke muxalif ji xwe re dîtiye pêş xistiye. Ji ber ku ev kesîmana rastiya pergalê eşkere dikin û ji civakê re jî vêna radigihînin. Niha di Kurdistanê de jî dema em meyze bikin, hin tevgerên kurdan hene, weke nimûne ger em bidin partiya Kemal Bûrkayî heye, ev partiyeke ku bi salane xwe di Kurdistanê de bi rêxistin dike, pir kes dibe ku bi navê wê jî nebihîstibin, an ger ku bi navê wê jî bihîstibin zêde tişteke li ser vê partiyê nizanin, ji ber ku heya niha ev partî ji bo gelê kurd, civaka kurd tu tiştekî ku em bêjin bi navê azadiya gel an civak ne kiriye, ji lewma partiyeke ku pergal jî zêde pêdiviya xwe ya ku pêre mijûl bibe nabîne. Gelek rêvebir û tevgerên cûda jî hene, lê pergal ji xeter dîtinê zêdetir vana weke destên ku ji bo xwe alîkar dibîne. Pergal bi xwe jî destek dide van tevgeran û di çapê wan de bi hêz dike.
Dema ku pergal komplo pêş dixe, gerekçeya meşrûkirina vê rêbazê ji bo ku xwe bide ava kirin, destpêkê hêza ku li hemberî wê komplo dide pîlan kirin, wê hêzê teşhîr dike, navê terorê lê dike, ji raya giştî re wiha dide xuyakirin ku ew hêz ne meşrû ye, ne rawa ye, wer dide nîşandan ku vaye hêzeke bi xeter heye ji bo wê pêwîste ez mudaxele bikim, yanî ji xwe nabêje ku ez komplo dikim. Li hemberî armanca xwe ya komplo bi awayeke pir zirav û veşartî nêzîk dibe. Ji xwe re di hişê mirovan de îmaceke ku weke xêrxwaze û ji bo xêrxwaziya mirovan li hemberî hin kesan an tevgeran derdikeve, lê di esas de ji tirsa xwe ya ku biqede û bi dawî bibe hêzên ku dikare wê bide hilweşandin dike hedef.
Niha dema ku em êdî rastiya komploya ku li hemberî şexsê Rêber APO de pêşxistin binirxînin, ramanê Rêber APO ji bo xwe weke xeteriyeke mezin dîtin. Ji ber ku Rêbertî hem hêzeke azadiyane jibo gelê kurde, hem jî ji bo Rojhilata Navîn û gelên wê ye, yan Rêbertî hêviya gelan ya azadiyê û vê daxwaza han di fikr û tevgera xwe de ava kiriye. Tevahî pergalên desthilatdar, dagirker, hêzên sîxûr ji pergalê yê di nava Rojhilata Navîn de dema ku ev tev hatin gel hevdû, diyare ku bi demdirêjî li ser rastiya Rêbertî ya ku ew ji bo Rojhilata Navîn weke hêzeke awarteye ponijîne û di encamê ponijandina xwe de li hemberî Rêbertî komployê pîlan dikin.
Ji ber ku felsefeya Rêbertî felsefeyeke ku ew meyzandina pergalê ya ku xwe bera nava rihê civakan dida vala derdixist, felsefeyeke ku felsefeya pergalê ji hişê mirovan paqij dike û li şûna wê bi ferasetên nû dide dagirtin û dide qebûl kirin. Şêwaz û rêbazên Rêbertî yê piratîkkirina vê felsefê di civakê de pir dewlemend û kûr bûye, ji lewma girseya ku ev felsefe dipejirand jî pir bi lez zêde dibû û her ku diçe hîn zêdetir dibe. Ev girse ne tenê ji gelê kurd pêk tê, ji gelên Rojhilata Navîn û ji gelên cîhanê jî pêk tê, em vê di rastiya şoreşa Rojava û di dema komkujiya Parîsê de jî hîn zêdetir dibînin. Pergala kapîtalîst jî ev hêza Rêbertî ya yekkirina civakan, ya anîna perçeyan gel hevdû dît, ji ber ku kapîtalîzim xwe bi parçekirina civak û belav kirina wan bi hêz dike.
Komploya navnetewî di esas de li hemberî felsefeya Rêber APO ya jiyanê û azad kirina mirovatiyê hate pêşxistin. Lê helwesta Rêber APO ya li hemberî komplo jî pir bi zanebûyîn û bi hişyarî pêşket. Di demeke ku her kes dikete nava meraqên gelo ew dê êdî çibibe, Rêbertî hate dîlgirtin û şûnve Tevgera Azadiya Gelê Kurd gelo wê êdî çawa xwe li ser piyan bigire, gelo êdî ev tekoşîn wê bereke çawa bigire û her wiha pirsên weke wê yê ku dikete serê herkesî. Lê Rêber APO bi gavên xwe û bi bangewaziyên xwe yên aşîtî û demokrasiyê vala derxistina komplo da çêkirin. Rêbertî ji wê kêliya ku hate girtin heya niha jî li hemberî armancên komplo û konseptên wê yê nû di nava tekoşîneke mezin de ye û her carek jî Rêbertî wan vala derdixîne û pîlanên wan xera dike. Îsbatê vê jî pêşketinên ku îro di nava gelê kurd de tê jiyankirinê ye.
Niha em li Rojavayê Kurdistanê jî meyze bikin, pergala Xweseriya Demokratîk ya ku Rêbertî projeya wê pêşkêşî gelê kurd kir, di Rojava de gelê kurd niha wê pergalê ava dike û derfetên xwe yên jiyanê li gorî rastiya şoreşa ku da destpêkirin diafirîne. Niha di Rojava de tenê hêzeke ku li wir gel biparêze ji derve de ne hatiye, gel bi xwe bi erkê xwe parastinê û avakirina hêza xwe ya ewlekariyê de têdikoşe. Ji ber ku gelê kurd li wir gihîşte qenatekê ku êdî ya wê bi felsefa Rêber APO jiyan bike û li gorî wê jiyana xwe bi tanzîm bike, yan jî wê bibe qurbana pergalên dagirker û yên desthilatdar ku ew jî ji kolekirinê pê ve tu tiştekî nade, ji xwe ew ji bo wan tê wateya mirineke her roj. Gel bi hilbijartineke bi zanebûn û bi bawerî êdî pêdiviya şoreş pêşxistinê dît.
Bê guman ev pêşketinana tev bi keda Rêber APO ya vala derxistina komplo yê pêk tê. Gelê kurd jî di şexsê Rêbertî de ew komploya ku li ser çarenûsa wan tê pîlan kirin fêm kir. Ji lewma yê herî zêde jî destek dide helwesta Rêbertî û dixwaze bi sekna xwe ew jî helwesta Rêbertî ya li hemberî komployê bi hêz bike gelê kurd yê piranî ye. Di heman demê de dema ku em li Bakûrê Kurdistanê jî meyze dikin, gelê me yê ku li wir jiyan dikin bi salane li hemberî zexta pergala dewleta tirk ya înkar û îmhayê re rû bi rû maye, bi sedan bûyerên tirajedîk bi gelê me yê li wir dane jiyan kirin. Ev pergala ewqas hişk em dibînin ku niha Rêbertî wan dikişîne polîtîkaya rast, wan ji bo çareseriyê tengav dike. Rêbertî niha li wir rêjîma dewleta tirk jî ji bo guhertinê dixe nav tevgerê.
Ji lewma niha gelê me yê li wir ji zarokeke biçûk heya mirovên pîr felsefeya Rêbertî himêz dike û bi vê himêzkirinê tekoşîn dike. Heya em dikarin bêjin ku êdî civaka tirk jî li hemberî pergala dewletê dem dem nerehetiyên xwe didin pêş. Ev yek çavkaniya xwe ji tekoşîna Rêbertî ya li îmraliyê jî tê. Rêbertî di nava zindana îmralî de jî herdem bû xwedî tekoşîn, sistema xwe ya jiyanê li wir jî da avakirin û li wir jî deqeyeke bê xebat nema, bê tekoşînî nema. Tekoşîneke bîrdozî bi siyaseta demokratîk Rêbertî li hemberî siyaseta komplogeran da meşandin, siyaseta Rêbertî biserket û ya komplogeran em dibînin her ku diçe dixetime.
Em jî weke Tevgera Azadiya Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Jin li hemberî vê komployê bi xwe kûrkirina di siyaseta demokratîk de em ê hîn serkeftî li hemberî vê komployê tevbigerin û vê komployê bidine rawestandin, ji xwe îdîa, lêhûrbûn û tevgerkirina me jî li ser vî esasî ye. Hêviya ku em gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn careke din nekevin xafiliyan û neyên xefikan di me de pir bi hêz tê jiyan kirin. Ji xwe êdî ew asta zanebûn û hişyarîbûyînê jî pêşketiye, hêviya me jî ji ber vê yekê ye. Bi hêviya ku ew ê careke din çavên me bi birîn ranezê û bi birîn venebe û bi hêviya ku em dê careke din êşeke wiha wek ya 15’ê sibatê jiyan nekin, bi hêviya ku em di demeke nêzîk de bi Rêbertî re hevdîtin bidine çêkirin, careke din em vê komployê şermezar dikin.
Ezîme Qamişlo Nivîsandiye……