ŞENGAL – Tevgera Ciwanên Êzîdxan û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di salvegera komploya navdewletî de ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya kon a 3 rojan li darxistin.
Îro jî li Geliyê Kersê, li Baxçeyê Serokatî bi peşêngtiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidîxane li dijî komploya navdewletî û peymana 9’ê Cotmehê çalakiya konvedanê hat depêkirin. Ji bo piştgiriya çalakiyê ji çar aliyên Şengalê gel berê xwe didin cihê çalakiyê. Çalakiya kon wê 3 roj berdewam bike.
Di çalakiya ku îro destpê kir de pêşangeh û standa pirtûkên Rêber Apo hatin vekirin. Di çalakiya 3 rojan de wê ciwan li ser fikir û îdeolojiya Rêber Apo biaxivin.
Her wiha sibe saet 14:00’an li Sinûnê meşek were li darxistin û di dawiya meşê de serdana konê çalakiyê were kirin.