MARSÎLAYA – Bi pêşengtiya CDK, TJK-E û TCŞ’ê îro bi sedan kes ji bo azadiya Rêber Apo li Marsîlyayê daketin qadan. Li gel siloganên “Bijî Serok Apo” bê navber siloganên “Dîktator, Terorîst Erdogan” hatin berz kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku ji Dragûîgnan, Montpellîer, Marîgnaneê hatin, saet di 14.00’an de li qada Canabîere a Marsîlyayê ber bi qada Vîeûx Portê ve meşiyan.
Gava meşê, pankartekê mezin ê bi Fransî li ser “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me ye” nivîsandî û aleke mezin a PKK’ê hat hildan.
Girseyê, qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir, dirûşmeyên ‘’Bimire xiyanet û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ berz kirin û berxwedana gerîlayan silav kir.
Çalakî, bi mîtîngê dewam kir. Ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê û ji bo bîranîna her du şehîdên çalakiya fedaiyane ya li Mêrsînê deqeyek rêz hat girtin.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin. Zozan Serhat ku li ser navê TJK-F’yê axivî, got: “Azadiya Rêber Apo, destpêkê azadiya jinan e.’’