MEXMÛR – Îro saet 10.00’an li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî li dijî Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê meşek girseyî pêk hat.
Şênî û xwendevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û ji vir heta li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.
Piştî ku girse gihîşte li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) deqeyek rêz ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel Yusif Kara axivî.
Yusif Kara di destpêka axaftina xwe de Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir, her wiha tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got: “Ez beriya her tiştî di kesayeta Rûkenan, Sarayan, Bahozan, Mardîn, Ebuzêdan de tevahî şehîdên meha Cotmehê de ku bi serxistina azadiya gelên bindest, ji bo pêşxistina xeta Rêber Apo canê xwe feda kirin, bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em 24’emîn komploya qirêj, komploya hêzên zirhêz ên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtin em bi hemû hêrs û kîna xwe wana şermezar dikin.”
Di tevahiya meşê de gel bê navber siloganên “Bijî Serok Apo” û “Kes Nikare Roja me Tarî Bike” qîriyan.