ŞENGAL – Ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo û li peymana ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de ji bo têkbirina Rêveberiya Xwaser a Şenaglê hatibû îmze kirin, meşeke girseyî li darxistin.
Di meşa bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Ezîdxan de jinên ciwan û ciwanan bê navber siloganên “Bijî Serok Apo” û “Bimre îxanet” qêriyan. Ciwanan bi hemû coş û rihê tolhildanê azadiya Rêber Apo qêriyan.