AMED – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sara Tolhildan-Rûken Zelal duh êvarê (9’ê Cotmehê) saet di 22.00’an de li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakiyek li darxist.
Yekîneyê diyar kir ku li dijî Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo çalakî pêk anîne û got, “Heta ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe wê çalakiyên me bidomin.”
Daxuyanî wiha ye;
9’ê Cotmehê danê êvarê saet di 22.00’an de li Taxa Sûrmelî ya Wanê li dijî polîsên Tirk ên faşîst bi bombeyên destçêkirî û fişekên hewayî yekîneyeke me çalakiyek li darxist. Yekîneya me bêyî zerar ji cihê bûyerê derket.
Yekîneyên me wê Kurdistanê ji dijmin re bikin dojeh û dibêjin, “Em ciwanên Kurdistanê heta ku Rêbertiya me bigihêje şert û mercên azadiya fîzîkî emê çalakiyên xwe bidomînin. Desthilatdariya faşîst a ku hewl dide me ji Rêberê me dûr bixe, divê bizane ku Rêberê me di rih û mêjiyê me de bi me re ye, bi kurtasî ramanên wî her kêlî bi me re ne.
Dîsa em soz didin ku; “Tu polîsên Tirk ên faşîst wê nikaribin li Kurdistanê bi awayekî serbest tevbigerin û emê hertim û li her derê di nava wan de bin. Heta ku hemû axa Kurdistanê biterikînin.