NAVENDA NÛÇEYAN – Di çend mehên borî de hejmarek ji çalakvanên siyasî li derdora bajarê Silêmaniyê hatin kuştin û heta niha kujerên wan nehatine girtin. Herî dawî jî jina şoreşger a bi navê Nagîhan Akarsal endama desteya weşanê ya kovara Jîneolojiyê li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê bi 11 guleyan hat qetil kirin. Şehîd xistina Nagîhan di roja salvegera şehadeta Dr. Sîrwan ku ji aliyê PDK’ê ve hat şehîd kirin de pêk hat, bê guman ev jî tesadûf nîne.
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1983’an û vir ve êrîş û operasyonan li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk tîne, bi giştî zêdetirî 32 operasyonên mezin û fermî li dijî Başûrê Kurdistanê pêk anîne. Her wiha bi sedhezaran bomberdûman û topbarankirina ax, gund, zevî û gelê Başûrê Kurdistanê kiriye. Ev hemû êrîşên ku pêk tên jî di bin destûra Malbata Barzanî û PDK’ê de tên kirin. Wan destê xwe di nava hevkariya bi dagirkeran re qirêj kirin e. Tişta ku di dîrokê de diyar dibe dijminatiya dewleta Tirk a faşîst a li dijî hebûn, nasname û berjewendiyên gelê Kurd e. Dewleta ku hewl bide her dengê ku li ser navê kurd û kurdayetiyê tê bilin dkirin bitepisîne û bifetisîne.
Sala borî dewleta Tirk a dagirker li ser esasê komployeke nû ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û Herêma Parastina Medya Ku ku bi salan bû baregeha gerîlayan dest bi êrîş û dagirkeriyê kir. Li Zap, Metîna û Avaşînê bi hevkariya mezin a PDK’ê êrîş pêk hatin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker her cure teknîkê diceribîne, êrîşên bejayî û hewayî yên mezin dimeşîne û ji bo avakirina Helebeçeyeke din, her cure çekên kîmyewî û çekên qedexe bi kar tîne. Lê bi berxwedan, hêz û îradeya pola û bi taktîkên gerîla yên sedsala 21’an re rû bi rû ma. Armanca vê operasyonê heta roja îro hatiye pûç kirin û bi berxwedana bê navber yê gerîlayan re şer di asta herî jor de dom dike. Li gor bîlançoyê zêdeyî 2 hezar û 700 leşkerên Tirk ên dagirker hatin ceza kirin. Ev yek ji bo dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê têkçûnekî nû ye.
Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî hewl dide vê têkçûnê veşêre, li ser vê bingehê har bûye, her roj gelan ji bo berjewandiyên xwe dike qûrbanî. Rojana bê navber komkujiyan bi serê gelan de tîne. Êrîşên balafirên şer û balafirên keşfê yên bêmirov ên li ser herêmên geştyarî yên Başûrê Kurdistanê ku sivîl lê dijîn, her wiha Şengal, Mexmûr, Rojavayê Kurdistanê û metirsiya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê berdewamiya van komployên qirkirinê ye.
Reftar û komployên dewleta Tirk a dagirker nîşan dide ku PKK’ê weke hêzeke sereke ya Kurdistan û herêmê dibîne. Herkes vê rastiyê dizane ku PKK ne girêdayî tu hêz û aliyekî ye, vê yekê jî tirs û fikar ji wan re çêkiriye. Armanca duyemîn a Tirkiyeyê bi riya hikûmeta Herêma Kurdistanê, desteserkirina destkeftiyên gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê ye. Tirkiye di wê baweriyê de ye ku gava karibe PKK’ê têk bibe, bi hêsanî dikare hikûmeta Herêma Kurdistanê qels bike û ji niha zêdetir wê bixe xizmeta xwe da. Li ser rê û komploya dîrokî ya sedsaliya Lozanê. Mijara Mûsil û Kerkûkê jî armanceke din a dewleta Tirk a dagirker e û dixwaze Kerkûk venegere ser Herêma Kurdistanê.
Di nava çend mehan de li Silêmaniyê çend çalakvanên siyasî, şoreşger û welatparêz hatin qetil kirin.
Doza terora li Başûrê Kurdistanê, di bin serweriya malbata Barzanî de, di bin siya desthilatdariya PDK û YNKê de, gelek pirsan derdixe pêş.
- Haya dezgehên îstîxbaratê yên PDK û YNK’ê ji van cînayetên MÎT a faşîst a Tirk heye yan na?
- Ev sûîqest li ser daxwaza desthilata gendel a malbata Barzanî yan jî li ser daxwaza îstîxbarata Tirk a faşîst û bi riya MÎT’ê tê kirin?
- Gelo tirsa belavkirina fikrên Rêber Apo ya bi riya wan kesayetên rewşenbîr, siyasî û civakî heye ?
- Ravekirina gendeliya rejîmê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo PDK û YNK’ê çiqas xeter e?
Dewleta Tirk a faşîst ji bo ku bigihêje armancên xwe, her cure rêbazên bêexlaq û bêwijdanî bi kar tîne. Bê guman belavkirina ramanên Rêber Apo li Başûrê Kurdistanê û Iraqê wê gelek guhertinan pêk bîne. Ev yek ji bo desthilatdarên Başûrê Kurdistanê nîgeran e û berjewendiyên eşîrî yên malbata Barzanî jî dixe xeterê. Ev ji bo dewleta Tirk a dagirker xeteriyeke mezin e. Ji ber vê yekê kesên ku ji bo vê yekê şer dikin dikin hedef û qetil dikin.
Her çiqas terora siyasî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, lê di dema desthilatdariya Başûr de li Behdînan destpêkir PDK ‘ê bû yekem tometbarê vê tawanê.
Piştî serhildanên ku li herêmê rû dane yekem car PDK’ê di destpêka sala 1992’an de Hakim Tehsîn û Sadiq Sindî qetil kirin û piştre Reûf Akri bû şehîdê sêyem. Îro 30 sal bi ser kuştina nivîskar û çalakvanê siyasî Reûf Akreyî re derbas dibe.
Terora li Başûr di dema desthilatdariya hikumeta herêmê de ji Behdînan derketiye û pêşengê vê sûcê jî PDK’ê ye.
Di çend mehên borî de hejmarek ji çalakvanên siyasî li derdora bajarê Silêmaniyê hatin kuştin û heta niha kujerên wan nehatine girtin. Herî dawî jî jina şoreşger a bi navê Nagîhan Akarsal endama desteya weşanê ya kovara Jîneolojiyê li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê bi 11 guleyan hat qetil kirin. Şehîd xistina Nagîhan di roja salvegera şehadeta Dr. Sîrwan ku ji aliyê PDK’ê ve hat şehîd kirin de pêk hat, bê guman ev jî tesadûf nîne.
Di sala derbasbûyî de gelek şoreşger, aktîvîstên siyasî, rojnamevan û welatparêzên Bakurê Kurdistanê ku Başûr weke parçeyekî welatê xwe didîtin, li wê derê hatin qetil kirin.
- Şûkrî Serhed di 17.09.2021’ê de li taxa Çewerçera ya Silêmaniyê hat qetil kirin.
- Zekî Çelebî di 17.5.2022’an de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hat qetil kirin.
- Suhêl Xurşîd di 28.8.2022’an de li navçeya Kafrî hat qeitl kirin.
- Nagîhan Akarsel di 10.04.2022’an de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hat qetil kirin.
Ji bilî van jî bi dehan şoreşger, çalakvanên siyasî û sivîlên din ku bi guneh hatine qetil kirin hene.
Yek ji armanca sereke ya terora siyasî kuştina rojnamevan û çalakvanên ku dixwazin li dijî rêjîma zalim û gendel a Başûr bibin hêzeke protestoyî ya siyasî, bi taybetî yên ku fikrên PKK û Rêber Apo parve dikin, tunekirin e. Her wiha terorîzmkirina rojnamevan Wedat Husên jî, yek ji wê bû ku dixwastin dengê azadiyê qut bikin.
Derwêş Tolhildan Nivîsandiye…