NAVENDA NÛÇEYAN – JXK û YXK’ê ji bo bibîranîna Şehîd Huseyîn Çelebî, 29’emîn Pêşbirka Wêjeya ya Hûseyîn Çelebî li Stûttgart Festhalle ya li Stûttgart Feûebachê li darxist. Ji Ewropa, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek çîrokên kurt û helbest hatin şandin. Tevlêbûna herî zêde ji girtîgehên Elmanyayê û Tirkiyeyê çêbû.
Derbarê pêşbirkê de ajansa me bi bavê şehîd Hûseyîn Çelebî (Rifet Çelebî) , Lûqman Guldivê, Bayram Balci, Zîlan, Bengîn û Havîn re roprtaj girt. Wan di axaftina xwe de diyar kir ku, ji ber pêşengtiya pêşbirkê ciwan dikin, ji ber vê rihê pêşbirkê ciwane û gotin; “Weke Rêber Apo jî gotî; “Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî ser bikevin”, ev pêşbirk bersivdayîna vê gotinê ye. Ev pêşbirkekî pir nirxdar e.”
Heman demê de diyar kirin ku pêşbirka Hûseyîn Çelebî ji bo xizmetkirina wêjeya Kurdî derfetekî pir mezine û bi riya wê dikarin wêjeya Kurdî cîhanî bikin.
Destpêkê derbarê kesayet û jiyana şehîd Hûseyîn Çelebî de bavê wî Rifet Çelebî axivî û got; “Dema ku Hûseyîn 6-7 salî bû wêneyên Barzanî bi dîwarê ve dalaqandibû, digot ev paşaya me ye. Û got eger ku Kurdistan rizgar bibe tu bibî qral û ez jî bibim prens. Min jê re got; “Na, li Kurdistanê prens tune ye”, wê demê ew hîna 6 salî bû.
Lê dema ku ew 7 salî bû min û wî me bi hevre li Hamburg çalakî çêkir. Di vê çalakiyê de Ecevît 67 Kurd teslîmî Sedam kiribû. Sedam jî ew hemû kuştin. Em her du û sê hevalên Elman me dêrêyekî baskî kir. Sala 1974’an bû Hûseyîn çalakiya xwe ya yekemîn kir.
Dema çû dibistana navîn, di rojnameya dibistanê de, dema ku 12 salî bû dest bi nivîsandinê kir. Ji rojnameyên dibistanê ser beyaniyan nivîs dinivîsî. Piştî wê bi çepgirêk Elman û bi JUSOS re tevgeriya. Ji bo ku ji wan fêrî folklorê bibe tevlî wan bû, lê piştre berda. Piştî wê heya demekê bi ciwanên sosyalîst ên Elman re tevgeriya. Lê wî hertim Kurdistan diparast û di asta cîhanî de jî Kurdistan diparast.
Piştre em çûn Îzmîrê ji bo dîtina bapîr û dapîra wî. Em çûn Kadifekale. Em her ku diçûn, zêde têkiliya me bi çepên Tirk re nedihat. Me hertim şer dikir. Lê Hûseyîn tim welatparêz bû. Diya wî Tirk e, ne Kurd e. Lê dema Hûseyn 16 salî bû, çû li gel çepên Elman ma. Piştî ku dibistana xwe qedand diçû her derê. Di ciwaniya xwe de jî antî-faşîst bû. Ji wî re digotin ‘Hûseyîn komunîst e’.”
Her wiha yek ji kesên ku cihê xwe di jûriya de girtiye û di beşa çîroka Kurdî cihê xwe girtiye jî Lûqman Guldivê jî derbarê pêşbirkê de wiha axivî; “29’emîn Çalakiya Wêjeya Hûseyîn Çelebî hat li darxistin. Min di beşa çîroka Kurdî de jî cihê xwe girt. Îsal beşdarbûna şaxê kurdî li gorî par kêmtir bû. Ji girtîgehên Tirkiyeyê 10 çîrok hatin. Kalîteya çîrokan, afirandina wan ji nîvî zêdetir serkeftî bû. Li ser civaka Kurd bû. Me li gorî wê nirxandinên xwe kirin. Xebateke hêjayî xelatê hebû, aliyê teşwîq kirin de jî, baş bû. Xebatek pîroz ji ber ev 29 salin didome. Tenê hin rexneyên min hene. Ev ne cara yekem e ku ez li vir bi hevalên xwe yên xwendekar re dibim jûriyê. Diviyabû berê bang bihata kirin. Divê endamên jûriyê beriya ku xebat destpêbike bên diyar kirin. Hevalên min ên xwendekar dikaribûn vê berê, beriya Sibatê, plan bikin. Dikaribû bi vî awayî serkeftîtir jî bibûya. Divê em xebateke ku layiqî Hûseyîn Çelebî be li derbixînin. Bi vê minasebetê ez Hûseyîn Çelebî bi bîr tînim.
Di destpêka salên 90’î de Hûseyîn berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Û di Cotmeha 1992’an de şehîd ket. Di heman demê de yek ji kesên yekemîn e ku di nava Tevgera Kurd de di zindaneke Elmanyayê de parastina siyasî kiriye. Di Doza Dusseldorfê de ku weke yekemîn doza siyasî ya mezin di têkoşîna Kurdan de tê nas kirin, parastina siyasî ya Kurd kiriye. Divê ev parastinên ku wî ji bo gelê Kurd kiriye bên xwendin. Hêvîdar im ku xwendekar jî name û nivîsên wî yên li zîndanê hatine nivîsandin belav bikin. Divê em mîrateya ku wî ji me re hiştiye bidomînin.”
Rojnemavan Bayram Balci ku di Özgür Gündemê de kar dike anî ziman ku pêşbirka Hûseyîn Çelebî pêşbirkekî ciwane, ji ber ku di pêşengtiya ciwanan de tê li darxistin û got; “Navê min Bayram Balci ye. Ji Özgür Gündemê vir ve 25 salin di çapemeniya kurdî de dixebitim. Di Çalakiya bîranîna Hûseyîn Çelebî ya vê mehê de hevalan di şaxa kurte çîrokên bi zimanê Tirkî erka jûriyê dan. Ji xwe ev bi salane weke xebatkarekî çapemeniyê û şoreşgerekî min ev pêşbirk dişopand.
Weke şoreşgerekî, weke kesekî ku berê di çapameniyê de dixebitî. Çîrok û helbestên ku tevlî pêşbirêk dibûn me ew dişopandin û nûçeyên wan parve dikir. Îsal her çiqas tevlîbûn kêm be jî, lê di naveroka wê de, hem di aliyê wêjeyî û hem jî hunerî de xebatên bi nirx derketin pêş. Rûxmî ku ez ne peywîr jî bûm, dîsa helbest û çîrokên ku bi serketine min ew xwendin. Min ferq kir ku pêşbirka Hûseyîn Çelebî ya 29 salin berdewam dike, di aliyê pêşketina ziman û wêjeya Kurdî de rolekî girîng dilîze.
Dikarim bêjim li ruxmî ku ev pêşbirk 29 salin dewam dike, ku di pêşengtiya ciwan û xwendekarên şoreşger de hatî li darxistin, heya niha hîna jî ciwan e. Ji ber ku di pêşengtiya ciwanan de ye, ji ber vê jî pêşbirkekî ciwan e. Weke Rêber Apo jî gotî; “Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî ser bikevin”, ev pêşbirk bersivdayîna vê gotinê ye. Ev pêşbirkekî pir nirxdar e, yên ku tê de ked dane, ez spasiya wan dikim.
Ev pêşbirk ne tenê bi mabesta bîranîna şehîd Hûseyîn tê çêkirin, heman demê de xizmeta helbest, çîrok û çanda Kurdî û hevalên Kurd yên ku bi zimanê Tirkî dinivîsin dike. Ez hêvî dikim ku tevlîbûna Kurdî zêde bibe. Ez bang li ciwan û wêjehezan dikim ku hîna zêdetir tevlî van pêşbirkan bibin û çanda Kurdî li her derê belav bikin.”
Jina ciwan ya bi navê Zîlan jî diyar kir ku ev pêşbirk hêz û motîvazyonekî cuda dide ciwanan û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Me îro li Stuttgartê 29’emîn Festîvala Wêjeya Hûseyîn Çelebî li ser navê YXJ û JXK’ê pîroz kir. Ji aliyê Elmanyayê û ji Swîsre û Awûstûryayê xwendekar hatin. Çîrokên bi Tirkî, Elmanî û Kurdî hatin pêşkêş kirin û me îro xelat dan wan. Îşev gelek moral û hêz da me. Di çand û hunera Kurdî de jî me herî zêde encam derxist. Bavê heval Hûseyîn jî li wir bû û tevlîbûna wî gelek moral da me. Bi vê hêz û motîvasyonê em jî dixwazin ji bo azadî û şoreşa Bakurê Kurdistanê, ji bo azadiya Serok Apo, çalakiyên xwe mezin bikin.”
Beşdarvanê pêşbirkê Bengîn jî destnîşan kir ku pêşbirk bi germahiyeke mezin hate li darxistin û got; “Pêşbirka Hûseyîn Çelebî îro bû, pêşbirk bi germahî û coşeke mezin berdewam kir. Bavê Hûseyîn Çelebî (Rifat Çelebî) jî li vir amade bû. Ya ku em ji ciwanên kurd dixwazin ew e ku xwe ji bîr nekin, çanda xwe biparêzin û welatê xwe ji bîr nekin.
Herî dawî jî jina ciwan ya bi navê Havîn bal kişand ser helandina zimanê Kurdî ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku vê pêşbirkê ji bo wê fikrekî cuda ya Kurdbûnê ava kir; “Tevî ku pêşbirk Hûseyîn Çelebî 29 salin tê li darxistin, ev cara yekemîne ez beşdar dibim, heman demê de çalakiya yekemîne ku Kurdan pêşengtiya wê kirine û ez jî beşdar bûme. Ji ber ku ez dema li Tirkiyê bûm derfeteke wisa nîn bû. Ez bi rastî bandor bûm ku çend kes li hev civiyan û bi serbilindî dibêjin ew kî ne. Û ez hewl didim ku çanda xwe jî fêr bibim.
Di vê pêşbirkê de gelek kesan bandor li min kirin. Ji ber ku ez bi rastî dikarim çanda xwe fêr bibim, ew bi rastî bandor li min kir. Bi taybetî jî bavê Hûseyîn Çelebî (Rifat Çelebi) û gotinên wî ji min re bûn alîkar ku ez cuda bifikirim. Ger mirovek karibe li pêşberî gelek kesan bisekine û her çend ku di nav ewqas tiştan re derbas bibe jî hêviyê bide, ez bi rastî bawer dikim ku hêvî heye. Min tevahiya bûyerê pir bandorker dît û ez ji niha û pê ve gava ku ez vegerim malê tiştek heye ku ez li ser bifikirim û ez pir kêfxweş im ku ez hatim.”
NC// Seher Denîz