REQA- Konferansa 2`yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan vê sibê dest pê kir. Tê de rewşa rêxistinî ya yekitiyê, kar û xebatên wê û perspektîfên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Piştî bidawîbûna nîqaş û gotubêjan, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêmên Reqa û Tebqa hatin hilbijartin. Tê payîn ku di dema bê de endamên rêveberiya Minbic û Dêrazorê werin diyarkirin.
Di dawiya konferansê de rêzebiryar hat girtin;
Ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têkoşîn bê meşandin, li ser şopa fikrê wî sepandina fikr û felsefeya rêbertî, lidarxistina perwerdeyên îdeolojî û siyasî.
Li darxistina hemleyeke rêxistinî ji bo çalakkirina rola jinên ciwan di civakê de û avakirina meclisên jinên ciwan, li bajêr û gundewarê wî.
Di têkoşîn û parastinê de, xwespartina rêgeza niştîmanî ku prensîpa herî girîng a mirov e.
Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, bicihkirina bingeha parastina cewherî di çarçoveya parastina rewa de.
Lidarxistina Mihrîcana 4’emîn a Şehîd Stêrvan li ser asta deverên rizgarkirî.
Zêdekirina çalakiyên hevbeş ên di navbera jinên ciwan ên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.
Zêdekirina serdanên malbatên endamên Yekitiya Jinên Ciwan û lidarxistina civînan bi wan re, bi armanca perwerdekirina wan li ser fikr û birêxistinkirina jinên ciwan.
Aktîfkirina komîteya xwendekaran nexasim ku ew ji girîngtirîn komîteyên Yekitiya Jinên Ciwan e.
Zêdekirina perwerdeyên fikrî yên girtî û bi taybetî yên vekirî û girîngîdayîna pênasekirina azadiya jinan (welatparêzî, têkoşîn, fikr û îradeya azad, rêxistinbûn û bedewbûn û exlaq) di wan perwerdeyan de.
Pêkanîna projeyên xizmetguzariyê ji bo pêşxistina aboriya jinan û destekdayîna wan.
Diyardeya zewicandina zarokan hîn jî kirîzeke divê were çareserkirin, ji ber wê jî divê di vî warî de perwerde û semîner werin lidarxistin.
Lidarxistina hemleyan li dijî madeyên hişbir û sîxurtiya ku dijmin wê belav dike.
Destpêkirina perwerdeyên destwerdanên lezgîn di çarçoveya rewşên şer û seferberiya giştî de.
Vekirina pirtûkxaneyekê ji bo peydakirina pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê.