NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Ji dema şerê taybet ê komara Tirk xwe di Kurdistanê de daye rûnişkandin û vir ve polîtîka dimeşîne di roja me de bi tengaviyek mezin re rûrbirû ye. Bi rastî jî Împaratoriya Osmanî di dema Yawûz Selîm de nokeriya Îdrîsê Bîdlîsî de ber bi Rojhilat û Rojava di belavbûnê de bikar aniye bi gîrîngî divê bê fêm kirin. Pêwîste baş bê zanîn ku, heta ev nokerî neyê fêmkirin û şerê xwe dispêre vê û tê pêşxistin, şêwazê serdestiyê ji hemû aliyan ve neyê nirxandin, tevgera berxwedanê wê pêşketinê xwe yên welatparêzî jî serxwebûnê pêş nexe, wê nikaribe xwe ji xefk û pîlanên hatine pêşxistin rizgar bike. Nêveng çiqas guncaw be jî, wê nikaribe binirxîne û pêngavek cidî ya pêşveçûnê dernexîne holê. Em pir baş dibînin û ji gelik serdeman dizanin, yê bi qasî serê derziyê bi pêşketina netewî bihizire, demdirêj bibe xwedî vê ramanê, dîsa berjewendiyê em dikarin jê re bejin yên eşîrî û teng û helwestên berjewendiyê em dikarin daxin asta kesî bên derbaskirin jî, ber bi pêşketinek desthilatî û pêkhateyek siyasî ve
wê gengaz bibe. Lê belê yên serkêş, her tim girêdayîne, kesayetên pêvekin, ji ber her tim dikevin bin fermana hêzên dagirkerê tên, ango bi wateyek din bi helwestê ji qral qraltir ji ber ku xwe radest dikin, pêdiviya xwe bi sipartina van dibînin, di nav me de tevgera serxwebûnê û pêvajoyên rizgariya netewî zêde derfetê pêşketinê
bidest nexistine. Li beramberî nêzîkatiya Yawûz Selîm ya ku gotiye; “Ji nav xwe mîrê mîra derxin yan jî yekî mîna siltan muxatabê min be bila erkdarekî wisa derxînin holê” ji aliye begê Kurdan ve hatiye gotin; “Em ji vê re ne amadene, encax tu ji me re pêwîstî, encax tu dikarî ji me re bibî desthilat” xiyanet çiqas bi bingehe diyar dike. Ji wê rojê heta îro ev pêvajo neguherî. Di hemû demên hestyar ên dîrokê de belavkeriya navxweyî û parçegerî, nêzîkatiyên yekîtî û serxwebûna gel esas wernagirin, li şûna vê di oxira berjewendiyê xwe de ji parçekirina nirxên herî pîroz yên xwe şûn de nadin, nêzîkatiyên çavê xwe ji bilî berjewendiyê malbat û eşîretê tiştekî din nabîne, dema em ber bi roja me de tên di nav me de pêwendî û jiyan ber bi karesatê ve biriye. Tene ji bo şexsek xwe bide jiyîn, kar heta linavbirina netewekî birine. Ya hatiye serê berxwedanên sedsala 19’an jî ev helwesta neyênî, lanetkirî, noker û xayîn bi xwe ye.
Ti îsyanên dema borî pê ne fikirîn netewî bin, di çarçoveya serxwebûnê de pêş ve biçin. Dîsa berjewendiyê wan ji vê re astengî ava kir; dema dijmin jî ev ferq kir, bi ser de çû û parçe kir. Başê jî bi qasî karî xwe bihêz kir. Dema KT’yê hat damezrandin jî, hêza herî zêde bikar anî dîsa jî ev bûn û bandora gelê me yê berxwedêr ku di bin bandora van de bû. Di encam de ne tenê xwe di rewşa yê herî zêde zirar dît, xwe di rewşa ji dervî dîrokê mayînê de dît. Rewşek wisa neyênî û lanetkiriye ku, pirsgirêkên van derxistine holê, ji ber taxtîbatên tehamula wan zahmet îro em nikarin sere xwe jî rakin. Dema em li diroka çil salên dawî ya xiyanetê dinerin, bi taybet di bin navê teşegirtina PDK’ê de û bi giranî ev pêkhateya li Başûrê Kurdistanê şênber dibe, ev dîrok careke din zindî kir. Bi
dijminê sereke yê gelê me re pêwendiyên bê rêgez de her cureyê radestî pêşxistinê, bi taybet fetisandina her berxwedaniyê de bi pîlanê wan re bû yek û li ser vê bingehê tevgerîn erka xwe ya sereke zanî, rista sereke lîst. Di van salan de di hemû cîhanê de, êlên herî başketî û hov jî, ber bi bûyîna hêzê siyasî û dewletbûnê ve çûn, lê van zêdetir parçe kir, bê desthilatî hişt û ji hêz xistin. Gelekî herî kevnar ê dîrokê û berxwedêr û erdnîgariya herî
guncaw anîn rewşa dijberî pêşketina netewî. Dîsa ji bo li ser bingehekî serxwebûnê şer pêş nekeve, rista sîxurên herî xeter lîstin û xwe ji vê dûr negirtin. Mixabin ev çil sal, -Jixwe rewşa piştî şerê cîhanê yê duwem rave dike- di vê wateyê de li dijberî me serberjêr kir. Dîrok ji bo hemû gelan bi şêweya serxwebûn û yekîtiya netewî pêş ket, di nav me de jî bi parçebûn, ji netewbûnê derketin, ji berxwedanê qutbûn û anîn asta salên hemû hêviyên xwe ji destdayînê. Ger avaniya PKK’ê bi şeweyekê bersiv nedaba vê, piştî salê 1970’ê –jixwe piştî sala 1975’an radestbûna van hebû- dîrok ji bo me tine bibû. Kî çi dibêje bila bêje, li rewşa niha heyî nerîn û gotina; “Na, wê dîrok tine nebûya, ya rast em hemû li ser piya bûn, hêzê welatparêz bûn, me li ber xwe dida” wê demogojî be. Ez bawerim dikarim biselmînim ku ev derewin û min selmandiye. Dîrok tine bibû; bi zorê û zahmetiyan di fetisandin û înkara dîrokî de, wek hêviya dawî û dîsa bi hewldanekê hewldanên em wek tevgera PKK’ê dinirxînin hatin rojevê.
Ji salên 1970’ê şûn de derketinek wisa di vê wateyê de tenê ne derketinek avakirina partiyê bû, heta ne partiye li ser çêkera netewî ya saxlem û ya civakî jî dixwest bide desthilat jî nebû. Kurd heta şaneyê laşê xwe hatibûn belavkirin. Ji netewî û çînbûnê hetibin derxistin. Ji vê jî wêdetir ji mirovbûnê hatibû derxistin. Ji aliyê fîzîkî ve jî tiştekî naşibe mirov, ne diyare çiye û di nav aloziyê, di nav nêvenga dîna de waneya netewbûnê, civakbûn,
çînayetî û mirovbûnê dayîn me esas girt. Di vê mijarê de ya jê ne dihat bawerkirin me gengaz kir, em ji binê vê derketin. Hinekî bi zanabûn û pîlan, hinekî jî tesadufî û xwe li gorî merca guncandinê, bêtir jî dikarim bêjim di encamê hewldanên min bi xwe de, bi şêwazê jiyan û têkoşînekê bi israr me bi dest xist. Di encamê şopandina min de heta salên 1980’ê yan di asta hêvî deme hinekî ber bi rizgarkirinê ve dibir. Pratîka me jî wer ne saxlem bû û yên ku bêjin; “Em ê di pratîkê de pêşve biçin, ser bixin” ez jî di nav de, zêde kesayet nebûn. Lê dîsa hêviyek dawî, bi
rakêşandina hêviya dawî maf dida me got divê em pêş ve biçin, madem derfet û fersend derketiye divê em van binirxînin. Dayîna despêkirina van xebatên me yên dervî welat, pêngava xwe dispêre Rojhilata Navîn, qonaxek nû derxist holê. Di rastiya Kurd de, girêka kor û çareseriya wê hem derketina holê ya asta dahûrînê, hem xwe gihandina pratîka wê, hem jî di wateya siyasî û leşkerî de pir zahmet be jî û wek min got, herî zêde jî bi derbaskirina nebesî û înkargeriya nav xwe, zahmetiya herî mezin di vir de dîtin û pêşveçûn tevî her tiştî pêşketinek bû. Bi rastî jî endamên wê bi xwe jî heta niha ji dîtina vê dûrin, eşkereye hêjî ji pejirandin, rastiya rêxistinî, siyasîbûn û bi taybetî jî leşkerîbûnê bi şêwazê rast fêm kirinê di astek girîng de pir dûrin. Ji aliyê tevgerê ve hatine wergirtin, lê çawa; rayedar û berpirsyarin, lê çawa! Tevî ku bersiva rast nabînin jî, dîsa bi pîlan û eyarkirinên me re dikarin
bibin xwedî pêşketinek girîng.
Bêguman astek zanabûna bi demê borî re neyê berawirdkirin tê bidesxistin. Bûyîna netew, dîsa xwe gihandina
asta civakî û aliyên wê pêş dikevin. Raveya vê ya rêxistinî û zanabûnê, ev bi hêza siyasî, heta bi pergala leşkerî ve pêşxistin û aliyê parastinê jî her tim pêş dikeve. Çîroka vê cuda ye û em hewl didin bidin fêmkirin. Çawa bû, heta kuderê bû, divê heta kuderê be; ev tên nirxandin û derbas kirin. Niha xala em gihîştinê pir girînge. Êdî ji tinebûna salên 1970’yan re tenê bi hêviyekê bersivdayîna me ne mijara gotinê ye. Dîsa em bi bersivdayîna linavbirina faşîzma 12’ê Îlonê ya mezin ku di sala 1980’ê de pêş xistin, dîsa faşîzma serîlêdanên di tarîtiyê de fetisandinê re
sînordar namînin. Dema ber bi salên 1990’î ve tên dibêjin; em dikarin serkevin, rabin ser piya, artêşê ava bikin û şer bikin. Em bawerî, helwest, bûyîna hêza pratîkî û xwe bi vê bes dîtinê li aliyekî dihêlin. Ev hinekî bûn dîrok yan jî wek rastiyên hatine bidestxistin dikare bên hizirîn. Dema em ber bi naverasta sala 1990’î ve diçin, di rastiya Kurdistanê de netewbûn, ya rast hem hinekî din cuda dibe, hem jî derfetê rizgarkirinê raber dike. Em ê li ser sedemên navxweyî û derve yên vê zêde ranewestin. Divê em vê pir vekirî diyar bikin ku, di ber bi fetisandinê ve anîn û li tasfiyekirina rastiya Kurdistanê de rastî û dînamîkên derve, dagirkerî û îstîla her tim diyarker bûne. Li ser
bingeha sedemên derve rastiyek ewqas ketiye rewşek nenas dîsa bi erêniyek sedemên derve bidestxistina derfetê pêşketinê divê mirov ecêb nebîne. Yan jî ev wisa wek tesadufekê girtina dest û gotina; “Ne divê mirov zêde binirxîne, ne jî pişta xwe pê girê bide” yan jî ketina nav nêzîkatiya; “Ev taxtîkeke, em dê bikar bînin, hinekî pê jiyan bikin” di nirxandina sedemên derve de heta dawî nebes û xetere. Teqez wê ber bi xirabiyê ve bibe. Pêwîste
mirov bandora sedemên derve erênî ango neyênê bandorkirina pêvajoyêkê pir bi başî hesab bike. Yek ji sedema di nav me de di taxtîk û polîtîka pratîkî de serkeftî nebûn jî, çavkaniya xwe ji xwe negihandina asta nirxandinek wisa digire. Kes ango tevgera em jê re dibêjin rêbertî yan pir giran di bin bandora hêzên derve de ye, nikare xwe ji nokeriya wê rizgar bibe, vê wek çarenûsekê dinirxîne yan jî mîna tesadufekê digire dest, wê bi îsyanek ji nişkê
ve yan jî bi şêwazê hema bikaranînê dinirxîne. Ev jî nêzîkatiyek pir cuda û di tahlîla dawî de ji nokeriyê dûr nagiri. Ev di nav me de pir bibandore.
Di buyera PKK’ê de şêwazê milîtanî hêjî ev bitemamî ji holê ranekiriye. Ya rast ji aliyê ruhî yan jî baweriyê ve rewşa
piraniya wan bitemamî serxwebûne, wer dixwaze û wisa dizane welê dijî. Lê zanîna vê ya kûr û pejirandin pir sînordare, derbasî pratîkê nake. Pratîka xwe, nikare veguherîne pratîka hêza cewherî, pratîka xwe sipartina hêza xwe dernaxîne holê û ber bi serkeftinê ve nabe. Di gotin de dimîne, di bawerî de dimîne, di asta bîrdozî de dimîne, dogmatîk dimîne, bi kurtî nikarê bibe pratîk. Yan jî di nav pratîkek pir teng de difetise diçe. Berê xwe dide îsyanê. Bi vê di pêşxistina hêza cewherî û domdarkirinê de serkeftî nabe. Encam ya dibe linavçûn, yan jî henase wernegirtin. Ger demdirêj be bê henase dimîne yan jî ber bi rastgiriyê ketinê ve dibe.