NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Me di nav PKK’ê de hewl da em serkeftî li beramberî van rewşên giran derkevin. Xala me esas girt ev bû; demdirêjbûn, pişta xwe bi hêzê derve ve girê nedan yan jî fersend nedayîna nokeriya bi giranî di bin bandora wan de, derfeta serhildanê ya derketiye holê vala û ji bo rojane jiyankirinê xerc nekirin, fersend nedayîna vê, di vê wateyê de zêde baweriya xwe bi derve nanîn, dîsa hêza xwe esas wergirtin, ji vana teva taxtîkê rast esas girtin,
raberkirina nêzîkatiyek bersiv dide demê û rojê û di vê mijarê de heta dawî lêhûrbûn kirine. Me pirsgirêkên pir giran ên wek kesayeta rêxistinê, kesaye milîtan û rêbertiya taxtîkî bi giranî xistin rojevê û li hemberî wan têkoşînek bêhempa meşand. Li beramberî ber bi rast û çêpê ve çûyînê bi înadek mezin me berê xwe da şêwaza jiyan dike û dê rizgar bike. Di encam de me derxist holê ku dê ev bikare bê jiyankirin. Niha dema em li naverastê salên 1990’î dinêrin, êdî bûyera PKK’ê cidî tê girtin; pêşketinê navxweyî û derve di nav hevgirtinek diyalektî û li ser bingehê serkeftinê îda xwe ya bikaranînê didomîne. Em ber bi hêza herî bi îda ve diçin.
Di şênberiya Kurdistanê de, yê dijminê sereke ye KT’yê jî ev fêm kiriye. Di roja me de KT’yê heta rewşa panîkê dijî yan jî heta dawî xwe li beramberî rewşeke din rûbirû dibîne. Bilez hemû polîtîkayên derve û hundir di berçav re derbas dike, tê dîtin ku bi pêngavek dawî weke ku ji xwe re bêje; “Dikarim ser bixim” dubare dixwaze wê rewşa dagirkeriya lanetkirî, îstîla û polîtîkayên xwe bixe meriyetê û wisa bi ser me de tê. Ev tê dîtin. Rojane daxwuyaniyan dide, gefan dixwe û dibêje; “Ez dê di vê du-sê mehî de we xilas bikim, wê ev welat nebe yê hinekî din; Tirkiye yeke, du Tirkiye nabin” û qîr didin. Dîsa çiqas durişmên faşîst ên tên zanîn hene li ser çiya û zinaran dinivîsînin. Ya rast ne gengaze ji dubendiya ew bi xwe dijîn baştir rewşa wan kesî deyne holê. Hinek tişt ji destê wan diçe. Yan jî di bin navê “Hevgirtina netewî” de êdî înkarkirin, ya rast sergirtina gelan ango rastiya Kurdistanê ne gengaze, em vê jî ji harbûna wan fêm dikin. Ji vê jî wêdetir jixwe pêşxistina şerekî taybet mijara gotinê ye.
Dixwazin vê bi hêzên di herêmê de di heman rewşê de ne re bibin. Vaye tê gotin; “Em ê bi Îranê re wisa xwe bispêrin pêwendiyên dostanî yên dîrokî û vir îdare bikin; rewşa li Iraqê dubare wek dema borî mîna Pakta Bexdadê û CENTO ber bi statuyekê ve bikişînin.” Dîplomasiyek wisa şûnde mayî û polîtîkayên herêmî ji nû ve zindî kirin, vê bi taybet hikumeta koalîsyonê a pêşengatiya wê Demîrel dike û bi serok erkanê giştî yê artêşê dixwazin vê
bimeşînin. Bêguman pêşketinê derve wek di dema navbera herdu şerê cîhanî de, ne li dijberî Kemalîsta ye. Ev dem ji bo Kemalîstan dema zêrîn bû. Wê demê bi netewperestiyek şoven îştaha ciwanên burjuwaziya Tirk zêde bibû, ji bo bi şêweya KT’yê bilind bikin îda û mercên derve guncaw bûn. Her çiqas di hole de hinek hêzên gefa lê bixun hebin jî ev hêz bi awayekî hovane ji holê rakirin.
Mustafa Kemal ji bo vê taxtîsyenekî hosta bû. Bi awayekî hovane kuştina komînîsta pêk anî. Kesên herî zêde nêzîkî wî yên demokrasiyê û piranîparêz jî ji holê rakirin. Ya herî girîng jî tevî ku komkujiya Kurdistanê bi dawî bibû, ji aliyê komkujiyên xwînawî yên nû ev dem pir baş bikar anî û wek em dizanin ew dîktatoriya faşîst ava kir. Em hevsengiyên derve yên wê demê dizanin. Ya rast her çiqasî netewparêz bê dîtin jî, girêdana xwe bi Împaratoriya Osmanî re hebû. Li hember Rusya bin ketibû, lê rewşek cuda ya serkeftiyên wê demê hebû. Di navbera Îngîlîz,
Fransiz û Îtaliyan de piştî serkeftinê nakokiyên serî hildabûn mijara gotinê bûn. Di vê navberê de sefera ne di hesabê de ya Yûnaniyan li ser Anadolê derket holê. Bolşevîzm derket holê. Di derketina holê ya Bolşevîzmê re ya rast bermahiyên artêşa Osmanî yên li Bakur hatibûn tinekirin zindî bûn. Kurdistanek bi peymana Sevresê ya pir zêde rexne dikin derketibû holê û Ermenîstan di dewrê de bû. Li Başûr Îtalî û Fransî bi qasî para wan diket di nav nakokiyan de bûn. Îngîlîzan tiştên cudatir dixwestin. Wek tê dîtin li vir aloziyek mezin heye. Her çiqas hevsengiyên derve li ser bingehê serkeftiyan bi awayekî vekirî li dijberî bermahiyê Osmaniyan be jî, ya rast di ser Anadolê re xwe xilaskirin jiyan dikirin. Ji aliyê Bolşevîzmê ve Çarê Rus ji dewrê hatibe derxistin jî, ji xwe wek piştevanê herî mezin rist lîst. Bi pêşengatiya Kazim Karabekîr ve ew kolordî heta dawî çewsandina Ermeniya, ji welatê wan avêtin, nokerên Kurd mîna hêzek taze ji xwe re dîtin, li Behra Reş Gelê Rûm-Patnosî çewsandin ji ber xwe ve derketin holê. Li Başûr Fransizî, Îtalî û Îngîlîz di navbera xwe de li hev nekirin. Bi berxwedaniyek ji rêzê ya gel bin ketin. Ya herî girîng jî di astek diyarker de ji aliyê Kemalîstan û ciwanên netewperestên Tirk ve ev nakokî baş nirxandin. Di wateyekê de em dikarin vê demê di rastiya Anadolê de wek rewşek pêşketî binirxînin. Di encama van de wê helwesta wan a ji serxwebûna netewî re vekirî piştevanî bidîta. Yek ji gava pêşketî ya wê demê ev bû. Ger heta niha jî Kemalîzm hinekî bibandore, ev çavkaniya xwe ji vê karektera wê digire. Wê belavbûna hêzek ewqas dagirker û îstîlager pir zêde bê hevsengî û bê hasab bibûya, herweha wisa jî bû.
Pêwîste ev ji aliyê Kurdan ve hinekî jî wisa bihata nirxandin. Ev jî ji aliyê Kemalîstan ve wisa hat teysîn û wek tê
zanîn bi şêweyê tevgera serxwebûnê pêş ket. Bêguman çîroka piştî wê cuda ye. Kemalîzma ev pêvajo wisa pêşwazî kir, wê dema di navbera herdu şerê cîhanê de baş nirxandiba. Di mercên herî zahmet de jî wê xwe bi raveyek polîtîk, netewperestiya Tirkî şoven a xwe gihandiye dewletekê, wê pêvajoya paşê bi tundî himêz bike. Wê hem di polîtîkayê de, hem jî di aboriyê de li ser bingehekî şoven tevbigere. Wê kêm netew û çandên din ji nedîtî ve bê, bi taybet Bolşevîzma jê ditirse û heta dawî jê fêde digire tasfiye bike. Rastiya Kurd a ku xwe dispêrê tasfiye bike,
netewperestiyek dijwar, wê faşîzmek ji ya Hîtler û Mussolînî xetertir bide rûnişkandin. Jixwe paşê jî ev bû. Ji ber ku êdî hevsengiya derve teqez bi rengê bloka sosyalîst û bloka emperyalîst tê hûnan û her tişt jî li ser vî bingehî tê nirxandin, wê Kemalîst bi şêweya fersendek pir baş bi dest xistine vê blokbûnê bikar bînin.
Di despêkê de bi giranî Bolşevîkiyan, dema Lenîn û Stalîn bikaranîn. Paşê dema burjuwa hinekî xwe bicih kir û yekdestiya dewletê bidest xist, bi NATO û pergala Rojava ve hat girêdan. Vê carê bi xwe sipartina vir polîtîkayên xwe yên netewperest û şoven, pêşketina kapîtalîst û burjuwabûnê domand. Di vê navberê de bi bişavtinê rastiya Kurd anî rewşek nenas. Em vê ji bo vê diyar dikin: Dijmin hevsengiya derve di tinekirina Kurdistanê de gav bi gav û bi şêweyekî serkeftî dinirxîne. Hevsengiya heftê salî, rakêşweriya di bin navê pergala sosyalîst û emperyalîst de, ji bo Komara Tirkiyê dibe rewşek herî baş a hevsengiyê. Ev heftê sale ji bo polîtîka xwe ya şoven û netewperest jiyanî bike têr dike. Kemalîstan ev hevsengî wisa nirxandin.
Gelo em ji vê re bêjin bê şansî; tevî ku hemû gel ji Bolşevîzmê bandor bûn û gavên mezin ber bi Rizgariya Netewî
ve avêtin, bi awayekî objektîf şoreşa Cotmehê ji aliyê Kemalîzmê, lê li dijberî rizgarîxwaziya Kurdan bi encambûna wê bi temamî rewşek bêşansî yan jî rewşek berevajî bû. Bi bandora wê jî wek min got em ber bi fetisînê ve anîn. Em di nirxandinên xwe yên bîrdozî û siyasî de çîroka vê pir alî digirin dest. PKK di wateyekê de tevgera nirxandina vê tengavî û ger hebe bi qasî serê derziyê derfetekî pê bê girtin, fersendek, rewşek pêşketinê ya wê derxistina holê ye. Divê ku mirov bal bide vî aliyê wê. Ger hêjî hûn di pratîkê de nikarin derfet, fersend û tesadufan binirxînin, ev çavkaniya xwe ji xwe negihandina we ya şêwazê avabûna PKK’ê, bêhevsengiya mezin yan jî rewşa hevsengiya dijmin xwe gihandiyê, çawa xwe gihandiye dezavantaja wê hûn nizanin digire. Hûn tenê nikarin kêliyekî jî li berçav negirin ku em tevgerek di nav bêderfetiyan de yan jî wek tevgera pêşketinek di mercên pir sînordar de derketine holê. Ger hûn heta hestiyên xwe hîs nekin ku em tevgerek bi bêderfetiyan re şer dikine dernexin zanînê, ji bo vê di serî de xwe û derfetên rêxistinê bikar neyînin, tê wateya we ji dîroka PKK’ê tiştek fêm nekiriye; ji rastiya PKK’ê, ji avabûna wê ya bîrdozî û siyasî tiştek fêm nekiriye. Di vê rewşê de teqez hûn nikarin bibin xwedî taxtîkekî afirêner jî. Min pir alî çîroka vê ji we re vegot. Hûn çidikin bikin, hûn dê buyera PKK’ê wisa fêm bikin. Nikare bê gotin ku we heta niha jî ev şêwaza avabûna PKK’ê bi ruh û zanîna xwe daye xwarin. Bêguman ger ruh û zanînek we nîne û afirandina we gengaz be, divê wisa be, ger wisa be hûn dê bikarin ser bixin.