NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2003’an de bi ketina Amerîka ya Iraqê re şerê sêyemîn ê cîhanê dest pê kir. Ev tespît û gotineke Rêber Apo ye. Rêber Apo wekî din tîne ziman ku di esasê xwe de şerê sêyemîn ê cîhanê bi girtina wî re dest pê kiriye. Amerîka û hêzên navnetewî bi mudaxeleya li Iraqê re dest li rojhilata navîn werdan. Ji wê demê û şûnde hem li Iraq, Sûrî û welatên derdora wê şer û alozî nesekinîne. Hêzên li herêmê jî hin ji wan li gorî hêzên navnetewî tevgeriyan û li dijî rejîmên welatê xwe rabûn. Hin ji wan jî bi rejîmên welatê xwe re tevgeriyan. Piştî ku li welatên ereban gel rabû serhildanê jî pêvajo guherî. Ango gelek kesan hay ji meselê tinebû. Xelkê bawer dikir ku serhildan an jî raperînek heye û ketin ber bayê wê pêvajoyê. Lê di esasê xwe de ew pêvajoya dîzaynkirina herêmê bû. Wekî ku gel vê guhertinê dixwaze nîşan dan, lê mesele berjewendiyên dagirkeran bû.
Devera ku neket ber vê dîzaynkirinê jî Rojava bû. Li Rojava di sala 2012’an de şoreşa gel dest pê kir. Xelkê li herêmê û pêkhateyên wê li ser esasê xeta sêyemîn tevgeriyan. Ango ne bi rejîmê re meşiyan, ne jî bi komên çekdar re. Wan bi xwe hêza xwe destnîşan kirin. Ev jî tiştekî nû bû li herêmê. Lewma hêzên navnetewî ne li benda tiştekî wilo bûn. Ew fikir û ramanên Rêber Apo bûn û xelk jî li gorî wê meşiya. Rêber Apo beriya wê şoreşê bi dehê salan qala wan rojan kiribû. Wexta ku şoreşê dest pê kir gel di nav de bû. Yê ku şoreş bi rêve birin jî zarokên wî gelî bûn. Ango kesek ji derve nehat dest li şoreşê werneda. Piştre jî çeteyên DAIŞ’ê bi ser wê herêmê de şandin û xwestin bi wî rengî tevliheviyekê derxin. Zarokên wî gelî ew pêvajo jî bi serketî qedandin. Yê ku rê li ber wê serketinê vekir jî şerê gel ê şoreşgerî bû. Dema ku di nava wî şerî de gel hebe encama wê serketin e.
Rêber Apo di dema derketina DAIŞ’ê de gotibû divê gel jiyana xwe li gorî şer dîzayn bike. Ji ber ku dizanîbû êdî pêvajoyek şer e. Di pêvajoya şer de nabe ku tenê şervanên wî gelî li eniya şer bin. Me li Kobanê û gelek deverên din dît bê çawa xelkê herêmê rahişt çekan û şer kirin. Tam bi derketina DAIŞ’ê re dewleta Tirk ji PKK’ê xwest ku çekan deyne. Ew jî taktîkek xapandinê bû. Rojhilata navîn ku dibû gola xwînê û dewleta Tirk ji PKK’ê dixwest ku dev ji çekan berde. Di wê pêvajoyê de yên bê çek bûn radihiştin çekan, lê dewleta Tirk ev yek bi zanebûn dikir. Eger PKK ketiba li gorî wê xwestekê tevgeriyaba wê îro hem DAIŞ li herêmê serwer bûya, hem jî dewleta Tirk. PKK’ê ji Şengal heta Kobanê, ji Mexmûr heta Kerkûk û gelek deverên din gerîlayên xwe şandin. Di wê pêvajoyê de PKK’ê prestîjek mezin jî bi dest xist. Lewma dizanîbû ku di wê kelkela rojhilata navîn de bê çek nabe. Heta metirsiya dagirkeriyê hebe nabe ku gel bêparastin were hiştin.
Ya ku PKK dike şerê hebûnê ye. Şerê parastina gel e. Eger ne wilo bûya îro ji Reqa heta Dêrezorê, ji Kobanê heta Şengalê wê her der ketiba bin dagirkeriya çeteyan. Di şerê gel ê şoreşgerî de îradeya gelan heye. Gel bi xwe beşdarî wî şerî dibe û qedera xwe destnîşan dike. Şerê ku gel têde tinebe wê dawiya wê tinebe. Lewma îro em li gelek deveran encama wê dibînin. Eger ku gelê Kurd tevî zarokên xwe li dijî dagirkeriyê şer nekiribana wê ji zûve têk çûbana. Dewleta Tirk ji serî heta binî qirkirina Kurdan kiriye hedefa xwe. Di vî şerî de ne pîvan, ne qanûn, ne jî hiqûq heye. Ji televizyonan heta ajans û rojnamevan her tiştî seferber kiriye. Şerekî taybet û berfireh li ser Kurdan dimeşîne. Ew dizane ku tenê Kurd li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe didin. Eger ne ji Kurdan bûya wê dewleta Tirk ji başûr heta rojava û gelek deverên din xistiba bin dagirkeriya xwe. Kurd şerê parastina axa xwe dikin. Kurd şerê hebûnê dikin. Eger tu şer neke tu yê wenda bike. Jiyanek azad û bi rûmet li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî pêk tê. Divê ji heft heta heftê salî her kes di ferqa wê de be. Divê jiyan li gorî şerê hebûn û parastinê be. Li ser axa rojhilata navîn sedê salan şer nesekiniye. Her tim alozî û şer heye. Jiyana gel jî divê li gorî wê be. Wekî ku her kêlî şer hebe divê amade be. Parastin û bersiva li dijî êrişan jî li gorî wê be. Eger di vî şerî de tu bi hêza xwe beşdar nebe tu yê têk biçe. Tişta ku Kurd jî dikin ev e. Kurd bi hêza xwe li meydana şer in.
Feraşîn Amed Nivîsiye…….