KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Sûriyê bi dirûşmeya “Bi rihê fedayîtiya gerîla, çanda şoreşgerî mezin bikin, azadiya Rêber Apo misoger bikin”, festîfala 3’emîn a şehîd Bawer Agir ku 2 rojan dewam kir li darxistin.
Îro festîfalê di roja xwe ya duyemîn de bi tevlîbûna girseyke mezin ji gel û ciwanan, bi coşeke mezin berdewam kir.
Di roja duyemîn ya festîfalê de lîstok û pêbirkên ciwanan ên wekî beza bi kul, bez, şetrenc û voleybolê ve destpêkir. Ciwanên ku beşdar bibûn hatin xelat kirin û yên ku bi serkeftine jî navên wan hate xwendin.
Piştî lîstokê endamên Navenda Çand-Huner stranên xwe û dîlan ve pêşkêş kirin. Heman demê de koma şanoyê ya Baqî Xido jî şanoya xwe ya derbarê rola ciwanan di têkoşîna li hemberî şerê taybet de vedibêje pêşkêş kirin.
Di dawiya festîfalê de ciwanan sinevizyonek li ser berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li hember dagirkerê hezarê salan temaşe kirin.
Di axaftinên ku di nava festîfalê de hatine kirin hate gotin ku ciwan vê festîfalê xwe diyarî gerîlayên berxwedêr û tevahî şehîdên rûmetê dikin. Heman demê de diyar kirin ku ewê bi her awayî têkoşîna xwe ya li hember dagirkeriyê xurt bikin û heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ewê li qadan bin.
Festîfala ciwanan bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Şerê Gelê Şoreşgerî” bi dawî bû.