NAVENDA NÛÇEYAN – Ji dema qetilkirina Jîna Emînî û şûnde çalakiyên gel yên li dijî rêjîma qirker a Îranê pêl bi pêl mezin dibe.
Tevî hemû êrîşên rêjîmê yên li Îranê bi taybet li bajarên Rojhilat, gel kolanan naterikîne. Li bajarê Seqizê mamostayan zextên rêjîmê li ser dibistan û xwendekaran protesto kirin. Ciwanan bi pêxistina agir li taxan dest bi parastina xwe li dijî hêzên rêjîmê kirin.
Li Bane, Merîwan, Bokan, Mehabad, Sine, Kirmaşan, Îlam û gelek bajarên din gel bi silogana “Jin, jiyan, azadî” li kolanan çalakiya xwe berdewam dikin.
Li Îranê bi taybet li Tehran, Kum, Îsfehan, Ehwaz û Erakê li gelek bajaran çalakiyên protestoyî didomin. Karkerên di pîşesaziya petrolê de dixebitin ragihandin ku 30 karker bi hinceta ku çalakiya protestoyî li darxistine hatine binçavkirin.
Banga ciwanên Ereb
Komek ciwanên Ereb ên li Ehwazê banga mezinkirina berxwedanê li bajarên ku Ereb lê dijîn kirin. Li Tehranê komeke bi navê Ciwanên Taxê banga çalakiyan kirin ku li her derê xwepêşandan mezin bikin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew ê bigihîjin azadiyê.