NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Têkoşîna sosyalîzmê, di heman demê de têkoşîna li dijî heywanbûna mezin a serdema emperyalîzmê ye. Kîjan cinawirî ji nifşê xwe evqas mirov kuştine? Ev cinawirê herî mezine! Ji bilî vê ti aliyê vê bê ravekirin nîne. Ev heywanbûna herî xeternake. Ger em dixwazin têkoşîna sosyalîst û civakî pêş bixin, em ê misoger li dijî vê ferdperestî û cinawirbûnê têkoşînê bimeşînin. Jixwe di her ol‟î de jî wisa ye. Gelek Ol‟ên weke Xiristiyanî û Îslamê, ji bo armancek wisa di dest de pêk bînin, têdikoşin. Her tim li dijî zaliman, destxwîndaran, bê edaletî û dizan
têdikoşin. Vaye, sosyalîzm şêweya vê ya herî pêşketiye. Partiya sosyalîst, amûra ku vê herî zêde pêş dixe ye. Bi tenê û bi komekê nikarim vê bikim, bi partiyek herî pêşketî ve vê dikim. Heta ger dewlet hewce bike, ez ê bi dewletê re bikim. Yek aliyê dewletê bê parastin hebe, ew jî ji ber şerê li dijî ferdperestî û xwediyên desthilatiya bê hevsengî
hewce dike. Ji bilî vê bi ti şêweyî dewlet nayê parastin. Jixwe ev di teoriya sosyalîst de hatiye ronîkirin. Dibeje; “Ger hêjî yên serdest û mêtînger hene, zorê bikar bîne.” Ji bilî vê ti mantiqa zorê nîne. Şaşwazim! Çima evqas artêş hene? Dibe ku artêş ji bo serkeftinekê hewce bikin. Piştî wê belav bike. Vaye te ser xistiye, çima tim artêşan
xwedî dikî?
Weke amûrek taybet dema artêş domdar bû, dibe ku veguhere çîna serdest û mêtînger. Ev xeteriya artêşan heye. Gel her kêlî di rewşa artêşbûnê de girtin, li hember şêwaza mêtînger û zextkaran jî tevdîrek herî bibandore.
Mînak yekser amûra artêşê belav bike, birokrasiyê belav bike, îstîxbarata taybet belav bike, gel û kes xurt bike. Hûn ê bêjin; “Vêca ger xeterî hebin.” Ferdên xwe ewqasî xurt bike, daku wexta te got; “Rabin welat biparêzin”, wê hêza parastinê esas bigirin. Ji birokrat û amûrên artêşê yên herî bi bawer zêdetir ew mirov dikarin parastina
welat û kedê pêk bînin. Ev di Sovyetan de pêk nehat. Weke amûrek taybet hat pêşxistin. Komîteya Ewlekariya Dewletê (KGB) pir baş pêşket. Artêşa sor pir baş pêş ket. Birokrasiya Sovyetê pir baş pêş ket. Niha jî dibêjin; “Artêşa sor bûye bela.” Kavilên wê jî bela ne. Vekirî bû dê wisa ba. Ji ber ku li gorî pergalê ye. Belê ev, ji bo burjuva û
feodalan cuda ye. Ew ditirsin. Ji ber her tim mêtîngeriyê dikin, rojane zextê dimeşînin, rojane pêdiviya wan bi rêxistina zextê jî çêdibe. Lê pêdiviya sosyalîstan bi vê nîne. Ger li cihekê rêberek sosyalîst her tim van amûran xurt dike, divê mirov ji wî bitirse. Ev dijberî teoriya sosyalîste.
Vêca wê qet parastin çênebe? Wê parastin hebe, lê ne bi şêweya amûrên taybet. Wê tu nedî destê fermandarên taybet. Dema te da, vaye weke milîtanên nû yên dema di nava partiya me de raye digirin destê xwe dibe.
Modela herî guncav dibînim eve: Di rewşek ku her kes dibêje PKK ya mine de, rewşek ku kes nabêje PKK ya mine ava dikim. Lê PKK bi temamî ya te ye. Hemû PKK ya mine, lê di heman demê de tiştek ne ya mine. Ev tê wateya ku PKK weke amûrek taybet nedîtine. Ma rayeyek jê re hat dayîn, ew raye mînak rayeya; “li vê herêmê şoreşê evqasî pêş bixe. Di nava pêvajoyek şeş mehan de serkeftinek wisa saz bike” ye. Ne rayeyek wisa ye ku bêje; “Li wir derebegiyê saz bike.” Ev amûra partiyê jî di vê manê de ji bo te nehatiye dayîn. Jixwe li gorî min divê feraseta sosyalîzmê ya raye jî wisa be.
Di bersiva peywirek ku pêwîste were bicîhanîn de, wê tu amûrek rêxistinê di astekê de bikar bînî, bi wê peywirê re wî peywirdarî jî bigirî. Mînak dema saziyek weke katibî heta dawiya jiyana wî da kesekî ew diqede û tine dibe. Katibên nayên guhertin û amûrên nayên guhertin, misoger bandora şêwaza çîna serdest û mêtîngeriyê ne. Mixabin di sosyalîzma pêkhatî de ev pêk hatine û berdewam kirine. Ya divê bê kirin derbaskirina vane. Neku nayê derbaskirin. Jixwe dema em hinekê li ezmûnên gelan dinêrin, wisa ne girêdayî amûrên taybetin. Milet ti carî weke serdestan -ger li ser serê wan despot, zalim û mêtînger nebin- pêwîstiya çekdarbûnê nabînin.
Pêdiviya avakirina amûrên taybet, rêxistinên taybet û rêxistinên veşartî nabînin. Rêxistinên veşartî karê kîne? Amûrên zextê yên taybet karên kîne? Mane gotinek heye dibêjin; “Kurmê xayîn.” Ango karê kesên ji xwe ditirsê ye. Ji ber neheqî li hinekan kiriye lewma vê dike. Lê ev jî kêmin. Her wiha dijminê wan pirin. Çima? Ji ber wan dijmin ava kirine. Sosyalîstek vê nake. Hewce nake sosyalîst xwe ji gel biparêze. Di ezmûna Sovyetê de, pêşxistina evqas amûrên artêş û birokrasiyê, kes nikare bêje tenê li ser bingeha xwe ji emperyalîzma DYE biparêze pêş xistiye. Na, ji sedî nod li hember civaka xwe pêş xistiye. Ev kiryar hemû, ji civaka Sovyetê veşartî hatin kirin. Rêxistina îstîxbaratê û artêş pir cuda bûn. Encam jî, rizîn û xirabûn bû. Ev hemû jî şaşin.
Di mercên emperyalîzmê de jî be, em PKK‟ê weke modelekê pêş dixin. Em ti carî bi rêbazên ku sosyalîzma pêkhatî bikar anî ve tevnagerin. Ger bikin jî, jixwe negengaze em li ser piyan bimînin. Çareya sereke min dîtî, kes hem ji hêla bîrdozî hem jî weke milîtan xurtkirine. Ji ber piraniya pereyan li cem kapîtalîstane, zêdahiya ferdperestiyê jî ew didin. Vaye, wê tu modelek wisa pêş bixî, wê ji pereyan jî, ferdperestiyê jî hîn bilindtir be. Jixwe PKK‟ê ev ji civaka Kurd û Kurdistanê re selmandiye. Her cure netewperestiya hatî sepan û her cure kiryarên feodalî tiştek nedane miletê Kurd. Lê modela PKK‟ê yekîtî daye, dilşadî daye, mirovê xurt daye û mirovê leheng daye. Vaye hêza PKK‟ê di vir de ye. Behsa pirdengî tê kirin, ez ji pirdengî zêdetir dibêjim; “Avakirina asta sazîbûna ku ji civakê re pir hewce ye.” Neçare ku saziya bîrdozî û dilşadiyê hebe. Ev saziya bîrdozî û dilşadî çiye? Em çi navî li vê bikin
bila be, saziyek berpirsyar a di civakê de pêşxistina nirxên bingehîn û çavdêriyê ye. Pergalek me li ser vî bingehî ava kirî heye. Gihaye serkeftinekê yan jî serfiraziyê jî. Niha jî wê bi sazî bike. Ev yek, ya duyem jî desteya parastinê dibe. Bal bidinê, saziya parastinê ne artêşeke. Kêm-zêde ji rêjeyek pispor saz dibe. Saziyek ji çil-pêncî kesî
pêk tê, her tim dikare çavdêriya parastinê bike. Mînak, dema hewce kir bikare di nava bîst û çar demjimêran de artêşê kom bike. Lê artêşa wî tine, amûra wî ya taybet tine, tenê deste heye. Vaye dikare bibe desteya aborî yan jî meclîs. Mîna vê dikare bi çandê ve jî eleqedar be, hawirdor ve eleqedar be. Lê yên karên wan ên
rasteqîn heyî deste ne.
Bal bidinê, li vir di wateya kevnar de dewlet tine ye. Ango di destê de evqas raye, evqas semyan tine ye. Misoger wê tu hêza zêde, semyana zêde û zêde kes nexî destê wî. Tenê bi qasî bikare biafirîne û xwe bide jiyîn hinek pere û bi qasî hewce dike endaman bidî. Mînak, yek bixwaze dîktatoriyê bike nikare bike. Ji ber ku hêza wî tine. Komîteya parastinê bi çil-pêncî kesî ve sînordare, nikare darbe bike. Dîsa hevsengiya saziya dilşadiyê hatiye sazkirin, hêza wê sînordare. Pirdengî yan jî demokrasiya sosyalîst ya em behsê dikin wisa dibe. Ya rastî pêwîste mirov ji vê re bêje; “Hevriktiya sosyalîst.” Ji meylên cuda zêdetir, hişmendiya yek dengî neraste. Xweza rastiyek pir tevlîheve. Xwezaya mirov jî rastiyek pir tevlîheve. Elbet yeqîn dikim ji kapîtalîzmê zêdetir, pêwîste di sosyalîzmê de hevriktî, azadiya raman û azadiya koman hebe. Jixwe ev sazî ji bo ewleya van mafan hene. Ji bo kes xwedî însiyatîf be, kes afirîner be pêdivî bi van saziya hatiye dîtin. Nexwe feraseta; “Wê tu her tiştê murşîd pêk bînî” nabe. Na! Ger zêde bihêz be, wê ev bibe sofîtî û paşverûtî. Hevsengiya vê jî hatiye çêkirin. Wê tu modelê wisa pêş bixî, daku misoger divê sazî ne yên diçewsînin, pêwîste xwedî xisletên însiyatîf an jî kes pêş bixin de bin. Vaye, demokrasiya sosyalîst ancex
dikare wisa pêş bikeve. Kapîtalîzm jî bi vê modelê tê derbaskirin. Cinawirê herî mezin ê roja me kapîtalîzm bi xwe ye. Jixwe nakokiya di civakê de mezin kiriye.