NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho li ser rola ciwanan a di serhildanên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ji ajansa Nûçe Ciwan re axivî.
Amed Şaho di destpêka nirxandina xwe ya ji ajansa me re wiha got; “Di serî de li ser navê xwe û rêhevalên xwe em silavên şoreşgerî pêşkêşî hemû gelê me bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û jinên ku bi hemû hêza xwe li dijî rêjîma dagirker a Îranê têkoşîn dikin, û hemû kesên ku dest bi vê têkoşîna bedew ya şoreşa jinê kirine dikin.”
‘Ev dirûşme careke din pênaseya Rêber Apo ya ku dibêje sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinê ye, piştrast kir’
Ev şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jin, gelê Kurd û ciwanên Kurd destpêkirî, piştre li herêmên cuda yên Îranê û ji wir jî li tevahiya cîhanê belav bû. Sedema yekemîn a ku ev şoreş bûye şoreşa cîhanî ya jinan ewe ku bi pêşengtiya jinê destpêkiriye. Piştre bi pêşengtiya gelê Kurd û rola diyar ker a ciwanan di vê şoreşê de serhildan li Îranê berfirehtir bûn. Xwepêşanderan jî bê navber siloganên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd Namirin”, “Berxwedan Jiyane” berz kirin. Vê dirûşmeyê careke din pênasekirina Rêber Apo ya sedsala 21’emîn wekî sedsala azadiya jinê piştrast kir.
Ji aliyek din ve ev şoreş bi serkeftîbûna yekîtiya gelan li Îranê û dirustkirina yekîtiyê di navbera hemû çîn û civakan de bi serket. Nakokiyên di navbera gelan de dan aliyekî. Li dijî rêjîma dagirker a Îranê yekîtî û hevgirtina gelan destpêkir. Çima çêbû? Ya yekem jiyana azad a jinê tê wateya destpêkirina jiyaneke nû. Ev tê wateya terikandina rêjîma dagirker a Îranê û redkirina vê sîstema dîktator. Tu êrîşeke rêjîma Îranê bê bersiv namîne. Dîsa bi ferzkirina bêkarî, darve kirin, mîlîtarîzm û qirkirina gundî û kolberan, ciwan ji welatê wan dûrxistin û bi rêbazên cuda dixwaze rê li ber van serhildanan bigire, weke polîtîkayeke tedbîrê bikartîne.
‘Li gorî me di sedsala 21’an de ciwan jî wê li kêleka jinan rola pêşengtiyê bilîzin’
Bi giştî wisa dixuye ku zîhniyet û îdeolojiya rêjîma dagirker a Îranê têk çûye û ketiye krîzê û êdî ji aliyê civakê ve nayê qebûl kirin. Ya girîng di vê pêvajoyê de rola ciwanan e. Li gorî me di sedsala 21’an de ciwan jî li kêleka jinan xwedî roleke pêşeng in. Di roja îro de gerîlayên Kurdistanê pêşengtiya şoreşa cîhanê dikin. Li dijî faşîzm, dîktatorî û artêşa NATO’yê li berxwe didin. Tişta herî rast jî, li kêleka berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê û çiyayên bilind ên Kurdistanê berdewamkirina berxwedaneke bi vî rengî ye.
Şoreşa ku li Rojhilatê Kurdistanê destpêkirî, li tevahî Îranê, ji wir jî li tevahî cîhanê belav bû. Vê yekê berxwedaneke dîrokî û serdemeke nû ya dîrokî bi xwe re anî. Ciwan û jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê şoreşê pêk tînin. Tişta herî rast jî ew e ku ciwan dikarin di nav xwe de rêxistinekê ava bikin. Niha hemû pêkhate piştgriya hev dikin. Yên ku ji rêjîmê nefret dikin, ciwan in, yên ku herî zêde ji vê zihniyetê diêşin ciwan in. Lewma îro roja hesabpirsîna ji rêjîma dagirker e. Ji bo vê jî divê dibistanên seretayî, kreş, lîse an zanîngeh di nav xwe de yekîtiyek ava bikin, ku her du alî piştgiriya hev bikin û her du alî hevdû biparêzin. Her cure dibistanan boykot bikin. Ciwanên di şebekeyên desthilatdariyê de jî ji bo lawazkirina hegemonyaya wê li Rojhilatê Kurdistanê, divê kampanya boykotkirina karê rêjîmê bidin destpêkirin.
Nemaze di demekê de ku bingehên rêjîmê pir hejiyane, dibe sedema perçebûn, wêran kirin û zuhabûnê. Çawa ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li ser gora şehîd Jîna hatibû gotin, piştre li Îran û cîhanê belav bû, rola ciwanên Kurdistanê jî li hemû bajarên Îranê de xuya bû. Ji bo vê jî ez dibêjin ku divê ciwanên Kurd bi siloganeke parastina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dike derbikevin. Weke dirûşma “Berxwedan Jiyan e” li ser asta Îranê ji bo piştgirîkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” were berz kirin.
‘Divê ciwan qonaxeke nû ya berxwedan û têkoşînê bidin destpêkirin’
Di serî de em silav li ciwan û beşdariya gel ya ji bajarên Mazendaran, Sarî, Reşt, Zahedan, Tehran, Xorasan û hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê weke; Seqiz, Sine, Merîwan, Dîwandere, Mehabad, Kirmanşah û Îlam û hemû bajarên din dikin. Tevlîbûna wan a vê şoreşê hêviyek mezin dide. Bê guman êrîşên rêjîma dagirker a Îranê ketiye qonaxeke nû. Ji bo vê jî pêwîste ciwan qonaxeke nû ya berxwedan û têkoşînê bidin destpêkirin. Sine pêşengtiya vê erkê dîrokî kir û dest bi qonaxeke nû kir ku Rojhilatê Kurdistanê û hemû bajarên din ên Îranê li xwe girt.
Di vê qonaxa nû de em hemû şehîdên vê şoreşê di şexsê Peyams û Şîle de bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi baweriya min divê ciwan di şoreşê de şehîdên xwe biparêzin û şoreşê derxînin qonaxa duyemîn. Divê rêya xwe ya têkoşîn û berxwedanê xurt bikin.
‘Ciwan bi xweparastin dikarin li dijî her cure êrîşan li berxwe bidin’
Yekane rêya berdewamkirina şoreşa jinê, şoreşa azadî û demokrasiyê ew e ku ciwan li ser asta Îranê eniyeke ciwanên demokratîk ava bikin. Divê ciwanên Kurd ji bo avakirina vê eniyê bikevin nava tevgerê. Divê ciwanên Kurd vê yekê baş bizanibin, ji ber ku rêjîma dagirker bi hin şantajan dixwaze şoreşa azadiya jinê bi bin bixe. Ew amaje dikin ku ev şoreş bi fêlbaziyên derve hatiye organîze kirin, û ev hemû hewldan ji ber hewldanên rêjîmê ne, van ji bo tepsandina şoreşê û bê encamkirina serhildanan dikin.Weke rayedarekî rêjîmê gotiye, daxuyaniya Xamineyî şoreşê lawaz nake.
Bi baweriya min di vê qonaxa hesas de pêwîste ciwan ji kaos û provokasyonan û komployên rêjîmê xwe biparêzin. Ciwan bi xweparastinê dikarin li dijî her cure êrîşan li berxwe bidin. Ji bo vê jî divê xwe ji her cure tundiya dijmin dûr bixin û bê bersiv nehêlin. Her tundûtûjîyek ku çêbibe û belav bibe, bê guman dê were bersivandin û rêjîm dê zirarê bibîne. Divê mirov ji gotinên îro bawer neke. Bi taybetî ciwanên Kurd û bi giştî Îran divê ji hev bawer bin û li benda hêzên derve nemînin. Ne jî divê bawerî bi îdiayên ronak ên rayedarên rêjîmê yên îro bînin. Divê rûyê xwe bidin naveroka slogana “Jin Jiyan Azadî” û “Berxwedan Jiyan e”.
Amed Şaho ji ciwanan re wiha axivî;
“Divê ciwan îro li Kurdistanê hilweşandina rêjîmê bikin hedef”
Banga min bi taybetî ji ciwanên Kurd re ew e ku divê têkoşîna xwe bidomînin û bi her awayî piştgiriyê bidin hev. Piştgirî, tifaq û hevgirtin çeka herî mezine ku li dijî rêjîmê dikare bê bikaranîn û pêşî li her cure êrîşan bigire. Di heman demê de divê ciwanên Kurd ên di nava şebekeyên Besîc ên ku îro şebekeya helandin, asîmîlasyon û fuhûşê ne, xwe rizgar bikin û ji wan biparêzin. Tevlî eniya berxwedanê bibin û tevlî nava refên şoreşger bibin. Bi vî awayî wê stûnên rêjîmê li Kurdistanê lawaz bibin û weke berê nikaribe komployan pêk bîne.
Divê ciwan îro li Kurdistanê hilweşandina rêjîmê bikin hedef. Divê navendên zextê yên ku îro navendên hilweşandinê ne, bibin hedef. Bi hêza xwe, îradeya xwe û bi pîvanên azadiyê dikarin şoreşa jinê bidomînin. Ev şoreş dikare neteweya demokratîk li Îranê pêk bîne û demokrasiyê li Îran û cîhanê belav bike. Em berxwedana heta îro dinirxînin û di wê baweriyê de ne ku ciwan di vê rewşê de dikarin bi mîsyoneke dîrokî ya bi jinan re bigihêjin encamê. Bi vê minasebetê em serketinê ji her kesî re dixwazin û careke din ji jin, dayik, ciwan, kedkar, mamoste, hunermend û werzişvanên Kurdistanê dixwazin ku xwedî li berxwedana jin û ciwanan derkevin û bi kedeke mezin beşdarî vê şoreşê bibin.
Werin em şoreşa weke stirî bixin çavên Îranê de, rêjîma dagirker a Îranê hilweşînin. Îranê jî bikin herêma ku ronahiya modernîteya demoqratîk jê derbikeve.”
NC// Hêmin Bêkes