KOBANÎ – Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê 2’emîn konferansa xwe di bin dirûşmeya “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan, emê şerê azadiyê bi serxînin” li darxistin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê li bajarê Kobanê, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, 2’emîn konferansa xwe di bin dirûşmeya “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan, emê şerê azadiyê bi serxînin” destpêkirin.
Konferansê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa Azadiya Kurdistanê destpêkir, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan jî Stêrk Diyar axivî û xêrhatina tevahî mêvan û beşdarvanan kir, û 2’emîn konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan li tevahî jinên ciwan ên herêma Firatê pîroz kir.
Stêrk Diyar di axaftina xwe de behsa komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelan de xwastina tevahî mirovahiyê û bi taybet jinê dîl bigrin û got; “Em di meheke ku komplo li ser Rêberê me bi pêşketî de konferansa xwe li dardixin, ji bo wê ev konferansa me girînge û xwedî wateyeke taybet e. Dewleta dagirker dema ku Rêberê me girtî xwast me hemûyan tune bike û me ji Rêberê me dûr bixe. Lê îro em dibînin li tevahî cîhanê xwedî derketina li Rêber Apo zêde bûye.”
Heman demê de Stêrk axaftina xwe bi domdar wiha kir; “Dewlet dixwaze bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet me ji rastiya me dûr bixe û me ji welatê me koç bike. Ji ber dixwaze dema ku şerê xwe anî ser herêmê me kes li hember wî nesekine û bi hêsanî welatên me dagir bike. Lê em tu carî nayên van xefikan, emê heya dawiyê jî xwe li dijî van polîtîkayên bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe tu carî lawaz nakin.”
Stêrk bi taybet derbarê polîtîkayên dijmin ên li ser jinên ciwan de got; “Em weke jinên ciwan pêşengê civak û gelê xwe ne. Em weke jinên ciwan dikarin welatê xwe azad bikin, ji ber ku hêza me ya guhertin û veguhertinê heye. Em xwedî potansyalekî mezin in. Ji ber vê jî dijmin bi riya tecawiz, destdirêjî û tacîzê dixwaze me lawaz bixe. Bi hezarê salan e, jin kole kirine, lê wê nikarbin ji vê gavê û şûnde me dîsa lawaz bikin. Emê têkoşîna xwe bi her awayî berdewam bikin. Em nahêlin tu hêz îradeya me bişkîn e.”
Piştî ku Stêrk axaftina xwe bi dawî kir perspektîfên Rêber Apo yên derbarê jinê de ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Nayîle Ednan Alî ve hate xwendin. Heman demê de rapora xebatê 2 salan ya Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê jî ji aliyê Hedile Mihemed ve hate xwendin.