BEHDÎNAN – HPG’ê fermandarên pêşeng Bedreddîn Amanos û Aydin Amanos ên li Amanosan şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Di şexsê van fermandarên me yên leheng de em soza xwe dubare dikin ku şoreşa xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:
“Şoreşgerên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi baweriya li şoreşa hevpar a gelan û sosyalîzma rasteqîn, li ser bingeha armanca Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk, nîv sed sal in têdikoşin. Rêber Apo xwedî li armanc û bîranînên şoreşgerên pêşeng û leheng Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya û Denîz Gezmîş derkret û dest bi têkoşîna PKK’ê kir û mezin kir. Rêber Apo ev têkoşîna nîv sedsalî ya ji bo jiyana azad a gelan tê meşandin, Îro bi feraseta neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk a gelan şênber kir. Têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê îro bi pêşengiya HBDH’ê gihîştiye wateya xwe ya esasî, ji bo pêkanîna vê armancê jî têkoşîneke bi lehengî tê meşandin.
Di nava dehan salan de gelek şoreşgerên leheng û hêja yên Tirkiyeyê beşdarî vê feraset, xet û têkoşîna Rêber Apo bûn, şer kirin û hin ji wan şehîd bûn, bûn ruh û hişmendiya hevpar a biratiya gelan. Hevrêyê me Bedreddîn Amanos ku weke ewladekî leheng ê gelê Tirkmen ji quntara Torosan rabû û tevlî têkoşînê bû, bi gavekê jî xwe ji têkoşînê venegirt, 27 salan bênavber şer kir û mîna navê xwe bi Bedreddînî seknek nîşan da, gelek wezîfeyên bi şeref hilda ser milê xwe û herî dawî wezîfeya Fermandariya Qada Amanosê meşand.
Hevrêyên me Bedreddîn Amanos û Aydin Amanos ku weke ewladên esîl ên çiyayên Botan û Torosê dest dan hev û li Amanosan bi lehengî şer kirin, bûn hêviya azadiyê ya gelan, di salvegera yekemîn a şehadeta wan de bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Em careke din ji malbatên wan ên hêja yên welatparêz û tevahiya gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê van fermandarên me yên leheng de em soza xwe dubare dikin ku şoreşa xwe ya azadiyê ji bo xwişk-biratiya gelan bi serketinê tacîdar bikin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne;
Nasnav: Bedreddîn Amanos
Nav paşnav: Îbrahîm Şengul
Cihê jidayikbûnê: Karaman
Dayik-Bav: Fatma-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Cotmeha 2020 / Amanos
Nasnav: Aydin Amanos
Nav paşnav: Îsmaîl Erbay
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Bedra-Mehmet Şîrîn
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Cotmeha 2020 / Amanos
BEDREDDÎN AMANOS
Hevrêyê me Bedreddîn sala 1975’an li navçeya Ermenek a Karamanê li nava malbateke Tirkmen ji dayik bû. Li nava malbateke cotkar û xizan, bi çanda gel a Tirkmen mezin bû. Hevrêyê me Bedreddîn bi saya kesayetiya xwe ya karker û têgihiştî, hîn ji zarokatiyê ve ji aliyê derdora malbatê ve hate hezkirin. Li derdoreke welê mezin bû ku fikrê çep-sosyalîst lê serwer bû. Mezinbûneke bi vî rengî karakterê hevrêyê me Bedreddîn jî diyar kir, di heman demê de tercîhên wî yên salên piştre, têkoşîna wî ya şoreşgerî destnîşan kir. Bi taybetî di dema zarokatiyê de girtina kekê wî bandoreke neyînî li hevrêyê me Bedreddîn kir. Bi xwe dît ku mekanîzmaya dewletê ya desthilatdarîperest û rejîmên faşîst ên serkêşiyê ji vê mekanîzmayê re dikin çawa civaka Tirkiyeyê dinalîne.
Hevrêyê me Bedreddîn ku ciwanekî karker û jêhatî yê Tirkmen bû, weke xwendekarekî serketî çû Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê û du salan xwend. Weke ciwanekî rewşenbîr di heman demê de bala xwe li ser pirsgirêkên civakî, welêt û cîhanê bû, hewl da ku hîn bi kûrahî nas bike û rêyên çareseriyê peyda bike. Li ser vê bingehê biryara xwe li ser wê yekê da ku yekane îdeolojiya wekhevî û azadiya gelan, sosyalîzm e. Li zanîngehê kete bin bandora hevalên xwe yên Kurd ên welatparêz û cihê xwe di nava karên Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) de girt û îdeolojiya Apoyî nas kir.
Di nava civakîbûna hevpar, pir zimanî, pir çandî, pir bawerî ya gelê Anatoliyê de weke zarokekî Tirkmen mezin bû. Li hemerî faşîzma netewe dewletê ku dijminê xwişk-biratiya gelan, nasname, bawerî û zimanên cuda ye, hîn di temenê ciwantiyê de helwest nîşan da. Hêviya ku vê helwesta xwe veguherîne welatekî azad, neteweyeke demokratîk û jiyaneke nû di nava hêza leşkerî, polîtîk û îdeolojîk a PKK’ê de dît. Ji dil ve biryar da û di vê oxirê de pêwîstî bi çi hebû bi bawaerî, coş û fedakariya mezin kir.
Hevrêyê me Bedreddîn di raporeke xwe de li ser tevlîbûna xwe ya li nava PKK’ê wiha digot: “Li derdora min ji xwe kevneşopiyeke çep hebû. rastiya Hakî Karer û Kemal Pîr ez ber bi PKK’ê ve kişand. Têkoşîna çekdarî û sadebûna li nava jiyanê ya PKK’ê min ber bi xwe ve kişand. Bi qasî ku min fêhm kir, nêzîkatiya li sosyalîzmê jî xusûseke ku tevlîbûna min diyar kir. Bicihanîna wê li Tirkiye û Kurdistanê yek ji aliyên wê bû ku min ber bi xwe ve kişand.”
Hevrê Bedreddîn bi vê têgihiştin û van hestan biryar da ku bibe hevrêyê Rêber Apo, bibe kadroyê milîtan ê PKK’ê. Sala 1993’an li eyaleta Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Li eyaletên Amed, Erzîrom û Dersimê du salan gerîlatî kir. Sala 1995’an li Dersimê di kemîneke tankê de parçeyên şarapnelê li bedena wî ket û birîndar bû. Ber bi dawiya sala 1995’an derbasî qada Rêbertî bû. Ji nêz ve naskirina Rêbertî, mîna Hakî û Kemal hevrêtiyeke rast û dîtina rêbaza Rêbertî di meşa şoreşê ya hevrêyê me Bedreddîn de bû demeke diyarker. Rêber Apo di hevpeyvîna li gel hevrêyê me Bedreddîn de mîna ku vê serdemê bibîne tespîteke wiha kiribû: ‘Di meşa Torosan de dibe ku lehengekî gel biafire’.
Hevrê Bedreddîn bi van gotinan qada tiştên ji Rêbertî fêhm kir, hevrêtiya hevrêyan vegot: ‘Dilsoziya bi Rêbertî re ew e ku kîjan kar dibe bila bibe bi qasî ku fêhm kir û ji dest tê, divê bê kirin. Divê timî bikeve nava hewldana ku ya herî baş bike. Divê ji xwe re bike esas ku hêza fêhmkirin û kirinê têrker nebîne, timî bi pêş ve bibe û kûr bike. Ez bi vî rengî ji xwe re dikim esas. Rêbertî ji bo min pêkhatina jiyanî ya şênber a serketina vê têkoşînê ye. Hêza min a mnaewî ye ku di nava vê têkoşînê de heta dawiyê dewam bikim. Di nava şert û mercên herî giran de li Rêbertî dikifirim û hîs dikim ku hîn xurt dibim û derbasî pratîkê dibim. Hêza daxwaz û biryardariyê ye. Ji xwe eger nikaribim Rêbertî hîs bikim, ez nikarim li nava vê rêxistinê bimeşim. Nêzîkatiya Rêbertî ku ewqasî li ser milîtaniya Kemal Pîr disekine, bi qasî her hevalî berpirsyariyê hîn bêhtir dide min. Ji niha û pê ve ez ê vê asta berpirsyariyê bi qasî ku min fêhm kiriye, bi qasî ku hêza min têrê dike di kar de nîşan bidim. Ez ê ji xwe re bikim pîvanek ku pîvana xwe ya milîtaniyê, sekna xwe ya rêxistinî îdeolojî li gorî van nirxan bi pêş ve bibim. Haya min ji hêza ku karibim tevlî bikim, rola ku pê rabim, heye. Ez ê ne xwe, ne rêxistinê ne jî hevrêyên xwe şaş nekim. Ev nêzîkatî wê ji bo min bibe pîvana bingehîn. Li ku dibim bila bibim, kîjan kar dibe bila bibe ez ê xwe bikim hêzeke rêxistinbûyî ya rast û tevlî bikim’.
Piştî ku li qada Rêbertî tevlî perwerdeyê bû sala 1996’an derbasî Amanosan, ji wir jî di sala 1997’an de derbasî Torosan bû. Ji Torosan ber bi Derya Spî, ji wir jî ber bi Antalyayê gavên gerîlatiyê avêt. Qîrîna raperîna gel a bi sedan salî weke gerîlayekî gihand van çiyayan, ala têkoşînê li ba da, bi eşqa gerîla û azadiyê ya mezin li çiyê meşiya. Li ser bingeha gerîlatiyê bigihîne Anatoliyê û mezin bike, bi îrade, sebir, ked û hewldaneke mezin tevgeriya. Piştî ku 2 salan li van herêman karê pratîkî kir, sala 1999’an vegeriya Amanosan. Dîlketina Rêber Apo ya bi komploya navneteweyî mîna li nava hemû milîtanên Apoyî ji bo hevrêyê me Bedreddîn jî bû bûyereke gelekî zehmet. Bi pêvajoya vekişînê ya sala 1999’an re derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û heta sala 2003’an li herêma Qendîlê ma. Di encama pêşniyar û israra xwe de sala 2003’an ji nû ve derbasî Amanosan bû û heta sala 2005’an lê kar kir. Sala 2006’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û beşdarî perwerdeya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Kûrbûna xwe ya li akademiya leşkerî bi van gotinan anîbû ziman; ‘HPG ji kesayet û min re, ji aliyê dîsîplîn û cidiyetê ve aliyên erênî ava kir. Cihgirtina li nava HPG’ê bi mirovan dide hîskirin ku germahî û hesasiyeta pêvajoyê çi ye û divê mirov li ku derê çawa tevbigerin. Mirov fêhm dike kur ewşa Rêbertî yekser bi sekna me ve girêdayî ye. Vê yekê weke HPG’iyekî hîn bêhtir dibînim û fêhm dike. Ji bo min rewşeke bi rûmet e’.
Piştî perwerdeyê bi îdîa, ked, hewldan û fedakariyeke mezin cihê xwe di nava Fermandariyên Eyaleta Qendîl û Xinêrê de girt. Tecrûbeyên xwe yên dewlemend ên têkoşînê, bi rêbaza jiyanê ya derwîşane, bi kesayetiya komunal, hevrêtiya ji dil gihand hevrêyên xwe. Jiyana xwe ya gerîlatiyê ku weke şervanekî destpê kir ji fermandariya tîm û yekîneyê heta bi asta fermandariya herêmê û eyaletê timî bi berpirsyarî, bi serketinê dewam kir. Bi wêrekiya xwe ya bilind û kesayetiya xwe ya çalakger bi salan tevlî gelek çalakiyan bû, çalakî plan kir û koordîne kir. Ji ber pratîka xwe ya serketî xelat wergirt. Hevrêyê me Bedreddîn ku bi eşqa jiyanê, mirov û civakê tijî bû, fikrên xwe yên li ser hevrêtî û şer wiha vedigot, ‘Şer, tevî ku nayê xwestin jî, tevî ku ji neçarî ye jî rêbazeke têkoşînê ye ku divê bi rengê herî baş bê meşandin. Çiya jî kabeya vê rêbaza têkoşînê ye. Misilmanên ku berê xwe nede qibleyê, îbadeta xwe derbas nabe. Li nava me jî yên ku hişmendiya çiyê di dil û ruhê xwe de tune be nikare têbikoşe. Kîn, tolhildan û hêrs aliyê hest ê têkoşînê ye. Hişmendiya ku dûrî van hestan e, nikare dijmin nas bike û têkoşîneke demdirêj bimeşîne. Lê belê eger ev hest jî ji fikir û îdeolojiyê qut be dawiya dawî wê li kesayet û rêxistinê bike. Hestên welê ne ku divê bi vî rengî bi kontrol bêne bikaranîn. Di vê mijarê de zelal im û ji bo têkoşînê jî nuqteyên esasî ne’.
Sala 2012’an piştî kûrbûna xurt a li Ocaka PKK’ê, ji bo karibe pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi xurt bimeşîne, weke endamê Fermandariya Qada Amanosê derbasî Amanosê bû. Li ser bingeha pêwîstiyên ku di nava pratîka têkoşînê de derketin holê, piştre weke fermandarê qadê dest bi wezîfeyê kir û heta şehîd bikeve heta 17’ê Cotmeha 2020’î qada Amanosê bi rengê herî serketî koordîne kir, bi çalakiyên xurt û bi bandor tirs berda dilê rejîma faşîst a qirker. Di gerîlatiyê de bi pêşengiya xwe ya şareza û bi înîsiyatîf, ne tenê li qada tê zanîn her wiha bi gavên nû gerîlat derbasî qadên berfireh kir. Gerîlatî ji bo wî kelecan, eşq û daxwaza jiyanê bû. Bi xwespartina li gerîla zindîhiştina hêviya gelan, destnîşankirina lêgerînên azadiyê û mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ji bo hevrêyê me Bedreddîn sekna pratîkî, hişmendî û baweriyê bû. Di vê mijarê de bi rengê Hakî û Kemal bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, bername û felsefeya Rêber Apo dilsoz bû. Kedkariya Hakî Karker û berxwedêriya Kemal Pîr ji bo xwe kiribû karakterek. Bi vî rengî hevrêyekî rasteqîn û milîtanekî rasteqîn ê Rêber Apo bû. Felsefe, fikir û paradîgmaya Rêbertî ji bo wî çavkaniya jiyanê, enerjî û kêfxweşiyê bû. Di salên afirandina paradîgmaya Rêbertî de bi coş, kelecan, bi berpirsyarî û hişmendiya dîrokî rastiya kesayetiya xwe bi berfirehî analîz kir. Bi kûrbûna rexnedayinê kesayetiya xwe, mejî, hişmendiya xwe li ser bingeha paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk ji nû ve ava kir. Lewma dikare bê gotin ku hevalê Bedreddîn ne tenê tevlî armancên polîtîk ên PKK’ê bû, di heman demê de tevlî xet, felsefe û paradîgmaya wê ya îdeolojîk bû, li gorî vê kûr bû, bi vê cidiyetê nêzîk bû û bû fermandarekî me yê pêşeng. Lewma hevrêyekî ji dil ê Xeta Azadiya Jinê, milîtanekî xwedî bawerî û şagirtekî kelecanî bû.
Hevrê Bedreddîn di nava 27 salên li nava PKK’ê de bi pîvanên milîtaniyê û hevrêtiyê ji xeta Apoyî ti carî tawîz neda. Her kêliyên van 27 salên têkoşîna gerîlatiyê ya bênavber a li çiyayên Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi fedaîtî, exlaq û şoreşgeriya jineke diyarî azadiya gelan derbas kir. Ji Şêx Bedreddînan heta bi PKK’ê ew bû pira hişmendî, ruh, bawerî û armanca hevpar a ji bo jiyana azad û wekhev a gelan. Ji bo armancên Torlak Kemal, Borkluce Mûstafa pêk bîne ala PKK’ê hilda, li refên herî pêş sekinî û ev al bilind kir. Hevrê Bedreddîn Amanos xwe ji çanda gelê Tirkmen a ku serî natewîne, li dijî zilmê bi hezaran salan li ber xwe dide û bi serwer û zaliman re nabe yek, xwe xwedî kir û xwedî li vê çanda esîl derket. Ji bo vê jî mîna Şêx Bedreddîn Simavî ku navê wî li xwe kir, guh da banga azadkirinê ya çiyayan ne fermanên padîşahan, xwe spart çiyayan û li dijî sîstemên desthilatdaran şer kir. Di nava gerîlatiya xwe ya 27 salan de li Amed, Dersim, Amanos, Toros, Zagros û gelek çiyayan ma, bi ked û bawerî li ser bingeha azadiyê jiyaneke nû ava kir.
Ewladê şoreşger ê gelên Tirkiyeyê, weke milîtanê PKK’î û fermandarê berpirsyar ê HPG’ê bi kedeke mezin di têkoşîna me ya azadiyê de tevlî karwanê nemiran bû. Em ê vê têkoşîna xwe ya azadiyê teqez bi ser bixînin. Bi vî rengî ji Şêx Bedreddîn heta bi Bedreddîn ê Tirkmen ê ji Karamanê em ê bibin şopdarên azadiyê û lêgerînerên rastiyê yên li ber zilmê serî hildan û canê xwe dan. Em ê armancên wan pêk bînin. Weke hevrêyên wî, em soz didin ku xwîna fermandarê me yê enternasyonalîst ê nemir hevrê Bedreddîn wê li erdê nemîne, bernameya Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk ku hesretea wî bû, wê teqez bi têkoşîna me bi ser bikeve. Li Tirkiyeyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn wê azadî bi ser bikeve, gel bi ser bikevin, mirovahî bi ser bikeve. Di şexsê hevrêyê me Bedreddîn Amanos de li ser bingeha vê sozê em sersaxiyê ji malbata wî û gelên Tirkiye û Kurdistanê re dixwazin ku teslîmî pergala zilmê nebûne.
AYDIN AMANOS
Hevrêyê me Aydin li navçeya Dihê ya welatparêz a Sertê ku Guleya Yekemîn a têkoşîna me ya çekdarî lê hat avêtin û Cejna Vejînê destpê kir, ji dayik bû. Dewleta Tirk a mêtînger ji bo Kurdistanê bêy Kurd bihêle, bi hezaran gundên Kurdan şewitandin. Yek ji van gundan gundê ku hevrêyê me Aydin lê hatiye dinê ye. Ji ber ku gundê wan ji ber terora dewletê hat şewitandin, malbat neçar mane koçî Mêrsînê bikin û li wir mezin bûye. Her çendî li bajarên Tirk mezin bû jî, ji welat, nasnameya xwe ya civakî û rastiya gel qet qut nebû. Ji ber welatparêziya malbatê, rastiya gel û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta qirker a ku pê re rû bi rû maye derxistibû zanabûnê. Tevlîbûna hevrêyê me Yilmaz a ji tevgera azadiyê re, ku kurê mamê wî ye, ew zêdetir nêzî tevgera azadiyê kir.
Hevrêyê me Aydin ê ku kar dike û bi keda xwe debara xwe dike, rastiya dijminê ku gelê Kurd aniye vê rewşê û ji welatê xwe û gundê xwe hatiye sirgûnkirin qet nepejirandiye. Ji ber vê yekê kîn û hêrseke mezin li hember dijminên ku gundên wan dişewitandin hebû. Êrîşa artêşa Tirk a di Sibata 2008’an de li dijî Zapê destpê kir û veguherî têkçûneke dîrokî, bandor li tevahiya civaka Tirkiyeyê kir. Hevrêyê me Aydin dît ku bi destpêkirina vê êrîşê re li hemberî gelê Kurd êrîşeke qirkirinê ya berfireh tê xwestin bê pêşxistin û di şexsê gerîla de hewl tê dayîn ku hêviyên azadiyê yên gelê Kurd ji holê bê rakine. Li hemberî van êrîşan jî bi tevlîbûna nava refên gerîla û mezinkirina gerîla kir hedefa xwe. Li ser vê bingehê di sala 2008’an de tevlî gerîla dibe.
Li herêma Garê dest bi gerîlatiyê kir û jiyana bingehîn û dersên gerîlatiyê li wir girt. Ji jiyan û hevrêtiya PKK’ê gelekî bandor bû û dît ku her kêliya PKK’ê tijî perwerde bû. Di vê wateyê de xwe perwerde kir û kûrbûn ji xwe re esas girt. Bi karakterê xwe yê hîperaktîf, kesayetiya xwe ya pirsyar û meraqdar zû fêrî jiyana gerîla bû û ezmûn girt. Fêm kir ku gerîllatî bûyera lêgerîna li xwe, naskirina hêza xwe û xwe naskirinê ye. Piştî sê salan ji pratîka gerîlatiyê, ji bo ku bigihêje gerîlatiya profesyonel û bersivê bide pêdiviyên serdemê, derbasî akademiya pisporiyê bû û perwerde dît. Hewl da ku encamên perwerdeyê di qada pratîkî de veguherîne pratîkê. Her tim zanîn û jêhatiya xwe ji bo sûdê bide rêxistin û gelê xwe xerc kiriye.
Hevrêyê me Aydin ku ji dil û can bi stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî bawer dike, li ser taktîka şerê bajêr gelek lêhurbûn dike. Di vê wateyê de ketiye nava hewldan û giraniyek cidî. Bi giyanîbûneke xurt xwe ji bo erkên serdemê amade dike û di sala 2012’an de derbasî Amanosê dibe. Li vir di nava şert û mercên herî dijwar de 5 sal pratîkeke bênavber derbas kir. Di wê baweriyê de bû ku pratîka şoreşgerî ya rast û xurt bi helwesteke îdeolojîk, hişmendiyeke zelal û milîtaniyeke bi biryar pêkan e. Li ser vê baweriyê tevdigeriya û dizanibû ku çawa astengiyên li pêşiya xwe derbas bike.
Bi sekna xwe nîşan da ku gelê Kurd êdî bûye xwedî rêbaz, alav, şêwaz û taktîkên xweparastinê, lewma êdî tirs nemaye. Di sala 2014’an de hevrêyê me Yilmaz ku kurê mamê wî ye şehîd ket, kîn û hêrsa hevrêyê me Aydin a li hemberî dijmin zêde kir û li ser vê bingehê hîn bêhtir tevlî pratîkê bû. Piştî pêvajoyeke dirêj a pratîkê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, pratîka xwe lêpirsîn kiriye û hewl da dersan derxe. Ji bo vê jî derbasî Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz dibe û hewl dide ku şêwaz û taktîkên gerîlayên serdema nû bigire dest. Armanca wî ew bû ku kêmasiyên xwe derbas bike û gerîlayeke serketî ava bike.
Hevrêyê me Aydin ê ku berê xwe da qada Amanosê, bi vê hişmendî, tecrûbe û baldariyê, weke yek ji fermandarên pêşeng û milîtanên leheng ên Apoyî yên serdema nû, berpirsyarî girt ser xwe. Tevî hemû astengiyên dijmin jî bi awayekî pir afirîner û serkeftî xwe gihandiye Amanosê. Bi lez û bez kete pratîkê û bi daxwazeke mezin encam girt. Di encama êrîşa dijmin de, di 17’ê Cotmeha 2020’an de fermandarê me yê mezin Bedreddîn Amanos ku weke xwe evîndarê Amanos bû, bi hevrê Bedreddîn Amanos re gihişt şehadetê.”