MARSÎLYA – Gerîlayê HPG’ê Çekdar Canfeda Med û sê hevalên xwe yên li Metînayê şehîd bûn, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin bi bîr anîn. Merasîma bîranînê, li Navenda Civaka Demokratîk, bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.
Di bîranînê de, sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Çekdar hat nîşandan. Li navendê ji bo Şehîd Çekdar quncikek hat amade kirin.
Bîranîn, bi berzkirina siloganên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.