DÊRÎK – Yekîtiya Jinên Ciwan li ser têkoşîn şehîdên fedakar ku çalakiya fedayî li Mersînê pêk anîne Sara û Rûken, li ser jiyana çalakger û akademisyen şehîd Nagîhan Akarsel û li ser qetilkirina jina ciwan a Kurd li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî sînevîzyonek li darxistin.
Sînevizoya jinên ciwan li navenda Dicle ya Çand û Hunera Dêrîkê hate pêşandin. Di hola navendê de wêneyên akademisyen Nagîhan Akarsel, wêneya Jîna Emînî û pankartên “Jin, jiyan, azadî” hatibûn daliqandin. Bi dehan jinên ciwan ên xwendekar beşdarî vê sînevîzyonê bibûn.
Sînevîzyona jinên ciwan bi deqeyekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê destpêkir. Piştre Medya Yûsif axivî. Medya di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya fedayî ku li Mersînê li navenda faşîzmê hatiye kirin û diyar kir ku rihê Sara û Rûken rihê Zîlana ne, heman demê de diyar ku wan bi çalakiya xwe derba herî mezin li dagirkeran xistine.
Her wiha di axaftina xwe de girîngiya silogana Jin Jiyan Azadî ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di pêşengtiya jinan de tê berz kirin kir. Medya diyar kir ku silogana Jin Jiyan Azadî bûye siloganekî cîhanî, bê guman ev silogana bingeha xwe ji felsefeya kûr a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan digire.
Piştî ku Medya Yûsif axaftina xwe bi dawî kir sînevîzyon hate temaşe kirin. Di sînevîzyonê de têkoşîna akademisyen, çalakger û edîtora Kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînan a Silêmaniyê Nagîhan Akarsel, fedakerên serdemê an jî gerîlayên ciwan Sara û Rûken hate pêşandan.
Çalakiya jinên ciwan bi berzkirina silogana “Jin Jiyan Azadî, Bijî Serok Apo” bi dawî bû.