Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi cezayê disiplîn û qedexeya hevdîtinê ya malbat û parêzeran bûye êşkencexane û navenda tecrîdê.
Ji roja ewil a cezayê disiplînê 4.12.2005’an yanî ji navbera 2005-2010’an 15, navbera 2018-2022’an heta meha îlonê 13 cezayê disiplînê bi giştî 28 carî cezayê disiplînê hatiye birîn. Di navbera 2016’an heta îlona 2022’an têkildarî qedexeyên ji bo malbat, parêzer û telefonê bi qasî tê zanîn 23 biryarên desteya disiplîn, desteya çavdêrî û îdarî û dadgehê hene. Ji ber presedûr bi awayeke derqanûnî û veşartî tê kirin, ev cezayên hatin nîşanan ên ku hatine piştrast kirinin.
Her wiha ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta îro 1218 serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran pêk hatiye û sala 2019’an 5 caran parêzeran hevdîtin kirine.
Dîsa ji sala 2011’an heta niha bi giştî 249 carî serlêdanên malbatan hatine redkirin, ji vana 28 carî malbatan hevdîtin pêk aniye. Herî dawî jî ji Cotmeha 2014’an heta niha 5 caran malbatan hevdîtin kirine.
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ
Ji roja ewil heta niha cezayê disiplînê û hincetên hatin nîşandan wiha ne:
“04.12.2005’an bi îdîaya ‘Binpêkirina helwest û reftarên rêveberiya îdarî ku divê bê pêkanîn’ cezayê şermezarkirinê.
12.12.2005’an bi îdîaya ‘Ji ber sûcê perwerdekirin û xebatên propagandakirina rêxistinên sûc’ 20 roj cezayê hucreyê.
17.03.2006’an bi îdîaya ‘Binpêkirina hewlwest û reftarên rêveberiya îdarî ku divê bê pêkanîn’ cezayê şermezarkirinê.
07.08.2006’an bi îdîaya ‘Ji ber sûcê perwerdekirin û xebatên propagandakirina rêxistinên sûc’ 20 roj cezayê hucreyê.
23.11.2006’an bi îdîaya ‘Ji ber sûcê perwerdekirin û xebatên propagandakirina rêxistinên sûc’ 20 roj cezayê hucreyê.
13.04.2007’an bi îdîaya ‘Ji ber sûcê perwerdekirin û xebatên propagandakirina rêxistinên sûc’ 20 roj cezayê hucreyê.
16.07.2007’an bi îdîaya ‘Ji ber sûcê perwerdekirin û xebatên propagandakirina rêxistinên sûc’ 20 roj cezayê hucreyê.
19.11.2007’an bi îdîaya ‘Ji ber sûcê perwerdekirin û xebatên propagandakirina rêxistinên sûc’ 20 roj cezayê hucreyê.
24.04.2008’an bi îdîaya ‘Ji ber sûcê perwerdekirin û xebatên propagandakirina rêxistinên sûc’ 20 roj cezayê hucreyê.
29.04.2008’an bi îdîaya ‘Ji ber heqaret li erkdarên cemaweriyê’ kiriye 10 roj cezayê hucreyê.
27.05.2008’an bi îdîaya ‘Ji ber sûcê perwerdekirin û propagandakirina rêxistinên sûc’ 20 roj cezayê hucreyê.
17.09.2008’an bi îdîaya ‘Ji ber sûcê perwerdekirin û propagandakirina rêxistinên sûc’ 10 roj cezayê hucreyê.
09.01.2009’an bi îdîaya ‘Ji ber sûcê perwerdekirin û propagandakirina rêxistinên sûc’ 20 roj cezayê hucreyê.
Çawa ku CPT’ê di rapora xwe ya sala 2010’an de qala 240 rojan a pêkanîna cezayên hucreyê dike, di navberê de du carên din bi qasî 20 rojan cezayê hucreyê hatiye dayîn ku lê bê zêde kirin; di navbera 2005-2010’an de bi giştî 15 caran cezayê disiplînê hatiye dayîn.
SEDEMÊN ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ ‘REWŞA XIRAB A HEWAYÊ Û KOSTER XIRABE YE’ HATINE NÎŞANDAN
Ji vê dîrokê heta 2016’an ango 20’ê Tîrmehê heta biryara Rewşa Awarte ti cezayê disiplînê nîne. Hevdîtinên malbat û parêzeran bi hinceta ‘rewşa xirab a hewayê’ û ‘koster-keştî xirabe ye’ hatine astengkirin. Dadgeriya 1’emîn a Înfazê ya Bûrsayê bi hinceta Rewşa Awarte ya 20’ê Tîrmeha 2016’an serdanên parêzer malbat, dîsa hevdîtinên bi telefon, name û faksê yên têkiliyê di pêvajoya Rewşa Awarte de qedexe bû. Piştî vê biryarê û şûnde mirov dikre rewşê li weke jêr bîne ziman.
QEDEXEYA HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE
Piştî qedexeyên (parêzer, malbat, agahîgirtin, nivîsandin û hwd.) piştre jî qedexeyên parêzer û telefonê ketin meryerê wiha ne;
21.7.2016’an bi biryara dadgeriya înfaz a bi hejmara 2016/56’an cuda kar re bi temamî maf bi awayek bê dem hatin qedexekirin
2.3.2016’an biryara dadgeriya înfazê bi awayeke bê dem hate nûkirin, li ser îtirazan dadgeha cezayê giran dema qedexeya ji bo malbat û parêzeran ji bo 6 mehan, qedexeya nivîsandinê jî ji bo 3 mehan sînordar kir.
6’ê Îlona 2018’an bi biryara dadgeriya înfazê ji nû ve 6 meh biryara qedexeyê ji bo parêzeran hate dayîn.
13.2.2020’an bi biryara desteya çavdêrî û îdarî ya hejmara 2020/3’an mafê telefonê ji bo 6 mehan hate sînordarkirin.
13.3.2019’an dadgeriya înfazê birayara qedexeya 6 mehan a ji bo parêzeran da, lê li ser îtirazê dadgeha cezayê giran ev qedexe hate rakirin. Li ser vî bingehî parêzeran karî 5 caran hevdîtin bikin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û şûn ve li gel qutbûna hevîdtinên parêzeran dîsa heman prûsedûr ketin meryetê.
7.9.2020’an bi biryara desteya çavdêrî û îdareyê re mafê telefonê ji bo 6 mehan hate sînordarkirin.
23.9.2020’an bi biryara dadgeriya înfazê ji nû ve ji bo parêzeran 6 meh qedexeya hevdîtinê hate girtin.
12.10.2021’an bi biryara dadgeriya înfazê ji nû ve ji bo parêzeran 6 meh qedexeya hevdîtinê hate girtin.
18.10.2021’an bi biryara desteya çavdêrî û îdarî li gorî hejmara 2021/34-35 (ji bo Ocalan-Yildirim) 18’ê Mijdarê li gorî hejmara 2021/41-42’an (Ji bo Aktaş-Konar) hevdîtina telefonê ji bo 6 mehan hate sînordarkirin.
13.4.2022’an bi biryara dadgeriya înfazê re ji nû ve 6 meh hevdîtina parêzeran hate qedexekirin.
CEZAYÊN PIŞTÎ SALA 2018’AN
Cezayên Disiplînê yên ku piştî sala 2018’an hevdîtinên malbatê destpêkirin, qedexe kirin:
14.9.2018’an bi biryara desteya disiplînê ya hejmara 2018/1, 2018/2, 2018/3 û 2018/4 ji bo serdana malbatê ya sê mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
2.1.2019’an bi biryara desteya disiplînê ya hejmara 2019/1, 2019/2, 2019/3 û 2019/4 ji bo serdana malbatê ya sê mehan cezayê disiplînê hate birîn.
22.4.2019’an bi biryara desteya disiplînê ya hejmara 2019/5’an ji bo serlêdana malbatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
10.7.2019’an bi biryara desteya disiplînê ya hejmara 2019/6 ji bo serlêdana malbatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
21.10.2019’an bi biryara desteya disiplînê ya hejmara 2019/7 ji bo serlêdana malbatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
9.2.2020’an bi biryara desteay disiplînê ji bo serlêdana malabatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
30.9.2020’an bi biryara desteya disiplînê ya hejmara 2020/1 ji bo serlêdana malbatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
29.1.2021’an bi biryara desteya disiplînê ya hejmara 2021/1 ji bo serlêdana malbatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
Li gorî biryara desteya disiplînê ya hejmara 2021/2 ji bo serlêdana malbatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
18.8.2021’an bi biryara desteya disiplînê re ji bo serlêdana malbatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
23.11.2021’an bi biryara desteya disiplînê ya hejmara 2021/4 ji bo serlêdana malbatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
3.2.2022’an bi biryara desteya disiplînê ya hejmara 2022/1 ji bo serlêdana malbatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
30.5.2022’an bi biryara desteya displînê re ji bo serlêdana malbatê ya 3 mehan cezayê disiplînê hate dayîn.
CEZAYÊ HERÎ DAWÎ YÊ DISIPLÎNÊ
Parêzeran di 23’ê Îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzeran her wiha îtiraz li cezayekî dîsîplînê yê gengaz kirin û xwestin ku biryara di dosyayê de radestî wan jî bê kirin.
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdana di 5’ê Cotmehê de hate kirin, red kir. Dadgeriyê ragihand ku cezayê dîsîplînê yê 3 mehan ku Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê di 9’ê Îlonê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din birî, di 28’ê Îlonê de mîsoger bûye.
29 CARAN CEZAYÊ DISIPLÎNÊ Û 1218 SERLÊDANÊN PARÊZERAN HATINE KIRIN
Weke encam em bigirin dest, ji roja ewil a cezayê disiplînê 4.12.2005’an yanî ji navbera 2005-2010’an 15, navbera 2018-2022’an heta meha îlonê 13 cezayê disiplînê bi giştî 28 carî cezayê disiplînê hatiye birîn. Di navbera 2016’an heta îlona 2022’an têkildarî qedexeyên ji bo malbat, parêzer û telefonê bi qasî tê zanîn 23 biryarên desteya disiplîn, desteya çavdêrî û îdarî û dadgehê hene. Ji ber presedûr bi awayeke derqanûnî û veşartî tê kirin, ev cezayên hatin nîşanan ên ku hatine piştrastkirinin.
Her wiha ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta îro 1218 serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran pêk hatiye û sala 2019’an 5 caran parêzeran hevdîtin kirine.
DI NAVA MEHEK Û NÎVÊ DE 19 CARAN SERLÊDAN HATINE KIRIN
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji serê meha Îlonê Malbata Ocalan 6 û parêzeran 9 caran daxwaza hevdîtinê kiriye, ji serê meha Cotmehê jî parêzeran 3 malbatê 1 jî hemû jî hatine redkirin û bê bersiv hatine hiştin.
Ji serê meha Îlonê heta niha ji bo hevdîtina bi Ocalan re malbatê 7 carî û parêzeran jî 12 carî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane.
JI SALA 2011 HETA NIHA MALBATÊ 28 CARAN HEVDÎTIN KIRIYE
Dîsa ji sala 2011’an heta niha bi giştî 249 carî serlêdanên malbatan hatine redkirin, ji vana 28 carî malbatan hevdîtin pêk aniye. Herî dawî jî ji Cotmeha 2014’an heta niha 5 caran malbatan hevdîtin kirine.”
GIRTÎGEHA ÎMRALÎ BI PROTOKOLEKE VEŞARTÎ YA NAVBERA CIA-MÎT’Ê DE HATIYE AVAKIRIN
Girtîgeha Îmralî girtîgeheke piştî bi awayê komployeke navneteweyî û revandineke korsanwarşî û heta sala 2009’an li Girava Îmralî girtîgehek yek kesî bû, 4’ê Sibata 1999’an ku xwe dispêre porotkoleke veşarî ya MÎT-CIA hatiye avakirine. Girtîgeha Îmralî ya 4’ê Sibatê ku hatibû avakirin berî niha xwedî statûyeke girtîgehê ya nîv vekirî bû, bi peymanên veşarî yên hatin kirin, ji bo Rêber Apo hate vala kirin, kirin girtîgeheke gravî ji bo yek kesî. Vekiriye ku girtîgeha gravî ya yek kesî ya Îmralî ne li gorî mewzûata Tirkiye, 4’ê Sibatê li gorî protokola veşarî ya navbera MÎT-CIA girtîgeheke derveyî hiqûq û qanûnê ye. Rêber Apo li ser Girtîgeha Îmralî ev tişt gotibû: ‘Statûya vê derê bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. DYE mîna peymanên vê bi veşartî li gelek cihan girtîgehên wiha avakiriye. Girtîgeha Îmralî jî bi peymana veşartî ya CIA-MÎT’ê hatiye avakirin. Fikir û erêkirina YE’yê jî li ser heye. Dema vê dikin jî, divê şert û mercên li vir çibe jî diyar kirine. Mirov di nava van şert û mercan de 6 rojan jî nikare bijî. Em avêtine vir. Ez girtiyê herî giran im, di nava vê de Rojava jî heye. Sîstema cîhana kapitalîst min girtiye. Dewlet jî min weke qertekê, weke rehîneyekê di destê xwe de digire. Ez rehîneyeke siyasî me. Cihê min wilo hatiye nîşandan. Ez dikarim vê rewşê wiha jî bişibînim; keseke girêdayî cîhazê boriya nefesê me, kengê bixwazin dikarin fîşê bikişînin. Girankirina tecrîdê ji xwe tê wateya bidarvekirinê.
Li Rojhilata Navîn, têkildarî mijara Kurd valatiyek hebû, me xwest vê valatiyê li ser bingehê azadiyê tije bikin, derketina me ji ewilê li ser esasê azadî û demokrasiyê bû. Ev yek jî bi kêrî karê hêzên hegemon ên sîstema cîhanî ya kapitalîst DYE, Îngîltere û Îsraîlê nedihat, vê nedixwest. Ev yek ne ji aliyê hinek hevkarên Kurd û dîsa dewlet-netewe û dîsa hegemonên emperyalîst ve nedihate qebûlkirin. Van hê ji mêj ve Kurdên azad ji lênûsa xwe jê biribûn û derxistibûn derveyî dîrokê. Kurdê azadî, ferdê Kurdê azad û civaka azad bi kêrî wan nedihat. A di şexsê min de dihate cihêkirin, li girtîgeheke yek kesî mehkûm kirin a esas ev Kurdê azad e.
Ev polîtîka sîstem in, tenê weke polîtîkayên girtîgehên Tirkye lê bê nêrîn wê bikevin şaştiyên mezin. Pêkanînên tên kirin jî heman ne polîtîkayên ji rêzê ne. Bi polîtîkayên herî zirav, bi stratejîk û dîsa girêdayî têkiliyên DYE, Tirkiye û YE’yê bi dorfireh û hevgirtî tên birêvebirin.’
Çavkanî: ANF (Ajansa Nûçeyan a Firatê)