BEHDÎNAN – Artêşa Tirk a dagirker ji nîvê Nîsanê ve li herêmên di bin kontrola gerîla de bênavber çekên kîmyewî bikar tîne. Li gorî bîlançoya nû ya ku HPG’ê di 17’ê Cotmehê de weşandibû, di nava 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexe hatine bikaranîn.
Artêşa Tirk a ku li hemberî tîmên pispor ên gerîla û taktîka şerê çeper-tunelan têk çû, serî li çekên qedexe dide. Ev sûcên şer gelek caran bi dîmen û şahidan di ANF’ê de hatine tomar kirin.
Di meha Cotmehê de Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) anî ziman ku delîl hatin bidestxistin û xwest lêpirsîn serbixwe were destpêkirin.
Yek ji hedefên êrîşên dagirkeriyê û êrîşên kîmyewî jî herêma berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê ye. Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de dîmenên nû gihiştin ANF’ê.
Di dîmenan de tê dîtin ku komek leşkerên Tirk tên ser tunelên şer ên herêma Werxelê, çend leşkerên ku werîs li nava wan girêdayî berdidin ber derê tunelan.
Piştî ku leşkeran çekên kîmyewî yên ku di destê wan de bûn avêtin deriyê tunela şer, bi lez û bez dûr ketin.
GAZÊN BÊBÊHN Û BIBÊHN
Gerîla Zîlan Mêrdîn yek ji wan gerîlayan e ku mudaxeleya ewil li gerîlayên ku rastî êrîşên çekên kîmyewî hatin, kir û bû şahidê bûyerê. Gerîla Zîlan Mêrdîn bûyera qewimî bi van gotinan vegot:
“Li tunelên şer ên Werxelê şerekî pir dijwar û bênavber heye. Hema bêje her roj dijmin bi bombeyên tund li deriyên tunelên şer teqînên mezin pêk tîne. Di heman demê de gazên kîmyewî yên bêbêhn/bibêhn û gazên îsotê yekser an jî bi hev re bikar tîne. Ji ber ku bi teqînan re di nava hev de çêdibe, bi rastî çi diqewime nayê fêm kirin.
Heval Baz û Helbest jî bi heman awayî di rojên cuda de rastî êrîşa çekên kîmyewî hatin. Piştî teqîna mezin çêbû, me ji hevalan agahî negirt. Heval gihiştin wan û birin cihekî ewle. Hevalên din ên çûn û van hevalan anîn, tevdirên xwe girtin û çûn. Wan got ku her çend ji teqînê bêhnên cuda yên teqemeniyê hebûn jî, bêhna çekeke kîmyayî ya pir cuda ji wan nehat, lê gazeke gewr a qalind li hawîrdorê hebû.”
BANDOR LI SINIR KIR
Zîlan Mêrdîn diyar kir ku dema du gerîlayên ku ji çekên kîmyewî bandor bûne, ketin hindir, yekem nîşaneya bîrkirina hişî dîtine. Mêrdîn wiha dom kir: “Li bîra wan ne dihat, hevala Helbest pêşî hişê wê çûbû, dû re tevgereke bê kontrol û mîna ku dîn bûye dikeniya. Paşê ji ser hişê xwe çû. Û şehîd ket.
Axaftin û tevgera hevala Helbest bê kontorla wê derdiket pêş. Gaza çeka kîmyewî bandor li pergala sinirê kirîbû, karê fîzyolojîkî yê normal yê laşê wî tepisandibû û têk biribû. Heval, ji nişka ve gelek şa dibe û dikeniya; Ew rewşek nenormal bû, ku di psîkolojiyê de jî wekî ‘oforî’ tê pênase kirin û ji ber çeka kîmyewî ya ku rû bi rû maye pêşketiye. Ji ber ku hevala Helbest fermandarekî pêşeng bû ku em ji zû ve nas dikin û di demên asayî de ti carî tiştên wiha nedikirin.
Em dizanin ku çekên kîmyewî yên ku dibin sedema bandorên bi vî rengî di destê dewleta Tirk de ne û ji çekên kîmyewî yên bi vî rengî re dibêjin ‘gaza sinêrê’ û ‘Sixurê Bêbandorkirina Pergala Laş’. Tabun, soman û sarîn wekî çekên kîmyewî bikar tînin. Her çend ‘Sixurê Bêbandorkirina Pergala Laş’ di hawîrdora vekirî de ne kujer bin jî, dema ku li hindirê ronahiyek tund werin derxistin ew dikarin kujer bibin. Weke ku ji navê vê çeka kîmyewî jî tê fêmkirin; lê belê armanca wê ew e ku pergala sinêrê û vîna kesên li aliyê din têk bibe û ji şer derkeve.”
NE LI SER HIŞÊ XWE BÛ, DIKET KRÎZÊ
Mêrdîn anî ziman ku heman bandor li ser gerîlayê bi navê Baz jî hebû û got, “Dema ku hevalan xwe gihandin wî û ew anîn, tiştek nedihat bîra wî. Hişê wî ne li serî bû. Helwestên mîna dînbûyî nîşan dida. Rewşa wî li gorî ya hevalê Helbest girantir bû. Ne li ser hişê xwe bû. Em nizanin bê çend deqeyan, çend cûre çekên kîmyewî bandor li wî kir. Dema ku hevalan xwe gihandin wî ji xwe li erdê bû.. Me dest bi destwerdana destpêkê kir.
Hevalê Baz bi zorê nefes digirt. Bandoreke giran li hilmstandina wî bûbû. Mîna ku di dîmenan de tê dîtin ku zêde xwê dida û dicirivî. Bi vê yekê bedena wî ya bi jehrê ketibû hewl dida jehrê biavêje. Ji ber ku dema mirovek bi jehrê dikeve, mekanîzmaya parastinê ya bedenê mirovan dikeve dewrê, jehrê bi xwezî û xwedanê hewl dide biavêje derve. Ji ber vê yekê dikeve nava krîzê. Hevalê Baz zehmetî dikişand ku hilmê bistîne, di dema hilmstandinê de dikir xure xur û bêhn lê diçikiya.”
JI BER KÎMYASALÊ ŞEHÎD BÛN
Mêrdîn got, “Hevalên Baz, Helbest û Demhat Têkoşîn ji ber êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî li gel me şehîd bûn” û wiha dewam kir:
“Bi derfetên kêm ên li ber dest me hewl dan destwerdanê bikin, lê belê mixabin nekarîn hevalan rizgar bikin. Dijmin her carê li cihên cuda bi rêbazên cuda, bi cûreyên cuda yên kîmyewî êrîşan dike. Ew kêlî bi serê me ve hat û hîn jî bi serê me ve tê. Niha jî heman êrîş li hemberî me tê kirin û em li ber xwe didin. Gelek hevrêyên me li çeperên şer bi fedaîtî li ber xwe didin. Bila her kes zanibe; her şehadet kîn, hêrsa me, baweriya me, îradeya me mezintir dike. Ji bo ax û bîranîna şehîdan em ê teqez bi ser bikevin.”