ŞEHBA – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameya 17 gerîlayên di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir. Fermandariya NPG’ê diyar kir ji ber bêdengî û piştgiriya saziyên navneteweyî êrîşên kîmyewî zêde bûne. Di heman demê de NPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got; “Artêşa Tirk van sûcên xwe yên şer li qadê Şikefta Birîndara, Karker, Werxelê, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amêdiyê û li gundên Sîda û Çemçoyê didomîne. Heke li hemberî rêjîma AKP û MHP’ê ya qirker û artêşa Tirk nerazîbûneke xurt neyê nîşandan wê ev sûcên şer zêdetir bidomînin. Di rojên borî de di êrîşên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî de, li qada Şikefta Birîndara ya Zapê 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 hevalên me şehîd bûne.”
Li ser vê bingehê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba daketin kolanan û li dijî bikaranîna çekên kîmyawî û tevahî çekên qedexe li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, helwestên xwe nîşan dan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba li bajarê Fafînê bi meşeke girseyî tevahî êrîşên li dijî gerîla tên kirin şermezar kirin, ciwan û jinên ciwan ve diyar kirin ku êrîşa li dijî gerîla êrîşa li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ye.
Di meşê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan Zelal Ebdo axivî. Zelal di serî de di şexsê 17 şehîdên ku bi êrîşên çekên kîmyawî şehîd bûne de tevahî şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê bi bîr anî.
Heman demê de Zelal bal kişand ser sûcên şer ku dewleta Tirk a qirker bi piştgiriya hêza NATO’yê li çiyayên Kurdistanê dike û got; “Dewleta Tirk a dagirker ji beriya 8 mehan ve li dijî gerîlayên li Herêmên Parastina Medyayê êrîşên bi çekên kîmyewî pêk tîne, ku heta niha jî tu gav pêş de neavêtiye.”
Zelal dîsa berxwedana ku li hember vê hovîtiyê tê kirin jî diyar kir û got; “Ev 50 salin berxwedana bi pêşengtiya Rêber Apo û Tevgera Rizgariya Kurdistanê didome. Ji ber vê jî tu kes nikare îrade me têk bibe. Em van êrîşên li hember gerîla, weke li hember xwe jî dibînin. Ji ber ku gerîla jî zarokên vê xakê ne. Emê jî weke gerîla heya nefesa xwe ya dawiyê li berxwe bidin.”
Her wiha Zelal Ebdo di axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Kurd û Kurdistanê kir ku li hember vê hovîtî û qirkirinê bê deng nemînin, bi her awayî tevlî berxwedanê bibin û barê gerîla sivik bikin û got; “Ev şerê tê kirin, ne tenê şerê gerîla, şerekî li dijî hebûn û nasnameya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Ji bo vê jî erka me hemûyane ku em vê şerî tenê ji gerîla re nehêlin. Pêwîste herkes bi taybet jî ciwan rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin û bi gerîla re li dijî dagirkeriyê şer bikin.”
Meşa ciwanan bi berzkirina siloganan bi dawî bû.