GRIGNY – Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê îro ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a faşîst a bi çekên kîmyewî de 17 gerîla şehîd bûne.
Li hemberî vê yekê ciwanên Kurdistanê bi pêşengtiya TCŞ û TekoJIN li gelek bajaran çalakî li darxistin.
Yek ji van çalakiyan di saetên êvarê de li banliyoya Grigny ya paytexta Fransa Parîsê pêk hat. Ciwanên ku di pêşengiya TCŞ’ê de hatin cem hev posterên Rêber Apo û alên PKK’ê hilgirtin û pankartên şermezarkirina çekên kîmyewî hilgirtin.
Meşa ku bi qasî saetekê dewam kir, li ser rêya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Gara Trenê ya Navendî ya Grîgny pêk hat.
Ciwanên ku gelek caran siloganên “Bimre Xiyanet” û “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Serok Apo” berz kirin, hêrsa xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst berz kirin.
Ciwanan li her derê bang kirin ku biherikin qadan û li her derê tola xwe ji faşîstan hilînin.