MEXMÛR – Şêniyên Wargaha Penaberan a Mexmûrê li dijî karanîna çekên kîmyawî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla bikartîne û di encamê de 17 gerîla şehîd bûn, meşiyan.
Bi hazaran şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî di saetên êvarê de li ber Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û ji wir dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber siloganên ‘Bijî Berxwedana gerîla’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimire xiyanet’ hatin bilind kirin, al û posterên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan hatin hilgirtin. Girseya gel heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Mexmûrê meşiyan û li wir daxuyanî hat dayîn.
Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên azadiyê hate destpêkirin.
Di daxuyaniyê de 17 gerîla ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne hatin bi bîr anîn û hate gotin; “Dewleta Tirk êrişek kîmyewî û jehrî li ser zarokên me pêk anî û di vê êrişê de 17 leheng gihiştin merteba şehadetê. Erdogan û Bahçelî bûne vampîrê Kurdan, li ser xwîna Kurdan jiyan dikin. Çekên kîmyewî di cîhanê de ji bo hemû kesê qedexeye, lê ji bo Kurdan rewa ye. Bi çekên kîmyewî gerîlayên me dişewitînin û qetil dikin.”