LONDON – Bi banga TCŞ û TêkoJIN a Îngilistanê, ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî li ber Pirtûkxaneya Wood Green çalakiyek hat li darxistin.
Beriya çalakiyê di şexsê 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne de ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Li ser navê TCŞ’ê Çekdar Amara axivî. Çekdar Amara diyar kir ku Tevgera PKK’ê, 50 salin bi têkoşîna bê hempa û bi rihê şehîdan, li dijî dijmin tawîz nade û da zanîn ku Tevgera Ciwanên Kurd a Şoreşger wê li dijî êrîşan xwe ker nekin. Çekdar destnîşan kir ku ew ê li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî, wê di birêvebirina çalakiyan de bi biryar bin.
Ercan Akbal jî li ser navê Meclîsa Gel a Kurd têkildarê êrîşan daxuyaniyek da. Ercan destnîşan kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya Rêbertiya 50 salan, li Îmraliyê 23 salin ku li berxwe dide.
Çalakî bi berzkirina siloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana PKK’ê”, “Artêşa Tirk, derkeve ji Kurdistanê” û “Dewleta Tirk a terorîst“ dewam kir.
Çalakî bi gotina sirûda Çerxa Şoreşê bi dawî bû.