NAVENDA NÛÇEYAN- Li hember êrîşên kîmyewî û îşkenceya li zindana 26 ê Îlonê gerîlayên YJA STAR ên fedayî Şehîd Sara Tolhildan û Şehîd Rûken Zelal li Mersînê çalakiyek fedayî kirin. 5 ciwanên Reqa ji bo bersivdayîna çalakiya fedayî di çarçoveya hemleya ‘Werin Cenga Azadiyê’ de bi daxuyaniyeke ragahandin ku tevlî nava refên gerîla bûne.
Ciwanên ku beşdarî têkoşîna azadiyê bûne bang li tevahî ciwan û jinên ciwan kirin ku berê xwe bidin nava refên gerîla û tola gerîla ji dagirkeran hilînin.
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;
Ji bo gelê me yê welatparêz û ciwanên me yên azadîxwaz re!
Êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê 5 meh bi dawî kirin û dikeve meha xwe ya şeşan. Ev êrîş ne tenê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye, di rastiya xwe de êrîşek li dijî gelên azadîxwaze. Gelên ku azadî dixwazin hebûna wan bi saya lehengiya hebûna gerîla ye. Dewleta faşîst û dagirker çi li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û çi li Başûrê Kurdistanê bê ferq û cudahiya di navbera Kurd, Ereb û Suryan de li dijî gelan komkujiyan pêk tîne. Tenê armancek wê heye ew e ku dawî li xeyalên azadiyê yên ku bûne rastî bîne. Têkoşerên Azadiya Kurdistanê ku ji xwişk û birayên me ji hemû pêkhateyan pêk tên, bi qehremanî, bi îrade, û israrek bilind çongê li faşîzma sedsala 21’an li çiyayên Kurdistanê datînin. Di 26’ê Îlona 2022’an de du fermandarên ciwanan Şehîd Sara û Rûken li navenda bajarê Mêrsînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek fedayî pêk anîn. Her du fermandarên leheng Şehîd Rûken û Sara ev rihê êrîşê û fedekariyê ji berxwedana Rêber Apo ya li girava Îmraliyê girtin.
Em jî weke ciwanên Bajarê Raqa xwe berpirsyarê vê fedekariyê dibînin û divê li pêşberî vî karî berpirsyariya xwe bi cih bînin, ji ber ku ev çalakiya fedayî ku ji aliyê her du ciwanan ve hatiye kirin fermaneke lazime pêk were. Li welatê me şer heye, axa me hatiye dagir kirin, gelê me koçber bûye, ev hemû kiryarên dijmin bûne sedema hêrsa me ya li hember dijmin. Me weke ciwanên Kurd û Ereb ji bo xatirê welatê xwe û ji bo jiyana azad bi Rêberê xwe re biryar da ku em tevlî nava refên gerîla bibin.
Em soz didin gelê xwe ku emê talîmat û fermanên du fedayîyan Sara û Rûken pêk bînin û li ser vê bingehê careke din dibêjin emê vî dijminî têk bibin û li vir defin bikin. Em bang li hemû ciwanên Kurd û Ereb dikin ku tevlî şerê azadiyê bibin, bi berpirsyarî tevbigerin, tevlî nava refên gerîla bibin, destkeftiyên xwe biparêzin, destûr nedin tu kesî ku xaka me ya pak û pîroz qirêj bikin.”