MINBIC- Navenda Biryargeha Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 şehîdan eşkere kir ku di êrişa bi çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û destnîşan kir ku ji ber bêdengî û desteka navneteweyî, ev êriş zêde bûne.
Tevgera Ciwanên Şoreşger A Sûriyê Û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî çekên qedexe li ser Gerîlayên azadiya Kurdistan meşek li darixtn
Îro bi sedan ciwan û endamên saziyên sivîl û leşkerî yê minbicê meşk girseyî li darxistin meş ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên parastina medya yê ku ji 14’ê nîsana borî de û heta niha berde wame û herî dawî ku bi çekên kîmyawî ku di cîhanê tevahî de qedexeye û di encamê de doh nasnameya 17 Gerîlayên ku şehîd bûne hate eşkere kirin.
Meş ji Çerxereya Nezafe dest pêkirin ciwanan pankartên Bijî berxwedana Gerîla her wiha Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê û fotrafên 17 şehîdan bilin kirin.
Meş li ber navenda ciwanên şoreşger a sûriyê rawestiyan dest pêkê ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger A Sûriyê Ahmed Elcimîlî axivî û wiha got;Di serî de em di şexsê 17 hevalên ku li çiyayên azad bi destên dewleta dagiker şehîd bûne em wan bi bîrtîn in ev demek dewleta tirka dagirker li himer gerîla çekên kîmyawî bi kar tîne li pêş çavê hemû cîhanê ev êrîş pêk tê û her wiha roleke serekî ya PDK di van êrîşn de heye em bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin ku li him ber van êrîşa na bêdeng nemîn in em weke ciwanên şoreşger soz didin ku emê her tim li him ber van êrîşan bêden nemîn in.
Meş bi siloganên Bijî berxwedana Gerîla û şehîd namirin bi dawî bû.