NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan……
Wer xuya dibe ku, em bi rewşeke hevsengiyên dîrokî, herêmî û navxweyî yên Kurdistanê ji nêz ve bandor dike re rûbirû ne. Li beramberî pîlanekî şoreşa dijber, di pêşengtiya şerê taybet ê KT’yê de ber bi pêş ve birin û pîlanekî dixwaze serkeftî jiyanî bike, yê me jî taxtîk û pîlanekî şoreşgerî ya bi salane em pêş dixin mijara gotinê ye. Em ê di van rojan de li beramberî vê pîlana şerê taybet ê dijmin gavan bavêjin. Dixwazin Başûr bi temamî ji hêzên şoreşger, welatparêz û bi taybetî jî ji me re bigirin. Cerdevanên Başûrî bi ser Bakur de bişînin û tine bikin. Hem jî di sê mehên li pêşiya me de dixwazin vê temam bikin. Jixwe vê demê heta dawiya salê dirêj dikin, pîlanekî wisa ya pir xeter heye. Bi vî rengî hem di wateya dîrokî, hem jî di wateya rojaneyî de destkeftên netewî, dîsa destkeftên azadî û şoreşgerî wê bi temamî ji dest me bigirin. Ger rê lê neyê girtin dibe ku ji niha û şûn de bi şêwazekî tarî li dijberî
serxwebûna netewî û azadiya gelê me rê li ber rewşên wisa vebikin. Pê fikirandina kesên di helwestê şoreşgerî de bi israrin û qebûlkirina wê li aliyekî, eşkereye wê bi hemû heza xwe li beramberî vê li ber xwe bidin û bixwazin taxtîkê xwe yê şoreşgerî bidin rûnişkandin. Jixwe partiya me jî ji vê re amade ye.
Em li benda firsenda ne, gav bi gav di nav amadekariya van firsenda de ne. Ezmûnên me jî, xebatên me jî pir zêde hene. Ya herî girîng jî, ev gava me ya dawî ku li Başûr hat avêtin bi bertek ji aliyê hinek hêzan ve pêşwazîkirin, bihevrebûna wek dewleta federa ya Kurd tê binavkirin bi gumanbûna wê, li cihekî bê xebîtînbûna wê û rewşeke
dişibe ya şoreşgeriyê derxistina holê wê bihata dîtin û nirxandin. Ya ku hat kirin jî ev bû. Niha şansê me yê serkeftinê ji yê sala 1992’an zêdetire. Bi rastî jî di sala 1992’an de YNK û PDK’ê li dijberî me hevgirtibûn.
Dîsa piştevaniya DYE’yê ji Tirkiyê re tam bû. Alîkariya NATO jî girtibûn pişt xwe. Dibe ku ev piştevanî niha ne mîna berê bin. Bihevrebûnên Başûr hatine derbaskirin. Ev, rewşên nû yên em dikarin baş binirxînin rave dikin. Herweha hêzên welatparêz yên Başûr dixwazin bi me re têkiliyên germ pêş bixin. Di nav lêgerîna pêşxistina îtîfaqê de ne. Bêguman em ê vê binirxînin. Di encam de ev pîlana ku wisa dixwazin li hemberî me pêş bixin em ê hîn di dema gavavêtina yekem de, di binxistinê de çalak tevbigerin.
Em dê zeman û zemîn pir baş bikar bînin. Em ê tenê vala derxistina vê pîlanê bes nebînin, Başûr bikin zemînê pêşketineke pir baş. Ji ber sedema mercên xwe yên guncav em ê Başûr bikin qada pêşketinên şoreşgerî tê de tê jiyîn. Armanca me di nav hevgirtina Iraqê de ber bi çareseriyekê ve çûyîn û li ser bingeha Kurdistaneke azad û
demokratîk rê li hevgirtinekê vekirine. Dîsa armanca me Başûr ne ku wek qadek piştevaniyê dide nokeran û şerê taybet ê KT’yê, berevajî wek qadeke serkeftî li dijberî vê derdikeve, eniyek saxlem ya berxwedaniyê û gihandina asta binkeyên baregeha paşe. Gelê Başûr, wê wek miletê ku şoreş xwe dispêriyê rista xwe bilîze. Helwestên ku ji vê re astengiyê ava dike, rêxistin û rêberê wê kî be, wê ew bê derbaskirin. Ger bihevrebûnek tê xwestin, welatparêziya
wî gelî, wê li ser bingehekî ji berjewendiyê dijmin re nabe amûr û vîna dijmin radiwestîne be. Rêbertiya PDK’ê û Barzanî yan wê vê çarçoveyê qebûl bikin, yan jî derbaskirinê bigirine berçavê xwe.
Yan wê tevlî berjewendiyên giştî yên tevgera welatparêz, demokratîk bibin û pêwendiyên xwe bi dijmin re sînordar bikin yan jî ji holê bên rakirin. Ango wê di encamê vî şerî de tişta bê serê wan qebûl bikin û bi çarenûsa xwe qayil bibin. Em di nav nêzîkatiyek wisa de ne. Bêguman ev, tenê ne ji bo şerê li Başûr derbasdare, şerekî hemû Kurdistanê eleqeder dike. Hêza li pişta wê, ne hêzên Başûr yan jî yê Iraqê ye, Tirkiye ye. Li pişta vê gelek kesên xwediyê berjewendiyan ne diyarin kîne-çine hene. Ev, lîstokek li hemberî tevahiya Kurdistanê tê lîstine. Lewra ti kes nikare bêje; “PKK çima têkil Başûr dibe.” Ya rast em têkil Başûr nabin, em alîkarî ji berjewendiyê gelê welatparêz û demokrat ên li Başûr re dikin. Em hêza piştevaniyê ne; em hêza şer a valaderxistina pîlanê li dijberî me ne. Şêrê li vir heta dawî rewa û şerekî bivênevê ye. Wê encam ber bi pêşketineke çawa ve bibe? Li vir jî ya ku diyarkere ya rast hêza me ya cewherî, ji aliyê taxtîkî ve baş nirxandine. Ger wek di şerê Başûr de taxtîkên şoreşgerî neyên
tengkirin, ferasetên parastina rast yan jî yên întîharwarî yê sekterîzma çep bibandor nebin, em pêşketina xwe ya taxtîkî bi pîlan, pergal bidomînin, teqez em ê serkeftî ji vê pêvajoyê derkevin. Nerimbûna taxtîka PKK’ê, bersivê dide her cure pêşketinên erênî û neyênî, dê ev bersivê hîn mezintir bike. Em rewşek wisa pir xirab nabînin. Bêguman ger hinek me di nav tengbûnên xwe de ber bi fetisînê ve nebin, berevajî van quralên şer nekevin û xwe radest nekin; wê nêzîkatiyek bibiryar, berxwedêr û giranî dide rêbazê gêrîla wê li vir encam bigire. Hem jî wê
encamekî mezin bigire. Ya herî girîng jî dema ku encam girt, wê rê li ber pêşketinên pir cidî yên siyasî veke. Naveroka dewleta federe ya Kurd biguhere û em ê bikaribin pêngavek şoreşgerî pê bidin qezenckirin. Ev jî, tê wateya pir baş henase girtina gel û bidestxistina hêz. Wê ev rê li pêşiya vê pêkhateya federe ya serbixwe, azad û bi vîna xwe pêş dikeve û dibe saziyek bihêzbûyî veke. Di vê wateyê de dikare tevkariya xwe ji hemû Kurdistanê re
bike. Em ê pêşketina li ser vî bingehî tengav bikin.
Ev, di heman demê de ji bo Kurdistanê weke ku însiyatîfek berfirehe, wê ber bi asta navnetewî ve jî bibe. Ber bi nirxandinek hêzeke serbixwe ve bibe û rê ji pêşketinek dîplomasiya mezin re veke. Li ser Tirkiyê bandoreke giran bike. Bi vala derxistina polîtîkayên îmhakirinê ku li ser Kurdistanê ferz dike sînordar nemîne, wê rê li ber bihêzbûna pîlanê me yê şerê şoreşgerî jî veke. Ne ber bi fetisînê ve, henase girtinê, ne paşketinê ji pêşveçûn û ji xwe belavkirinê re xizmet bike. Jixwe gelê Bakur yê ku hatiye Başûr jî heye. Bakur hîn ji niha ve bi gelê Başûr re bûye yek. Pêwîste bi şeweyekê gelê herdu parçeyan hevbigirin. Di sala 1990’î de gelê Başûr bi yê Bakur re hev naskirin, niha jî rewşa gelê Bakur bi gelê Başûr re bûyîna yek derdikeve holê. Wê encamên vê yên navnetewî jî hebin. Rê ji piştevaniya Netewên Yekbûyî re vekirin jî mijara gotinê ye. Wê ev hevsengiya Tirkiyê ya li herêmê, statukoyê
bi qasî dikarin tengav bikin.
Di Qonaxa Pêngava Nû De Em ê Ser Bikevin. Bêguman em ê van hemûyan bigirin dest. Ya herî girîng jî,
em ê xebatên xwe yên leşkerî zêde bikin. Em dê qada siyasî û dîplomatîk jî tengav bikin. Wer tê fêmkirin ku ev, şansê pîlanê şoreşgerî jî zêde dike. Ango pîlanê şoreşa dijber, dikare pîlanê şoreşgerî xwedî bike, veguhere pîlanekî şoreşgerî. Em xwe ber bi xeyalan ve naxin. Ya herî girîng jî em li benda pêşketinên xweber namînin. Pêşketin, bi nenûkan tên kolan û derdikevin holê. Pêşketin, bi hişyariyeke baş, bi serdeçûneke xedar a peywiran
dikarin derkevin holê. Xulase, wê gavek taxtîkî ya pir cidî be û encamê wê jî dikare pir bi bandor derkevin holê. Bi taybet encamên siyasî hem di herêmê de, hem jî di qada navnetewî de wê pir kûr bin. Ev jî tê wateya ketina nav pêvajoyek nû. Wê ev, rê li ber raveya rêxistinî ya Kurdistan xwe di qada navnetewî de dide qebûlkirin, statuya xwe ferz dike, rê ji dîplomasiyê re vedike, heta dibe ku ber bi rewşa statuyek nêzîkî dewletê dide qebûlkirin ve jî biçe. Wê ev jî bibe raveya xwe li ser rêxistina bizanabûn avakirinê. Kongra Netewî ya Kurdistanê yan jî nûnerê wê, nûnerên wê hem yên derve hem hundur hîn zêde di xizmeta vîna şoreşê de yan jî ya ku wê digire dîqatê, êdî şêwazên ferdî û eşîretê tengav dike, hemdem, bihevrebûna saziyên netewî qebûl dike û quralan liberçav digire wê rê li ber ketina nav pêvajoyek wisa veke. Wê her rêxistinê li şûna esas wergirtina berjewendiyên xwe yên xweperest, ber bi esas wergirtina nûnertiya netewî û girêdana bi wê ve bibe.
Ev jî, wê bibe pêvajoya pêşketineke nû. Bi rastî jî ji vê re PKK pêşengtiyê dike. Niha derfetên pir girîng ên peşengatî kirinê jî derdikevin holê. Rêbertiya polîtîk û bîrdozî ya despêka partiya me, niha bi rêbertiya pratîkî temam dibe. Ev, bi xwe di qada netewî û navnetewî de bi rewakirinê îspat dike. Bêguman ev tev di asta pêşnûmeya şoreşgerî, pîlan û perspektîf de tên bidestgirtin. Lê belê amadekariyên ku me kirine, rewşa sengergirtina hêzên me yên heyî, pir baş dide nîşandan ku ev tenê ji pêşnûmeyekê pêk nayê, rojane dikarin bên pratîzekirin jî nîşan dide. Di vê mijarê de êdî em bi erka pêşengtiyek pratîkî re rûbirû ne. Pêwîste em hîn kamil û berpirsyar nêzîk bibin. Hemû encamên wê pêşwext bibînin û li gorî wê wate bidin rojê. Di serî de jî eniya gêrîla di her eniyê de, li Bakur û Başûr şerê çekdarî pêş bixin. Dîsa bihevrebûnên siyasî li Bakur û Başûr bihevrebûnên eniyê pêş bixin. Vê ber bi qada dîplomasiyê ve jî veguhezînin. Lê bi rastî jî em bi şêwazê hunera polîtîk ku divê pêşwazî bikin û erkên bi vî rengî re rûbirû ne. Dîsa nikare bêgotin ku tiştek nehatiye kirin. Xebatên dihatin meşandin hebûn. Ev xebat gihandina asta bisazîbûnê, perwerdekirî, saxlemtir û asta nûnertiya kolektîf pir girînge. Kolektîvîzma di her astê de em ê bi hêzên din re pêş bixin û hevgirtin pir girînge.
Pêşketina me ya bîrdozî, polîtîk û taxtîkî dikare ji van hemûyan re bersiv bide. Di Kurdistanê de ji van karan re pêşengtî kirinê de hem dikare bi îda be, hem jî dikare biderfet bike. Em bawer dikin û bi sipartina tiştên me kirine dibêjin ku; em ê di dema pêvajoya taxtîkî ya nû de ser bikevin. Ji bo qezenckirinê em ê aliyê nebes ên ezmûnên xwe derbas bikin, aliyên erênî bi xedarî bisepînin û teqez bê binkeftin bikin. Em ê pêşketinên ku gelê me û hemû hêzên welatparêz bi bêrîkirin li bendê ne derxînin holê. Bersiva herî mezin a şoreşgerî ji vê pîlana dijmin a bexîl û ketî re bê dayîn ev e. Taxtîkê ku berpirsyariya mezin dixwaze û divê teqez ser bikeve ev e. Divê êdî ji derve û hundur ti astengî me ji pratîzekirina vî taxtîkî dûr nexe. Çi tişta ku astengî ava dike heye, divê bi şêwazekî rast û bibandor bi serde çûyîn çêbibe, bê derbaskirin û di encam de serkeftin bê bidestxistin. Partiya me ya bi bêrîkirinek mezin hewl dide xwe bigihîne vê qonaxê, dibe ku cara yekem bi vîna xwe ya azad, pêşketina ku gelê me li ser esasê sipartina hêza xwe ya cewherî li bendê ye, dîsa îda dike û heta dawî mafdare pêşketinek teqez divê bê bidestxistin bijî. Xwe ber bi xeyalan ve naxin. Em nikarin çavê xwe ji rewşa nenirxandina derfet û firsendan re bigirin. Jixweber, bi nêzîkatiyên parêzvaniya rastgir, yan jî sekterîzma çepgir de em nikarin teysînek neyênî ji aliyê tu kesî ve qebûl bikin. Di demek wisa de her kes dikare kar bike. Li hemberî tevgera dijmin bi taybet ferz dike,
dixwaze bi komkujiyan bi encam bike tevgera tasfiyê, di her astî de bi destxistina hêzeke wisa mezin, em dê tenê bendewariyên dijmin vala dernexînin. Em di zanabûna pêşketinên ku wê dawî li polîtîka û hemû arasteyên dijmin ên dij bi pêşketinên civakî û netewî ne, sepanên dij mirovahiyê li ser Kurdistanê ye bîne de ne.
Ya rast tenê ne ji aliyê taxtîkî ve, ji aliyê stratejîk ve jî em rûbirûyî pêşketinek wisa ne û di zanabûna vê de ne.
Ev dema pêşketinê ya ku tê hêvîkirin, daxwazkirin û heta dawî hatiye pîlankirin ger bi vê nêzîkatiyê bê pêşwazîkirin, wê pêvajoyek ku bi rastî jî bi vîna azad û gel ji bo qezenckirinê hewl dayî, piştevaniya wê kirî û dê pêşketina vê pêvajoyê ya serkeftî derkeve holê. Ev dem bi vî rengî qezenckirin, teqez wê bi derbaskirina barên giran û zehmet pêk bê. Dê gelek şehîdên xwe çêbibe. Lê bi rastî jî welat û miletekî statuya xwe wisa ger dixwaze
bijî, dîsa ger partiyek xwedî vê îdîayê dixwaze pêşengtiyek saxlem bike, pêwîste van zehmetiyan tevê pêşwext berçav bigire û bi qasî zehmetiyan bikare firsend û derfeta jî baş binirxîne. Bi her tiştê xwe ve divê tevbigere û bêje; “Yan em ê ser bixin, yan ser bixin” û bi vî rengî tevbigere, şer bike, bimeşe û teqez divê ser bixe.