TEBQA- Bi dehan şêniyên Tebqa, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, endamên saziyên sivîl, Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbya li taxa yekemîn a bakurê Tebqayê kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker bi meşelayan meşiyan.
Ciwan û girseya gel ji taxa yekemîn heta çerxerêya Meyselûn a li taxa duyemîn meşiyan.
Li çerxeryê Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa Îslam Ebas daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sûcên dewleta Tirk tevahî sînor derbas kirin, ne tenê sivîl, zarok qetil kirin û bajarên ewle topbaran kirin, lê belê çekên kîmyawî bi kar anîn ku herî dawî 17 şervanên HPG`ê di encama êrişên wê yên bi çekên kîmyawî de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk ev sûc li pêş cîhanê û civata navneteweyî pêk anî ku dema bibihîze li cem dewletekê çekên kîmyawî hene artêşan dike nav liv û tevgerê û wan dorpêç dike.
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku civata navneteweyî, sûcên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna wê ya çekên kîmawî û qedexkirî paşguh dike.
Di daxuyaniyê de bang li gelên cîhanê hat kirin ku zextê li hikumetên xwe bikin da ku helwesteke cidî li dijî dewleta Tirk nîşan bibin û ji rêxistinê qedexkirina çekên kîmyawî daxwaz kir ku li hember vê sûcê bisekine û hesab ji Tirkiyê bipirse.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em ji tevahî cîhanê re dibêjin ku divê dewleta Tirk û pergala xwe ya faşîst bê hesab nemîne û dê bi tundî bersiva wê bidin. Em hêzê ji şehîdên xwe digirin.”