ATÎNA – Li Monestrakî ku yek ji cihên herî qelebalix ê Atînayê ye, ciwanan bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve û bêdengiya saziyên navneteweyî yên weke OPCW protesto kirin.
Di çalakiya ku ji aliyê aktîvîstên enternasyonal ve hate destek kirin de, bê navber siloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne” bi zimanê Yewnanî hatin berz kirin.
Di çalakiya ku nêzî saetekê dom kir de pankartên ku hovîtiya artêşa Tirk a faşîst-dagirker radixe pêş çavan hate hildan.
Ciwanan diyar kirin ku ew ê bi biryardarî çalakiyên xwe bidomînin.