DRANCY – Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) li DKTM ya Drancyê hatin ba hev, heta ber şaredariya Drancyê meşiyan.
Di çalakiyê de pankartên, wêneyên 17 gerîlayên demên cuda şehîd bûne li ser hebûn, hatin hildan
Girse, heta ber Şaredariya Drancyê meşiya û li ber şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî, bi rêzgirtina ji bo giyanê hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpêkir.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê komîteya amadekar daxuyanî hat dayîn, di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin;“Em, 17 gerîlayên şehîd bûne, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ciwanên Kurdistanî û enternasyonel ên li Ewropayê, divê kuçe û kolanan bi rihê tolhildanê bi rêxistin bikin û geşe bi rêbazeke ji bo pêvajoyê bibe bersiv, bidin.“
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê de hat dayîn de jî hate gotin; “Dema êrîş hebe, berxwedan jî heye. Ger teknîka wan hebe, ciwaniya van kesan jî heye. Banga me ji bo ciwanên Kurd ên li hemû Ewrupayê dijîn e. Serkeftin ji her demê nêzîktir e. Bibin yek, bi hêrsa xwe dijmin dorpêç bikin û hemû qadên jiyanê veguherînin berxwedanê. Li Zapê têk çûn, wê li Rojava çong danîn. Divê ji niha û pê ve ciwanên Ewrupa her cihî ji bo xwe weke helwestekê bizanibin û li gorî wê tevbigerin. Ciwanên Ewrupa dê li ser vê bingehê têkoşîn bikin û berxwedana xwe bidomînin. Kurdistaneke Azad, ferdekî azad bi vî awayî tê afirandin û em ê bi ser bikevin. Wekî din tu rê û rêbaz nemaye.”