WAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Canfeda li dijî polîsên Tirk ên faşîst ên hewl dida li Taxa Xaçort a Wanê dewriyê bigire çalakiyek li darxist.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Canfeda daxuyaniyeke nivîskî da û der barê çalakiyê de agahî da.
Detayên çalakiyê wiha ne:
“19’ê Cotmehê saet 22.30’ê êvarê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Canfeda ve li dijî polîsên Tirk ên faşîst ên xwestin li Taxa Xaçortê ya Wanê nobetê bigirin, bi teqemeniyên destan (EYP) û fîşekên hewayî çalakiyek hate li darxistin.
Di encama çalakiyên yekîneyên me de dijmin derbên giran xwarin û yekîneyên me bêyî zerar ji cihê çalakiyê derketin.
Yekîneyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de, têkildarî 17 gerîlayên azadiyê yên di encama êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn, ev agahî dan;
Xwîna gerîlayên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi kîmyewî hatin qetil kirin li erdê namîne û heta tola wan neyê hildan emê nesekinin. Heta em hesabê rêhevalekî nexwazin, emê her li pişt wan faşîstan bin. Tolhildan, Tolhildan, Tolhildan.”