MEHABAD – Serhildan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber didome.
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi silogan û tilîliyan çalakiya xwe didomînin.
Tevî binçavkirin, îşkence û komkujiyan jî serhildanên ku ketine roja 33’an her ku diçe mezin dibe, ciwan û gel kolanan naterikînin. Xwepêşandanên li Sine, Mehabad, Bokan, Saqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya ciwan û jinan berdewam dikin.
Wêneyên parvekirî li Mahabata Rojhilatê Kurdistanê ne. Ciwanên Welatparêz ên Apoyî yên Rojhilat bi siloganên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Kurd û Kurdistan” û tax girtine û nahêlin hêzên rêjîma faşîst a Îranê bikeve kolanê.