REQA- Bi hezaran şêniyên reqa, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, endamên saziyên sivîl, li qada Meclisa Giştî ya bajêr kom bûn û wêneyên 17 şehîdên gerîla ku vê dawiyê di êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, rakirin.
Ji bo ku balê bikişînin ser şerê qirkinê yê bi çekên kîmyewî yê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayan dimeşîne, bi dehan xwepêşdandêran cil û bergehên parastina ji çekên kîmyewî li xwe kirin.