Qamişlo- Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li ser bangawazî ya Komalên Ciwan daketin qadan û xwepeşandanek lidarxistin.
Navenda Parastina Gel beriya viyan ragahandibû ku 17 gerîla bi çekên kîmyewî hatiye şehîd xistin. Li ser vî esasî ciwanên Kurdistanê jî daketibûn qada û bi duruşmayên tolhildanê çalakiyên xwe li darxistibûn. Îro jî li ser bangawaziya Komalên Ciwan, ciwan carekîdin daketin qadan û bi duruşmeya tolhildanê li bajarê Qamişlo bi seyaran geriyan û bangawazî li ciwan û gel kirin ku li hember karanîna çekên kîmyewî rabin serhildanê û ji faşîstan tol bigrin.