NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Çarde sal berî niha dema berbangê bû. Tesadûfî wê rojê ez zû rabibûm. Min ji sirûdan fêm kir kû darbe hatiye. Hêza di dest me de jî ji bermahiyên şûr pêk dihatin. Komek birêkûpêkî ne dikarî xwe bide rûnişkandin bû. Ya hejmara xwe 20-30 kes hebû yan nebû. Me bi vî rengî dest bi berxwedaniyê kir li beramberî 12’ê Îlonê. Cihê ku lê dimam jî di bîra min de ye…Me li ser somyekî hişk betaniyek raxist. Qaşo biryargeha şer bû. Em niha li îro dinêrin ref çiqas mezinin…Di çarde salan de çi hat selmandin di holê de ye. Her kes nikare xwedî li sozê dide derkeve, xwedî li sozê xwe derketin bûyerek mezine. Niha tenê xala hêrsa min kêm dike ji vê pêşveçûna ketî û kesayetên ji vê re serî tewandine re serxistina min a bersiv dayînê ye. Me hinekî mirovahî rizgar kir, rê ji mêrxasiyê re vekir, ev hêvî dide. Di rojên wisa de ger hebe hinekî mêrxasiya mirov divê bikare wê temsîl bike. Wekî din şan û şeref nabe, wekî din divê mirov li benda rêzgirtinê nebe.
Difikirim, gelo her kes xwedî heman berpirsyariyê bûya, bi heman dilî, bi heman hestên tolgirtinê di oxira nirxên mezin de şerkirin girtiba berçav, bi ser de çûba ma wê çi nehata kirin. Tevî ku hemû tiştê te ji holê tê rakirin, herhal tu yê serî netewîne û nebe kesekî dinalîne. Yan jî bi mamikên; “Ez hatim xapandin, xafîl bûm” nikarî derbas bikim. Nifşê vê wisa bike dê winda bike. Me ev xeterî heta hestiyên xwe hîs kirin. Bi wî halê xwe ji bo em hinek tişta rizgar bikin xwe da kar û heta vir anî. Sedemên dîrokî, civakî, aborî yên 12’ê Îlonê çibûn, encamên wê yên siyasî çine? Me berê gelik caran ev berisvandibûn; jixwe şer jî rojane dibersivîne. Ji bo me niha ya herî zêde pêwîste li ser hemû berdevk, sipartek, sazî û dezgehên vê rejîmê ferzkirina binkeftinê ye. Ez zêdetir bi vê re mijûl dibim.
Em li ser vî bingehî nêzîkî şer dibin û ev jî jiyanî ye. Heta em vî şerî nedin wê şansê rizgarbûna yek ji me jî nebe. Divê em ji vî şerî fêm bikin, bawer bikin, pêdiviyên wî ci bi cî bikin. Edî dema fêmkirina em di nav şer de ne. Dema dibêjin fêmkirin wisa ne li tanq, top û firokeya nerîne. Qanûnê wê hene, ruhê wê heye, kêlî bi kêlî mîna şervanekî pêşwazîkirina wê heye. Em behsa vê dikin. Em bin neketin, başe û me di kesayeta xwe de li pêş, bi şêweya bin nakeve, berpirsyar bersivand, ev serbilindî ne. Dil dixwest her rêxistin, her kesayet bi tevkariyên xwe yên diyar di nav vî şerî de cih bigirta. Bi şoreşgeriyek bin neketî me bersiv daba… Çepê Tirka, gelê Tirk çima niha di rewşa linavçûyî de ne? Ber bi jiyana ji xirab jî xirabtir hatiye dahfdan, nikare henase bigire? Ez ji fêmkirina vê darbeyê zêdetir li dijberî wê kar kirinê bêtir bi zewq dibînim. Xwe bi vî şerî didim jiyîn.