NAVENDA NÛÇEYAN –
Çekên kîmyewî çi ye?
Çekên kîmyewî ew çek in ku bi taybetmendiyên xwe yên jehrîn ji bo bibe sedema mirin an zirara qesdî têne bi karanîn. Amûr û alavên ku ji bo çêkirina çekên kîmyawî tên bikaranîn hemû elementên taybet in. Ji ber vê jî bandora ku li ser laşê zindiyan dike, bandorên ku heya mirinê dibe ye. Li ruxmî ku di peymanên navnetewî de bikaranîna wê li tevahî cîhanê bi erêkirina çend dewletan hatiye qedexe kirin, dîsa jî di şer û pevçûnên ku çêdibin de li hember hêzên dijber tê bikaranîn û bûye sedema mirina gelek kesan. Çekên kîmyewî yên ku di dîrokê de di gelek şer û êrîşan de hatine bikaranîn, di laboratûwarên hêsan de dikarin bi sedan cûreyên cûda werin hilberandin. Çekên kîmyewî yên ku ji çekên konvansiyonel erzantir û hêsantir tên hilberandin, lê belê îro jiyana gelek kesan xistiye xeteriyê de û bûye sedema kuştina bi milyonan zindiyan.
Çima pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî nayê girtin?
Tevî gelek hewldanên navneteweyî yên ji bo qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî, hîna bikaranîna van çekan bi temamî nehatiye asteng kirin.
Di dîroka 29’ê Nîsana 1997’an de bi beşdariya 192 welatan peymana qedexekirina çekên kîmyawî hate çêkirin. Lê welatên weke; Îsraîl, Misir, Koreya Bakur û Sûdana Başûr qebûl nekirin ku di peymanê de cih bigirin. Armanca vê peymanê ew bû ku pêşî li hilberandin û bikaranîna çekên kîmyawî were girtin. Ji bilî vê jî biryar hate girtin ku, welatên depoya wan û cihê wan ya hilberandina çekên kîmyawî hene hemû bên rakirin.
Peyman ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve tê bi rêve birin. Li gorî peymanê, bikaranîna toksînên herî metirsîdar û pêşgirên wan qedexe ye. Di nav vê yekê de gazên nervê yên sarîn, VX, û Novichok a serdema Sovyetê, û her wiha risina jehrîn û kirêya kewkurtê jî heye. OPCW diyar dike ku her çekeke kîmyawî, dikare bandora xwe li ser jiyanê bike û dikare bibe sedema mirinê jî, ger nebe sedema mirinê wê bibe sedema seqtbûna mayînde. Ev jî ji ber taybetmendiyên wê yên jehrî ne. Tevî ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve tê şermezar kirin û rexne kirin jî, lê heya niha bikaranîna wê bi temamî ji holê nehatiye rakirin û nebûye sedema nîqaşan.
Bandora çekên kîmyawî çiye ?
Çekên kîmyawî ku gelek cureyên wê yên cuda hene, li gor cureyên xwe zirara wan ji hevdu cuda ne. Lê piraniya cureyên wan zirarê didin sinirên esasî an jî damar, pergala bêhnê û sîstema xwînê bandor dikin. Çekên kîmyawî yên ku pergala nefesê xirab dikin û nefes kişandin û dayînê zehmet dikin, dibe sedema ku zindî bi jehr bikeve û krîza dil derbas bike.
Sarîn û tabûn ku wekî gazên sinirî têne zanîn, bandorê li pergala sinir a navendî dikin, û dibin sedema bêhişbûn, korbûn û felcê. Gaza sarîn dibe sedema zêdebûna leza nefesê, xwedêna zêde û xwedêna zêde jî dibe sedema gêj bûn û vereşînê. Gaza Sarîn a ku di sala 1938’an de ji aliyê kîmyazanê Alman Gerhad Schrader ve hat dîtin, di komkujiyên li Elmaniya de jî hatiye bikaranîn. Gaza Sarîn ku bê reng û bêhn e, ji ber ku xwedî bandoreke xurt, berfireh û bilez e, çeka kîmyewî ya herî bijarte ye.
Li dijî gel û gerîlayên Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyawî
Dîroka bikaranîna çekên kîmyawî ya li dijî gelê Kurd, dîrokekî kevine, heya sala 1920’an jî dirêj dike. Hîna di serhildanên destpêkê yên Kurdan de li dijî gelê Kurd sûcên şer hatiye kirin. Gotina dagirkeran a ku dibêje; “Me Kurd bi jehra mişikan di kelehan de fetisandin” vê sûca wan diyar dike. Mînaka herî şênber jî ku mirov dikare bide mînaka komkujiya Helebçeye, komkujiya ku bi hezaran Kurd kirine qurbanî ye. Jehra mişikan ya ku di kelehê de li hember Kurdan hatiye bikaranîn cudayî gazên ku îro di tunelan de li hember gerîla tê bikaranîn nîne.
Dewleta Tirk a dagirker-qirker ji 17’ê Nîsanê û vir ve ev bû 6 mehin, li ser Herêmên Parastina Medya li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê êrîşên tunekirinê daye destpêkirin, bê guman di şexsê gerîla de jî tunebûna tevahî gelê Kurd û Kurdistanê kiriye hedef. Dewleta Tirk a mêtînger tevî desta PDK’ê û NATO’yê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevahî çekên ku di nava peymanên navnetewî de qedexe ne, bikartîne û bi piştgiriya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) van êrîşên xwe rawa dike. Ev bikaranîna çekên kîmyawî û hovîtiya ku dewleta mêtînger li çiyayên Kurdistanê dike, nîşan dide ku ew li hember hêz û vîna Apoyî têk çûye. Gerîla bi rêbazên kemîn, serdegirtin, sabotaj, sekvanî, çekên giran, şer, çalakiyên koordîneyî yên gerîla, hêzên parastinê yên hewayî û operasyona şoreşgerî derbên herî giran li dagirkeran dixe û bi van rêbazên xwe di nava 6 mehan de 2346 leşkerên dagirker ceza kiribû. Dewleta Tirk a qirker jî ji bo ku vê têkçûna xwe veşêre, bi rêbazên herî hov êrîş dike û harbûnê di asta herî jor de jiyan dike.
Herî dawî jî Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniyek dabû û bîlançoya şerê 6 mehan eşkere kiribû. Di vê daxuyaniyê de jî HPG’ê bal kişandibû ser bikaranîna çekên kîmyawî û çekên din yên qedexe û gotibû; “Artêşa Tirk a dagirker ku ji 14’ê Nîsana 2022’an dema destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya li ser Zap, Avaşîn û Metînayê û vir ve li hemberî berxwedana hevrêyên me yên bi wêrekî û fedakariyeke mezin şer dikin negihîşt armanca xwe û derbên giran xwar, bi balafirên şer, bi helîkopterên êrîşê, bi obus, hawan, tank û topan bi deh hezaran carî êrîş kir. Artêşa Tirk di vê demê de ji PDK’ê piştgiriyeke xurt wergirt, her wiha cerdevan-çeteyên ji Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê peyda kir bi rengekî çalak di vî şerî de bi kar anî. Tevî teknîka li ber destê xwe her wiha çek û derfetên şer ên NATO’yê hemû seferber kir, bi vî rengî bi deh hezaran carî êrîş kir. Li gel vê yekê jî li hemberî berxwedana dîrokî ya hevrêyên me nekarî encama dixwaze bi dest bixe. Dewleta Tirk a sûcdarê şer, ku li hemberî berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xitimî, li pêş çavên tevahiya cîhanê çekên kîmyewî û bombeyên di asta navneteweyî de hatine qedexe kirin bi kar anî û bi wan êrîş bir ser Qadên Berxwedanê. Hêzên me di nava şerê giran de bi derfetên gelekî kêm ev sûcên şer bi belge kir û pêşkêşî raya giştî kir. Lê belê ji raya giştî ya navneteweyî helwesteke xurt a dijber nehate nîşandan, lewma jî artêşa Tirk bi hêza ji vê xemsariyê wergirtî êrîşên nemerdane, tirsonekî roj bi roj zêde kir ku cihê van êrîşan di hiqûqa şer û exlaqa mirovahiyê de nîne. Ji destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û vir ve di nava 6 mehan de li Qadên berxwedanê 2476 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş bir ser tunel û çeperên şer û sûcê şer kir.”
Di encama van êrîşên bi çekên kîmyawî de jî herî dawî 17 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şehîd bûn ku dîmena du gerîlayan jî ji wan bi raya giştî re hate parve kirin.