HANNOVER – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) saet di 20:00 de ji navenda bajarê Hannoverê heta Gara Trenê ya Navendî çalakiya bêîteatiya sivîl li darxistin.
Ciwanên ku hatin gel hev wêneyên gerîlayên şehîd bûne û pankarta ku dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst şermezar dike hilgirtin.
Di çalakiyê de bê navber siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Tolhildan” bi zimanê Elmanî hate berz kirin.
Li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê daxuyanî hat xwendin û di daxuyaniyê de bang li hemû ciwanan hate kirin ku bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bibin.