NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Heleb û Dêrikê çalakî li darxistin.
Jinên ciwan ên ku li Dêrikê daketin qadan bi siloganan nîşan dan ku ew ê li dijî dewleta Tirk a faşîst her tim di nava çalakiyan de bin.
Li Helebê meşa ku bi beşdariya gel û hemû jinên ciwan ên taxê destpêkir, ji taxa Xerbî ber bi herêma şehîd, heta taxa Şerq û heta navçeya Efrînê berdewam kir.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Axîn axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker wê tu carî nikaribe bi van êrîşên qirêj hêz û vîna gerîlayên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatine perwerde kirin bişkîne û destnîşan kir hêzên ku têk biçin diyare ew kîne.