NAVENDA NÛÇEYAN – Mûstafa Karasû tevlî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û li ser tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev nirxandin kir:
RÊBER APO SEKNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD NÎŞAN DIDE
“Tecrîd dikeve sala bîst û pêncan. Komploya li dijî Rêber Apo bîst û çar sal li pey xwe hişt, kete sala bîst û pêncan. Tecrîd jî bîst û pênc sal in dewam dike. Dem bi dem ji bo şerê taybet hevdîtin li Îmraliyê hatibe kirin jî, her wiha di encama têkoşîna me de desthilatdariya tengavbûyî hin hevdîtin kiribe jî, tecrîd bîst û çar sal in dwam dike. Ji xwe ji sala 2011’an û vir ve destûr ji parêzeran re nayê dayin ku hevdîtinê bikin. Bi malbata wî re jî ji bilî îstîsnayan destûra hevdîtinê nayê dayin. 2 salên dawî ji xwe nayê zanîn bê li Îmraliyê çi diqewime. Lê em bi vê zanin. Rêber Apo sekna azadiyê ya gelê Kurd, sekna demokratîk li Îmraliyê nîşan dide. Di vê mijarê de weke Rêberekî gel çi pêwîst be wê seknê nîşan dide. Ji ber vê yekê dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin.
Sedema tecrîda giran, polîtîkaya têkildarî Kurdan e. Ji ber ku li dijî Kurdan polîtîkaya ji bo qirkirinê dimeşîne, ji ber ku dixwaze tevgera azadiyê ya Kurd tasfiye bike, tecrîda li ser Rêber Apo giran dike. Nêzîkatiya li Rêber Apo ji xwe nêzîkatiya li gelê Kurd e, nêzîkatiya li tevgera azadiyê ya Kurd e. Bi dîtina tecrîda li Îmraliyê mirov dikare fêhm bike bê dewleta Tirk bi çi rengî nêzî pirsgirêka Kurd dibe, nêzî têkoşîna gelê Kurd dibe. Her wiha bi temaşekirina li zextên li ser gelê Kurd, li şerê qirêj ê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd mirov dikare baş fêhm bike ku li Îmraliyê polîtîkayeke çawa dimeşîne, tecrîdeke çawa ferz dike. Tecrîd bi vî rengî tê meşandin. Li ser Rêber Apo zexteke giran heye. Belê hêrseke pir pir mezin heye. Bi vî rengî tolê ji Rêber Apo hiltînin. Te çima ev gel zane kir? Çima bi rêxistin kir? Çima kir ku karibe têbikoşe? Bi vê têgihiştinê zexteke giran, tecrîdeke giran li ser Rêbertî ferz dikin. Ji ber ku têkoşîna gelê Kurd ku ji bo wan pirsgirêka herî mezin e, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd bi fikrê Rêber Apo, bi hêza Rêbertî destpê kir. Yekane polîtîkaya wan tepisandina hişmendî, rêxistinî, armanc, hesret û têkoşîna vî gelî ye. Di vê çarçoveyê de Rêber Apo tecrîd dike. Rêber Apo dibe ku ji aliyê fîzîkî ve tecrîdkirî be, lê belê Rêberekî welê ye ku ti carî nikare bê tecrîdkirin. Nepêkane ku ev Rêbertî bê tecrîdkirin, ji xwe nikarin bikin.
Rêber Apo bi fikrên xwe ne tenê bandor li gelê Kurd dike, bandorê li gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dike. Rastiya Rêbertî ji xwe ev e. Rastiya Rêbertî bi esasî rêberekî fikrî ye. Rêbertiyeke mejî ye. Aliyê herî mezin ê Rêbertî ev e. Aliyekî xwe jî bêguman niha bandorê li gelê Kurd dike. Gelê Kurd bi fikrên Rêbertî bi hêz dibe. Gelên Rojhilata Navîn bi fikrên gelê Kurd hêzê werdigirin. Gelên cîhanê ji fikrên Rêber Apo hêzê werdigirin. Em karin bibêjin ku Rêber Apo yekane rêberê niha ye ku çareseriyê ji pirsgirêkên li cîhanê re peyda kiriye, pêşniyar kiriye. Di dîrokê de rêberên ku çareserî ji pirsgirêkên gelan re peyda kirine weke rêberên ku dîrok guhertine bi rola xwe rabûne. Di demên herî zehmet ên dîrokê de, di wan deman de ku pirsgirêkên civakî, siyasî, çandî, aborî giran bûye, di demên krîzê de, di demên kevn ên dîrokê de pêxember derketine holê. Wan jî pirsgirêkên wê demê xistin rojeva xwe û hewl dan çareser bikin. Niha jî welê li mirovahiyê hatiye ku di nava şert û mercên modernîteya kapîtalîst de bêhn lê çikiya ye. Mêtingeriyeke mezin heye. Civakîbûn ku hebûna mirovan e ji hev hatiye belavkirin. Jihevbelavkirina civakîbûnê tê wateya rizandinê, dejenerebûnê, derketina ji mirovbûnê. Li cîhaneke bi vî rengî Rêber Apo bi fikrên xwe rêya rizgariyê nîşanî mirovan dide. Ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî yên mirovahiyê polîtîka û îdeolojiyeke cuda nîne. Belê, berê, beriya 150 salî fikrên Karl Marks û Engels ji bo mirovahiyê bûbûn hêvî, bûbûn ronahiyeke mezin. Bi rastî jî mirovahî li dora vî fikrî li hev civiya bû û ji bo demokrasî û azadiyê têkoşiya bû. Lê belê nekarî rewşeke welê biafirîne ku modernîteya kapîtalîst, vê sîstema kapîtalîst ji holê rake. Piştî 150 salî, ji aliyê hêzên modernîst kapîtalîst ve, her wiha ji ber kêmasiyan wan bi xwe jî, ji ber ku çareserî ji pirsgirêkên civakî re nedît, çareserî ji pirsgirêkên mirovahiyê re peyda nekir, ji hev belav bû. Niha pêwîstiya mirovahiyê bi îdeolojiyeke rizgariyê heye, xeteke ku rê nîşanî mirovahiyê bide divê.
TÊKOŞÎN WÊ VEGUHERE TÊKOŞÎNA RIZGARIYA JI MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST
Rêbertî xeta azadiya jinê destnîşan kir. Li dijî sîstema dewletperest ku 5000 sal in bi her awayî mirovahiyê diêşîne, talan dike, fikrê konfederalîzma demokratîk danî holê. Her wiha têkildarî sîstema endustriyel, xweza, ekolojiyê nêzîkatiya herî kûr a ekolojîk destnîşan kir, ji bo rizgaryia mirovahiyê, xwezayê asteke teorîk diyar kir. Ji ber vê yekê xelq xwedî lê derdikevin, mirovahî xwedî lê derdikeve. Divê ev yek bê dîtin. Xwedîderketina jinan a di vê astê de balê dikişîne ser wê rastiyê ku ji xeta azadiya jinê re bingeheke teorîk îdeolojîk amade kir. Xeta azadiya jinê ji têkoşîneke nerazîbûnê, ji têkoşîneke tenê li dijî serweriya mêr wêdet,r, veguheran têkoşîneke azadî û maf, têkoşîneke afirandina sîstemeka azadîparêziya jinê û hîmên wê yên îdeolojîk teorîk danî. Lewma jin hîn bi xurtî xwedî lê derketin. Di salên bê de wê hîn bêhtir xwedî li Rêbertî derkevin. Ji xwe niha li her devera cîhanê ji bo azadiya Rêbertî têkoşîn tê meşandin. Têkoşîna ku ji bo azadiya Rêbertî tê dayin, wê gav bi gav veguhere têkoşîna misogerkirina azadiya Rêbertî û têkoşîna rizgariya ji modernîteya kapîtalîst.”
EWROPA SIYASETA LI SER BERJEWENDIYAN DIMEŞÎNE
Karasû rexne li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir û got, “CPT organeke Konseya Ewropayê ye. Dibêje ku saziyeke li dijî êşkenceyê hatiye avakirin. Lê belê rastiyeke Tirkiyeyê heye ku dixwaze bikeve nava Yekîtiya Ewropayê. Bi Tirkiyeyê re bi her awayî têkiliyên aborî û siyasî têne danîn. Berjewendî hene. Lewma Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa ne tenê di mijara Îmraliyê de di gelek mijarên din de zilma Tirkiyeyê ji nedîtî ve tên. Ewropa ya ku çavê xwe li qirkirina Kurdan digire, qirkirina Kurdan ji nedîtî ve tê û ji bo vê yekê jî bi her awayî piştgiriyê dide dewleta Tirk, bêguman wê li hemberî zexta li Îmraliyê jî bêdeng bimîne. Ji xwe Rêber Apo gotibû li Îmraliyê yekemcar li CPT rast hatim. Û diyar kir ku ew sîstem ji aliyê Ewropayê ve hatiye danîn, ji aliyê komplogeran ve hatiye avakirin, wezîfeya gardiyantiyê ji Tirkiyeyê re hatiye dayin. Lewma CPT, Ewropa durûtiyê dike.”
“Qaşo qala demokrasiyê, mafên mirovan dikin. Dema mesele dibe pirsgirêka Kurd, dema mijar dibe berjewendiyên siyasî û aborî hingî nirxên xwe ji bîr dikin, binpê dikin. Helwesta Konseya Ewropayê, helwesta CPT, feraset û nirxên wan bi qasî berjewendiyên wan e. Dema ku zerarê digihîne berjewendiyên wan, hingî van nirxan ji bîr dikin. Min ev gotin beriya niha di gelek hevpeyvînan de gotibû. Wextekê Serokwezîrekî Îngilistanê Tony Blair bi eşkere wiha gotibû: Li her devera cîhanê em li gorî pîvanên xwe, li gorî exlaqa xwe polîtîkayê dimeşînin. Lê belê dema dor tê Rojhilata Navîn em nikarin vê bikin. Lewma mafên mirovan, nirxên maf û hiqûqê yên Ewropayê dema mesele dibe Rojhilata Navîn yan jî pirsgirêka Kurd li aliyekî têne hiştin. Ev yek şerma Ewropayê ye.”
QIRKIRINA KURDAN JI NEDÎTÎ VE TÊN
“Ferzkirina qirkirinê ya li ser Kurdistanê di peymanên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hebû. Yek ji wan Peymana Lozanê bû. Li ser wê mijarê bû ku Mûsil û Kerkûk ji kê re bêne hiştin, wê ji Tirkiyeyê re bê hiştin ya jî ji Iraqê re. Wê demê di peymana Lozanê de bi berdêla ku Mûsil û Kerkûk ji Îngilistanê re bêne hiştin, qirkirina Kurdan a bi destê dewleta Tirk hate erêkirin. Eger dewleta Tirk di sedsala bîstî de û niha li ser Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, ev yek encama peymana wê demê ye. Û hîn jî dilsozê wê peymanê ne. Ewropa hîn jî li gorî wê peymanê tevdigere. Qirkirina Kurdan ji nedîtî ve tên.
EWROPA AQIL DIDE TIRKIYEYÊ
Divê nêzîkatiya CPT bi vî rengî bê fêhmkirin. Di vir de vê xusûsê jî bibêjim. Qala mafê hêviyê tê kirin. Vaye di qanûnên Yekîtiya Ewropayê de heye. Eşkere bû ku di dema nîqaşên li ser mafê hêviyê de Konseya Ewropayê, saziyên têkildarî mafê hêviyê yên Konseya Ewropayê aqil dane Tirkiyeyê. Eger hûn vî mafî bi vî rengî bikin, hingî wê neyê wateya berdana Abdullah Ocalan, hingî wê berdana wî ne şert be. Bêyî ku li ber xwe bikevin û şerm bikin, rê nîşanî dewleta Tirk dan. Dewleta Tirk jî ji vê yekê sûd wergirt, ji valahiyê sûd wergirt û ji Ewropayê re ragihand ku mafê hêviyê ji bo Rêber Apo derbas nabe. Ev yek jî rastiya saziyên li Ewropayê radixe pêş çavan.”
Karasû bîlançoya şer a ku Fermandariya Navenda Parastina Gel parve kir, bi bîr xist û anî ziman ku dewleta Tirk bi hezaran bombeyên termobarîk, çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar anî. Karasû got, “Ya ku dewleta Tirk niha dike qat bi qat ji êrîşên Rûsyayê yên li Ûkraynayê girantir e. Di her kêliyê de êrîş dike. Di hemû deqeyên 24 saetan de şer diqewime, êrîş têne kirin. Dewleta Tirk welê tevdigere ku mîna dixwaze bi bombardûmanê wê cografyayê rast bike. Hatiye vê rewşê. Şerekî di vê astê de heye. Di vî şerî de çekên kîmyewî jî tê bikaranîn, lê belê li hemberî vê yekê şeş meh in berxwedaneke mezin a bi lehengî jî heye. Hevrêyên me hemû yên li wê derê mîna Sara, Tolhildan û Rûken Zelal bi fedaî li ber xwe didin. Heman fedaîtiyê ew hevrê li wê derê dikin.”
‘DIVÊ GELÊ KURD RABE SER PIYAN’
Karasû destnîşan kir ku nerazîbûna raya giştî ya li hemberî çekên kîmyewî girîng e û got, “Divê gelê Kurd rabe ser piyan. Hêzên demokratîk nerazîbûnê nîşan bidin, rabin ser piyan. Li Tirkiyeyê jî divê hêzên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin. Dema ku mesele dibe pirsgirêka Kurd cîhan bi xemsarî tevdigere. Desthilatdariya faşîst a Tirkiyeyê bi derfetên dewletê hewl dide ku her kesî bêdeng bike. Hem sûcdar e hem jî hewl dide xwe mafdar nîşan bidin.”
Karasû bi zimanekî tund PDK rexne kir ku li pêşiya heyetên ji bo lêkolînkirina êrîşên kîmyewî bû asteng û got, “Dewleta Tirk bêguman dijmin e, êrîş dike. Ewropa jî berjewendiyên xwe hene, rastiyan ji nedîtî ve tê. Lê belê ya herî giran û bi êş PDK ye. Van êrîşan dinixumîne. Pêşî li mirovan digire ku dixwazin biçin wê derê. Sûcên Tirkiyeyê dinixumîne. Nixumandina sûcên Tiriyeyê ji PDK’ê re maye. Ji xwe dewleta Tirk êrîşî kî derê bike, PDK jî yekser hincetan ji dewleta Tirk re çêdike. Dibêje ‘Ji bo vî tiştî êrîşî Şengalê dike, ji bo filan tiştî êrîşî Rojava dike’. Guneh naxe stuyê êrîşkar. Şerma herî mezin a dîrokî ye ji bo PDK’ê ku bikaranîna gazên bi jehr û çekên kîmyewî dinixumîne.”