MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Tevgerên Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) ji bo bîranîna Şehîd Ebûzeyd Dêrhînî ku roja 29’ê Tebaxa 2022’an di encama êrişa balefira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker de li ber derê mala xwe hatibû şehîd xistin, turnevoya voleybolê di 22’ê Îlonê de dabûn destpêkirin, îro bi dawî bû.
Di tûra yekemîn de taxima şehîd Derya û şehîd Şervîn Garzan hatin beramberî hev, tûra yekemîn bi germahî û coşeke mezin bi dawî bû. Di dawiyê de taxima şehîd Derya bi serket. Tûra yekemîn bi serketina taximên şehîd Ebuzêd Dêrhînî, şehîd Koçerîn, şehîd Ehmed Cemîl, şehîd Cêhat, şehîd Havîn, şehîd Xebat Cûdi, şehîd Şukrî Serhed, şehîd Hogir, şehîd Derya bi dawî bû.
Îro jî tûra dawî di saet 14:00’an de di navbera taxima şehîd Hogir û şehîd Xebat de destpêkir. Turnevoya ku bi germahiyekê di navbera herdu taximan de hatî destpêkirin bi serkeftina taxima şehîd Xebat re bi dawî bû. Encamê wan 0 bi 3’ê bû.
Taxima ku bi serketî wê di festîfala şehîd Bêrîtan de xelata xwe werbigrin.