NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Rêya derketina ji vê em ferz dikin girêdayî lezdayîn û kûrkirina şoreşê ye. Em ji vê re dibêjin şerê mezin ê mirovahiyê. Di demên serûbinbûnên mezin di nirxên mirovahiyê de yên jiyîn de şerê tên ferzkirin hene, vaye şerekî dişibe wê em ferz dikin. Li beramberî rejîmek wisa yên xwedî îdane divê tezên xwe bihêz bin û di pratîkên xwe de jî pir milîtan bin; çareserî ev e. Devên fermî pir bi fikarin û ji vê ditirsin; “Ger PKK’yek duwem li Tirkî ava bibe wê çi bibe? Lê dîsa jî em bandor dikin. Ya rast ev tê nîqaşkirin: Gelo wê PKK çiqasî bibe partiyek Tirkiyê? Yên xwedî
aqilin di nav lêgerîna vê de ne. Bûyîna partiyek Tirkiyê ya PKK’ê diyardeyek şayanî li ser rawestînê ye. Heta PKK çiqasî rizgarîxwaziya netewî dike, çiqasî vebijêrka Tirkiyê ye şayanî nîqaşê ye. Heta niha jî di vê mijarê de zelalî derneketiye holê. Ji ber ku ketina nav PKK’ê ya piraniya me rastiyek Tirke. Yan jî ez bêjim di astek mezin de nirxdarêzên Tirkiyê ye? Lê herî kêm ji aliyê teşeyî ve bi Tirkî kar tên meşandin. Ango hinekî be jî karekî wek yê Tirkiyê ye. Em nikarin bêjin tenê karê Kurde jî. Lê dema bi kûranî lê bê nêrîn ya rast ev tevgerek mirovî ye. Ji bûyîna tevgerek Kurd-Tirk wêdetir, tevgerek bersiv dide rizgariya mirovbûnê. Tirkek jî dikare vê bigire dest û bikar bîne, Almanek jî dikare bigire û bikar bîne. Lê belê ji ber ku em zêdetir nûnertiya Kurdistanê dikin em vê pergala nirxan ji bo Kurdistanê bikar tînin. Axên Kurdistanê, ji bo vê rizgariyê guncawtir dibînin. Lê belê bi xetê giştî hema ji bo hemû welatan û li rastiya hemû gelan dikare bê sepandin. Bêguman ev ji bo Tirkiyê jî sotênere. Jixwe
bandora me pir zêde ye. Gelê herî zêde ji nêz ve em bandor bikin gelê Tirkiyê ye. Tirkiyebûna wê jî nayê paşçavkirin. Dibe ku pêşketinek wisa bilez jî bibe. Bi taybet ger em hinekî din şerê şoreşgerî berz bikin, jihevdeketina saziyên rejîmê hinekî din bilez bibin, hew te dît şêwazê PKK’ê bû şoreşgeriya Tirkiyê, partiya
wê û şerê wê bû mijara gotinê. Wer diyare ku wê çareserî jî hinekî wisa pêş bikeve. Ango yan wê PKK ji hemû aliyan ve bin bikeve, biçewsê, jixwe wê demê jî wê çarseriya şoreşa dijber pêş bikeve. Yan jî wê PKK hinekî din şer pêş ve bibe, saziyên dewletê çareser bike û bi vî rengî çareseriya xwe li sertaserê Tirkiyê belav bike. Niha rêya navîn nîne. Rêyek reformîst niha tevî hemû gotinên xwe jî her kes dibîne nikare çareseriyek herî biçûk jî ava bike. Vaye “Pakêta demokratîkbûnê, rizgariya aborî û nizanim çi.” Ev reform jî nayên hesibandin, cîlayên şerê taybetin.
Ev jî tiştekî rave nakin.
Tirkiyebûn wek rêbaz çawa dikare pêş bikeve? Bi vê komê, bi wê komê? Siyasî, yan jî leşkerî be? Wê vekirî yan veşartî be? Bêguman ev hemû dikarin bên nîqaşkirin. Koma pêşeng, xebata nihînî, xebatên gêrîla, xebatên siyasî… Her rêbaz dikare bê ceribandin. Heta PKK hinekî dikare destwerdana Tirkî bike. Jixwe dike jî. Dikare lez bide vê jî. Ji bo PKK di çareseriya Kurd de pêş ve biçe divê hinekî jî çareseriya Tirkî pêş bixe. Jixwe ev berzbûna şoreşa dijber jî ji bo çareseriyê qonaxeke. Ji bo şoreşa dijber ber bi çareseriyê anînê divê berê bê pêşxistin, kamil kirin da ku tu bikarî bixî. Tu 12’ê Îlonê ti carî nikarî di 13’ê Îlonê de bin bixî. Lê li dawiya vî çarde salê borî binêrin, ber bi binkeftinê ve kamil bûye. Niha bandorên 12’ê Îlonê pir kamil bûne, xwe di nav saziyan de bicih kiriye; lê belê nîşaneyên rizînê jî ewqas belavin, ger tu kulmek hişk lê bidî tu yê biruxwînî. Nedîtina pêşketinek wisa jî ne gengaze. Teqez pergal ne mîna çend sal berê ye, ne mîna selak berê ye jî, heta dawî bi şeweyekî berfireh rizîna sazîbûnê dijî. Çiqas bi sazî bûye, çiqas hatiye pejirandin ewqas jî ji cewher qut bûye. Her tim di nav hilweşînê de ye. Tu kes ji pergalê ne raziye. Çiqas piştevanê wê hene, di serî de jî karsaz hemû gazinda jê dikin. Leşker ji sivîlan, sivîl ji leşkeran –jixwe ev herdu her tim piştevaniya hev dikin- gazinda dikin. Ev çiye? Buhran heye, di nav de jihevdeketin heye, lê kulma me niha têr nake wê bitemamî bixîne. Wê çawa têr bike jî em pir zêde hewl didin vebêjin.
Ya rast divê mirov ji vî alî ve jî rejîmê nîqaş bike. Saziya bi hemû sipartekan ve rejîmê xwedî dike, sazî, kesayet kî ne; dîsa yên rejîmê dirizînin û tengav dikin kîne? Hewceye mirov hinekî jî bi vî alî nîqaşê pêş bixe. Mixabin, raya giştî ya Tirkiyê vê nabîne. Nexasim tevî beşên çepgir pir îda dikin ku teorîkin jî, li ser navê rast-çep tevî ku hebûna hemû koman red dikin jî hîn xwe negihandine hêza dîtina van pirsan. Hinek gotin tên gotin, lê dewama wê naynin. Wer diyare dawî li vê aloziyê anîn jî wê di xedar ferzkirina rastiyan re derbas bibe. Jixwe pêşketinên siyasî
yên derdikevin holê bi giranî di bin bandora me de ne. Di wateyekê de em têgehan û heta tevahî jiyanê bi teşeş dikin. Çawa şoreşa dijber teysîna xwe li nav refê me dike, her ku diçe bibandorek zêde dibe ve şoreşa me jî li ser Tirkiyê, lewra li ser aliyên wî civakî, çandî, siyasî, aborî û heta leşkerî bandor dike. Vê carê ew dest bi texlîdkirina me dikin yan jî di bin bandora me de hinek veguherîna pêk tînin. Rêbazê şoreşa dijber di bin bandorê de ye, lê şêwaza em bêriyê dikin yan jî şêwaza şoreşgerî ku em ji derxistina holê berpirsyarin di bin vê bandorê de
derneketina holê ye. Wê ev kengî û di bin kîja şêweyan de pêş bikeve? Bi taybet bandora xwe li ser kedkarên Tirkiyê çiye?
Kedkar tenê niha diqîre û dengê xwe bilind dike. Bi qasî ji dest tê ji hikumetê re dibêje dev ji kar berde. Gotinek xweşike. Hikumet, dev ji kar berde! Her ku biçe wê zûwakirina hemû saziyên sipartek ê hikumetê bixwaze. Lê ka rêxistina wê, ka rêberê wê, ka taxtîkên şerê wê? Di van mijaran de kedkar tiştekî nabêjin. Ji ber ku tiştek fêrî wan nehatiye kirin, rêxistin nîne li pêşiya wan. Tenê xwestek pêş dikeve. Dibêjin; “Bila hikumet biruxe, Partiya Rêya
Rast jî, Partiya Demokrat jî biçe.” Ev ji aliyê gel ve dibin partiyê hundirê wan valabûyî. Lê wê çi li şûna wê deyne, bi kîja rêbertiyê? Ev jî aloziyekê pêk tîne. Bêguman divê mirov li ser van deman rêxistinê şoreşger ferz bike. Milîtanên şoreşger ên rêxistinên şoreşger derxîne holê. Li ser vê pir zêde tê rawestîn. Vebijêrka din, vebijêka Tirk derxistina holê, di vê mijarê de rê ji rêxistinbûnan re vekirin ya rast salên dirêje mijarên li ser tên rawestînin. Mixabin kesayeta Tirk jî mîna kesateya Kurd anîne rewşa nexweşê giran. Bi yê me re hinekî çors be jî şerkerî heye. Lê bi wan re xwe dayîna jiyankirin pir li pêşe. Kesayeta Tirk çi bila kedkar be, çi jî burjuwa, xisletên kesayeta bitemamî darbeya 12’ê Îlonê hîs dike û dijî rave dike. Taybetmendiya şerkeriyê heta dawî ji dest daye. Îsyangeriya dema 12’ê Adarê, piştî 12’ê Îlonê hat derbaskirin. Ciwanên heta dawî li gorî qalibên civaka serfker dijîn heye. Niha kêfa ciwana herî zêde ji çire tê di holê de ye. Bi awayekî metirsîdar texlîdkirina komên strana yên Ewrûpî heye. Di
stadyûmekê de 40 kes radibin, rakçiyekî qet zimanê wî nizane, nizane çawa dijî, nizanim çi di nav rewşên hîsterîk de jê re li çepika dide û ji ser hişê xwe diçe. Ev pir ecêbe, teqez jê fêm nakin, lê ev ji ser xwe ve çûyîn îca çiye? Min got meymûnbûyîn, bi vê dikare bê ravekirin. Dibe ku di çanda Ewrûpa de cihekî vê jiyanê hebe, lê belê di jiyana Tirkiyê de wê cihê vê çawa hebe? Herhal wê piştî demekê şûn de çeqo bigihêje hestî; wer diyare hinekî gihîştiyê. Ger em jî hinekî din şer pêş ve bibin êdî ji, “Em naxwazin” wêdetir wê naçar bibin pirsa; “Em çawa hilweşînin” bidin. Demek dirêj nikarin mirovan wisa bidin jiyîn. Êdî demek dirêj şerê taybet nikare xwe xwedî bike. Wer bawerim wê paşê dor bê hilweşînê û derketina holê ya hêzê wê biruxîne. Herhal wê hinek derkevin û hewl bidin jê re bibin bersiv. Herweha ger pêwîst bike em jî dikarin bersivê biplan bidin rûnişkandin. Tevkariya xwe ya di vê mijarê de jî zêde bikin.