NAVENDA NÛÇEYAN – NPG’ê di 18’ê cotmehê de ragihand ku 17 şervanên azadiyê yên ji ber bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, faşîst ve şehîd bûne. NPG’ê (Navenda Parastina Gel) daxuyaniyek da û got; “Hikumeta AKP û MHP’ê cesaretê ji bêdengiya saziyên navneteweyî digire û di sala 2022’an de di êrîşa dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê de di warê bikaranîna çekên kîmyewî de konsepteke nû çêkiriye. Artêşa Tirk berê jî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî di cih û demên cihê de bi kar aniye lê di salên 2021 û bi taybetî di salên 2022’an de ev bûye rewşeke sîstematîk. Ji 14’ê Nîsana 2022’an heta 14’ê Cotmehê di pêvajoya şer a 6 mehî de, ji aliyê me hatiye tespît kirin ku 2467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di van êrîşan de 27 hevalên me şehîd bûbûn û nasnameya wan di daxuyaniyên me yên berê de hatibûn diyar kirin. Herî dawîn 17 fermandar û şervanên me, bi heman çekan hatine şehîd xistin.”
Derbarê 17 gerîlayên azadiyê de wê ajansa me (Ajansa Nûçe Ciwan) dosyayek taybet ku têkoşîn û lehengtiya van pakrewanan vedibêje bi şopîner û raya giştî re parve bike. Dosyaya me ya yekemîn li ser jiyan û têkoşîna şehîd Rûber Karker e.
Têkoşîn û Fermandartiya Şehîd Rûbar Karker
Şehîd Rûbar Karker li gundê Hatickê ya Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê li li nava malbateke welatparêz hatiye dinê. Ji ber ku şehîd Rûbar di nava malbateke welatparêz û girêdayî çanda xwe mezin bûye, ev yek di kesayetiya wî de rûniştiye. Şehîd Rûbar rastî û polîtîkayên asîmîlasyonê ya rejîmê çawa ku li parçeyên din ên Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê re jî şahidî kiriye. Vê jî kiriye ku şehîd Rûbar li ber çavan re derbas bike û bandoreke kûr lê kiriye. Şehîd Rûbar sala 2010’an li Xakurkê tevlî gerîla dibe. Şehîd Rûbar bi kesayetî û dirûstbûna xwe heta şehadetê jî bûye mînak. Şehîd Rûbar di dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, tevlî pêvajoya têkoşînê ya li dijî qetlîamên li wir tên kirin dibe, li gelek qadan şer kiriye. Hevrêyê me Rûbar di têkbirina vê hişmendiya dermirovî ya şervanên Kurd û Ereb de xwedî roleke mezin e, piştre jî dubare berê xwe dide çiyaên Kurdistanê.
Şehîd Rûbar li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê di asta fermandar de kar kir, erka xwe bi serketî bi cih aniye. Di çêkirina çeperên şer de û pêşxistina wê de fedekariyeke mezin kiriye. Şehîd Rûbar ê di partîka şerê li Zapê de cih girt, ezmûnên xwe gihandiye hemû hevalên xwe. Dema artêşa Tirk a dagirker 14’ê Nîsana 2022’an êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin, yek ji fermandarê herî pêş ew bû. Di vê pêvajoyê de erka fermandariyê girt ser milê xwe, li gorî vê kete tevgerê. Bûye yek ji fermandarên herî kêrhatî ku bi rêbazên şerê tunelan, derbên xurt li dagirkeriyê dane, dîsa tîmên şer ên pispor de, pêşiya operasyonên dagirkeriyê girtiye. Şehîd Rûbar ê di vê pêvajoyê de derbên xurt li dagirkeriyê dan, di taktîkên gerîla yên demê de bûye yek ji fermandarên ev yek xiste meryetê û ev mîrasê serketinê ji bo me hişt. Bi taybet ked, hevaltî û pêşentiya wî ya bi cesaret û fedekar a li Keleha Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran, wê di têkoşîna dîroka em de tim zindî be. Şehîd Rûbar ê li qada şer qet serê wî nehate tewandin, ewladê leheng ê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşa nemerd a bi hovane ya dijmin a çekên kîmyawî de şehîd dibe. Em soz didin em ê ala wan a ji bo me hiştin bigihînin serketinê.
Nasnameya şehîd Rûbar Karker wiha ye;
Nasnav: Rûbar Karker
Nav – paşnav: Muhammed Dodkanîmîlan
Cihê Jidayikbûnê: Xoy
Dayik – Bav: Safiye – Nasir
Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap