VIYANA – Hêrsa Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê bi çalakiyên li navendên Ewrupayê dewam dike.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengtiya TCŞ û TekoJIN’ê, bi armanca bi dawî anîna bikaranîna çekên kîmyewî yên sûcên şer li Kurdistanê û şermezarkirina bêdengiya dewletên Ewrupayê, çalakiya bêîteatiya sivîl hate li darxistin.
Di saetên êvarê de ciwanên Kurd di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de li kolanên ku faşîst lê kom bûne kom bûn û di destê wan de alên PKK’ê siloganên “PKK dimeşe, erd û ezman diheje” qîriyan.
KURDISTAN AXA ME YE
Ciwanên ku li kolanê meşiyan di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku wê hêzên faşîst her tim bibin hedefa wan û heta dijminê faşîst ji axa Kurdistanê bê derxistin wê çalakiya xwe bidomînin.
Ciwanên ku fîşekên hewayî teqandin gotin ku berxwedana gerîla berxwedana me ye û ew ê heta dawiyê li berxwe bidin û banga seferberiyê li ciwanên Kurdistanê kirin.