NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ango di sala 1945’an de ku di encama wî şerî de 90 milyon însan jiyana xwe ji dest dan, di van şeran de tu zagon û pîvan ji aliyê êrîşkaran ve ne dihat nas kirin, ji bo vê cîhan bibû qadekî anarşiyê ku herkes tê de hespê xwe bibezîne. Ji bo xwe bigihîne armancên xwe kî miriye, çi bikaraniye ne girînge, ev fereaseta ji bo dagirkeriyê her tişt mubah kirin cîhan xist metirsiya tune bûnê. Ji çekên xirabkirinê a giştî bigire heya çekên biyolojîk û nekluer hatin bikaranîn.
Piştî şerê cîhanê êdî di asta navnetewî di sala 1997’an de ji aliyê 193 dewletan ve peymana qedexekirina çekên kîmyawî hat îmze kirin. Di vê peymanê de çekên biyolojîk, nukleer û kîmyawî bi giştî hatin qedexe kirin. Ne tenê bikaranîna wê heya bidestxistin û çêkirin jî hat qedexe kirin. Lê rûxmî vê dagirkeran li hember kurdan bi sedan car li hemberî gelê kurdistanê bikaraniye, ev çek di 1988’an de li Helebçe hat bikar anîn, û nêzî 5000 Kurd nûn qûrbanî, piraniya wan jî zarok bûn. Rûxmî vê jî tu bertekek di aliyê navnetewî de pir derneket holê. Dewleta Tirk a dagirker bi sedan car ev çeka qedexekirî bi kar aniye û zagonên navnetewî ku Tirkiye bixwe jî tê de îmza kiriye bin pê kiriye.
Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Nîsana 2021’an de tevgerek dagirkeriyê li ser Metîna, Zap û Avaşînê da desptêkirin. Bi destekdayîna teknolojiya NATO, bikaranîna cerdevan û çeteyên xwe, û bi hevkariya îxanetkarên mîna PDK’ê xwast ku êrîşên tune kirin û tesfiyekirina gerîla û di şexsê gerîla de tunekirina gelê Kurd bi pêş bixe. Lê keç û xortên vê axê rê nedan dagirkeran û di hinek cihan de ew mecbûrî paşvakişandinê kirin. Piştî dewleta Tirk a qirker bê çare ma li ber çavên cîhanê serî li çekên kîmawî û Nukler da. Gerîlayên azadiyê ku cihê xwe di vê şerê li dijî dagirkeriyê de digirin, sûcên şer ên dewleta dagirker hemû yek bi yek tespît kirine. Di belgeyên ku gerîla bi raya giştî re parve dike, tê dîtin li hember gerîla çekên kîmyawî ku ji 4 cureyên herî xeter û qedexe pêk tê hatiye bikaranîn.
Yek ji gazên ku tên bikaranîn Gaza Tabon e;
Tabon madeyeke ku ne reng ne jî tehma wê heye, madeyekî gelekî jehre, û bêhna fêkiyan dide, di çarçoveya madeyên ku bandorê li ser sinir dikin ev made hatiye rêz kirin. Her wiha madeyekî kîmawîye. Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî çekekî kîmyawî a xirab kirina giştî hatiye pejrandin. Li gorî biryara 687 a Neteweyê Yekbûyî gaza tabon dikeve silsileya gazên ku herî zêde bandorê li ser sinir dikin ku jêre silsileya G tê gotin, ango gazên mîna (TABON,SERİN,SOMAN,ALFE-X) cihê xwe tê de digirin. Ev gaz li Elmaniya hatiye çêkirin û di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi dest dewleta Tirk a dagirker ketiye. Kesê ku bi vê gazê bandor dibe sancî, felçbûna demkî û lêdana dil zêde dibe, her wiha av ji dev tê, ev gaz herî zêde nefesê qut dike û mirov ji ser hiş dibe û hafîzeya xwe winda dike û heya mirinê dibe.
Gaza Xaça Kesk;
Cureya duyemîn ku dewleta Tirk a qirker bi kar aniye, gaza Xaça Kesk e. Xaça Kesk (green cross) di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hat bikaranîn û ji kloropêkrîn û foscîn pêk tê. Û Ji hêla bijîşkî ve gaza fosjîn bi jehrbûna xwe tê zanîn.
Bêhna şînahiya teze an jî giya poş jê tê. Gaza Xaça Kesk tevlîheviyek ji qaza foscîne, fosjîn jî hêmanekî şerê kîmyawî yê bi kêr e. ji ber hewcedariyên wê yên hilberînê hêsane, cara yekem di sala 1915’an de di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji aliyê Fransiyan ve weke çekeke kîmyawî hat bikaranîn. Di heman demê de ew di tevlîheviyek bi qebareya wekhev a klorê de jî hatî bikar anîn, ku klor alîkariya belavkirina fosjînê zêdetir dike. Fosgîn gaza ji klorê bihêztire her çend 24 demjimêr an jî dirêjtir nîşanên wê xuya dibin, lê nîşaneyên ku rasterast derdikevin, ji bo bandorên wê yên rasterast, ew kuxîn û kûrbûna çavan û rêyên nefesê bandor dike. Ev cureya gazê ji aliyê Neteweya Yekbûyî ve di rêza çekên kîmyawî yên qedexekirî de hatiye rêz kirin.
Cureya sêyemîn Gaza Xerdelê;
Cureya sêyemîn Gaza xerdelê (an jî wekî “sulfûrê xerdelê” tê zanîn) pêkhateyeke kîmyayî ye, ku ji çîneke pêkhateyên organîk ên bi navê Sîolat e, avek ku dukelek xeternak derdixe, û di çermê vekirî de dibe sedema şewatê. Gaza xerdelê ji bo pergala nefesê zerardar e, dema ku tê xwar dibe sedema vereşîn û îshalê û zirarê dide çav, pişik, çerm û organên ku xwîn lê çêdibe.
Dê berdewam bike…….
Armanc Kurdo Ji Ajansa Nûçe Ciwan Re Nivîsandî….