KOBANÊ – Li Kobanê bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk bi dirûşma ‘Li Dijî Kîmyasalê Werin Seferberiya Tolhildanê’ bi tevlîbûna sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan û piştevaniya şêniyên herêmê meşek hate li darxistin.
KOBANÊ
Meş bi qîrkirina silogan û hildana wêneyên şehîdan ji Qada Jina Azad destpêkir û heta Parka 19’ê Tîrmehê dom kir. Ciwanên ku cilên li dijî bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî li xwe kiribûn bê navber siloganên ‘Bijî Berxwedana Gerîla’, ‘Şehîd Namirin’ û wêneyên 17 gerîlayên bi kîmyayê şehîd bibûn, hildan.
ŞÊXLER
Li vir ciwanan sirûda Çerxa Şoreşê gotin û bi siloganan çalakiya xwe bi dawî kirin.
Yek ji devera din a ciwan daketin qadan Şêxler a Kobanê bû. Ciwanên li vir daketin qadan agir pêxistin û piştevaniya xwe ya bi berxwedana gerîla nîşan dan û êrîşên çekên kîmyewî û gazên jehrî protesto kirin.