NAVENDA NÛÇEYAN – Dosyaya me taybet di beşa xwe ya duyemîn de derbarê têkoşîna şehîd Cîger Malagîrt de ye.
Şehîd Cîger malazgîrt li Mûşê hatiye dinê. Di nava malbateke girêdayî nirxên welatparêziyê mezin bûye. Ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê koçî Stenbolê dike û ji bo debara malê dibe alîkar. Di vê demê de ku hevrêyê me polîtîkayên asîmilasyonê yên dewleta Tirk a li ser ciwanên Kurd dinase, ev dibe sedemê lêgerîna wî ya têkoşînê. Di vê demê de tevlî xebatên ciwanan dibin, cihê xwe di têkoşîna gelê Kurd de digire. Şehîd Cîger li kuçe û kolanan gelê me agahdar dike û dibe hedefa dewlata Tirk a dagirker û tevî çend carî tê destgîrkirin jî dev jî xeta berxwedanê bernade.
Sê salan dimîne girtîgehê û wir ji bo xwe weke qada perwerdehiyê dibîne. Di vê pêvajoyê de zêdetir partiyê nas dike. Cîger Malazgîrt ê sala 2014’an derdikeve, ji bo piştevanî bide berxwedana gelê me ya Rojava ku di bin gefa qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ’ê de bûn, derbasî Rojava dibe. Tevî ku di Berxwedana Dîrokî ya Kobanê de ji serê xwe û destê xwe birîndar jî dibe, çeperan bernade heta dawî şer dike. Piştî serketina Kobanê berê xwe dide çiyayên ku bi salan hesreta wê kişand. Şehîd Cîger yê ku ezmûna şer girtî ji bo bi taktîka gerîlayê demê re kir yek, weke fermandareke kêrhatî derbasî Zapê dibe.
Bûye yek ji ferdê têkoşerê bê dawî yê li dijî dagirkeriyê li erdnîgariya Zapê li ber xwe dide. Şehîd Cîger yê ji roja ewil cih di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girt, cih di gelek çalakiyên derbên xurt li dagirkeriyê dan de girt, bi enerjiya xwe ya dawî nabe, li Zapê kedeke mezin daye. Bi terzê xwe yê şer, milîtanî, sekna xwe ya dirûst û kedkar bûye fermandareke pêşeng.
Di dema şer de erka fermandariyê girtiye, bûye xwedî roleke diyarker. Şehîd Cîger Malazgîrt li gelek çeperên şer cih girtiye, bi terzeke şerê pispor, li Zapê bi kedeke bê rawestan şer kiriye. Ji bo me mîraseke têkoşînê qet neyê bîrkirin hiştiye.