NAVENDA NÛÇEYAN – Serhildana ku piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê li seranserê welêt destpêkir, hefteya 5’emîn li pey xwe hişt.
Xwepêşandan li ser banga çalakgerên siyasî îro bi girtina depoyên welatiyan bersiv dan. Kargehên bajarên Sine, Seqiz, Bûkan, Bane, Merîvan û Mehabadê di çarçoveya greva giştî de derbên xwe rane kirin.
Hat ragihandin ku li bajarên Esfehan, Tebrîz û Yezdê sewqiyata gelek tesîs û kargehên hilberînê ku di hilberîna Îranê de xwedî pişkeke girîng in, hat rawestandin û şofêrên kamyonan beşdarî greva giştî bûn.